Hilbijartin,Encam û Nameya Gelê Kurd


Digel reftar û kiryarên  xwe yên erênî û nerênîyên partî,sîyasetmedar û berbijaran de jî hilbijarinên bajêrvanî (şarewanî) yên seranserê Turkîye û Bakurê Kurdistanê di 29 ê Adara 2009 ê de jî bi dumahîk hatin.Mixabin ku di roja helbijatinan de li çend bajarên Kurdistanê jiber nakokîyên dengdan û cehaletîve şer û pêkdadanên dijwar rûdan û di encamde gelek Kurd hevdu kuştin,birîndar kirin û zêdebarî hatin girtin jî.Ev dîmenên rûdayî bêguman di ware civakî,çandî û şaristanîde wekî xaleke xerab di xana Kurda de hate bicihkirin.

Belê ji layê dive,heger mirov ji pencera sîyasî ya Kurdave berê xwe bideyê,bi şêweyekî giştî mirov dikari bêje ku helbijartin baş derbas bûn.Derbarey encamên helbijartinan de jî wekî xelkême yê Başûr di bêjin,qaîde bû!Bi wateya,encamên evan helbijartinan bo sîyaseta Bakurê Kurddistanê wekî serkeftineka mezin nayê pejirandin û şikesteka sîyasî jî nexwar.Belku mirov dikare bêje ku,sîyaseta Kurd digel şaşî û gunehkarîyên xwe yên berî helbijartinan de jî,ji evan helbijartinan bi rûyekî sipî rizgar bûn.

Çibûn ev şaşî û gunehkarî?

Tenê bi du xetên pan û stûr dikarim bêjim ku,yek jê di destnîşankirina berbijarên şaredarîyande,ya duwem jî di bêtifaqîya sîyasîde ev şaşî û gunehkarî hatibû kirin.Belê digel wê çendê de jî encam wekî reftar û kiryarên wan nebû.Heta belkî wekî vîyana hinekan ji wan jî nebû!Di dîroka helbijatinên bajêrvanî de yekemîn car Kurd bi hişyarî dicing ser sindoqên dengdanê û bi zanebûn dengên xwe bikar tînin û encamên baş bi dest dixin.Eve serboreke pir hejî û girînge.Heger ev pêvajoya helbijartinan û encamên wê bi hûrbîn û rast û durust bête xwendin,eve îmtîhaneka têr û tijî dersin ku pêwiste hemi layek para xwe jê werbigre.

Dema ezz di bêjim hemi layek,bêguman mabesta min ji partîya CHP ê heta Bi AKP ê û Ji partîya MHP ê heta bi DHP ê,pêwiste encamên evan helbijartinan rast bixwînin û rewşa xwe di ber çavre derbas bikin.Bi taybetî jî di şertên evro de ji hemîyan bêtir pêwiste ku bi nave dewleta Turkîya partîya AKP û bi nave Kurda jî DTP evê yekê pir baş bibînin û bi pejirînin.

Sebaret bi partîya desthilatdar ya AKP ê,bi xetên pan dikarim evê bêjim;Bêguman yek ji egerên serekî yên şkesta AKP ê ya li seransrî Turkîya alozîya (krîza) aborî ya global bû.Belê xala bi qasî wê û belkî ji wê jî grîngtir jî guherîna sîyaseta wê ya derbarey çareserîya doza Kurdî da bû.AKP û bi taybetî jî serokwezîr Erdoxan,li despêka desthilatdarîya xwe de,di gotara xwe ya sîyasî de doza Kurdî wekî doza xwe û çareserîya wê jî wekî erkê xwe li qelem da.Belê paş ku bo cara duwem bûne desthilatdar gotareka sîyasî ya dijwar û dîktatorane bikar anîn û gihande ewê redeye ku gote Kurda “yan ji me hez bikin,yan jî welatê xwe bi cih bihêlin”.Ji bilî nameya xelkê Turkîya bi giştî,eve jî nameya xelkê Kurdistanê bû bi taybetî bo Erdoxan û Hukûmeta wî û bo hemi partî û dezgahên dewleta Turkîya.

Yanî êdî Kurd dibêjin,eve welatê meye û me divêt li ser evê axa xwe bi azadane bijîn û ji hemi mafen xwe yên sîyasî û netewayetî jî bêpar nemînin.Herwekî miletê Turk xwedan maf û azad bin!

Înca heger Turkîya bi şêweyekî zanyarî û eqlane sîstema xwe demokratize neke û bi şêweyekî mafperwer û dadperwerane pêşewazîya çareserîya doza Kurd neke,heta bi hetayê ji ewan çeteyên xwe û ji qeyrana xwe ya aborî  û ji hemi arêşeyên xwe yên bingehîn rizgar nabe û Turkîya qet û qet aram nabe.

Ji layê dive jî bi min waye Gelê Kurd ispat kir ku ew di ware têgehiştina sîyasî û netewayetî de li pêşîya partîyên sîyasîne.Bi taybetî jî li pêşîya DTP êne û li gorey encamên helbijartinan,xelkê Kurdistanê ev name pêşkêşî DTP ê kir û gotê,hindî tu bêjî “ez partîya Turkîyame jî”em qebûl nakin û em te wekî partîya Kurda di pejirînin û te destek dikin.Û digel ku tu çi tifaqan bi hêzên dî yên Kurdare nake jî,jibo ku partîyên Turkîya li Kurdistanê biser nekevin emê dîsan dengên xwe bidin te.

Bêguman wekî ez dizanim gelek ji xelkê Kurdistanê neçûn ser sindoqan,dengê xwe nedan û bi şêweyekî bêdengî sîyaseta DTP ê ya şaş protesto kirin.Belê di encamde bi şêweyekî giştî Gelê Kurd dijî siyaseta dewletê DTP xelat kirin.Yanî nameya xelat û hişyarîyê pêkve hate dayin.Înca ya fer û girîng ewe ku hemi hêz û partîyên Kurd û bi taybetî DTP li xwe vegerin,xizmet  û xebata xwe ya sîyasî di ber çavre derbas bikin,evê derfetê ji dest nedin û di qonaxa pêşda xizmeteka Kurdewarî û sîyaseteka netewayetî ya seranserî peyrew bikin,bi yek dengî û yek hêzî beşdarî helbijartinên lipêş bibin daku wekî O.Ozçelîk gotî (100 kursî)nebe jî,50 Kursîyên parleman jî bidestxin serkeftineka mezine.Heger na ew xelkê ku karîn DTP ê xelat bikin,dikarin ceza jî bikin û êdî poşmanî jî nema mefayê dide wan…

Selîm Giresorî

01 04 2009

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: