PKK Çek Berde Jî Tiştek Nayêt Guherîn!
PKK Çek Berde Jî Tiştek Nayêt Guherîn!
Evê care jî bi evê pêşbînîya ji çek berdanê PKK di rojeva Kurdistanêda ye.
Bêguman di sala buhurî de.ango di sala 2008 ê de yek ji xalên girîng ku li Turkîya rûdaye xala “Doza Ergenekonê”bû.Herçende goman tê kirin ku hêdî hêdî ev doz bi şêweyekî fêlbazane dihêt bincilkirin jî,belê bi taybetî di nava raya giştîya Kurdî de hebûna “dewleta Kûr” ya Turkîya hate aşkerakirin.Bi nave “Ergenekonê” be jî ev rastîya henê hate belgekirin.Eve pir girîng bû.Di dîroka Komara Turkîya de eve rûdaneka pir girîng û pêngaveka balkêş û hêvîdar bû!
Ji layê dive di encama helbijartinên emrîka de guherandina desthilatdarîya partîya Komarî bo partîya Demokrat û herweha guhertina serokatîya pîstê spî bo pîstê reşik!Ango serokatîya Barak Obama.Sebaret bi millet û devletên cîhanê û bi taybetî yên herêmê,bûye cihê gelek hêvî û pêşbînîyên corbecor.
Ji arêşeyên Afxanistanê bigre heta bi arîşeya Iraq û Filistînîyan,ji arîşeya Qibris bigre heta bi arîşeya Îranê û arîşeya çareserîya filîstînîyan û ji çekkirina PKK ê,gelek ra û boçûnên nû têne pêşbînîkirin.Zêdebarî tê bêşbînîkirin ku heta 2010 ê dibe ku Doza Kurdî jî bikeve qonaxeka nûjentir û pêşdatir.
Bêguman eve hemi jî di rojeva siyasetê de hene.Bi ihtîmalên pozîtîf û yên negatif jî ev xal hemi li ser mêzêne û herweha di siyasetêde jî tiştekî mitleq jî nine.Belê guman têda nine ku yek ji evan xalên girîng ku hêdî hêdî dikeve rojeva Kurda jî ji çekkirina PKK ê ye.Piştî ku di evan çend heyvên buhurî de hindek hevdîtin û pêşdaçûnên taybet di navbera Emrîka,Turkîya,Iraq û Herêma Kurdistanê de rûdan û bi taybetî jî paşku Konferansa Platforma Abant ê li Hewlêr ê kombû,ev xala henê bêtir kefte rojeva Kurda û bi taybetî Kurdên Bakura Kurdistanê hêdî hêdî ra û boçûnên xwe derbarey evî babetî de derdibirin. Belê mixabin bi şêweyekî şermok û ne zelal derdibirin.
Guman têda nine ku tiştek li ser rûwê erdê heta hetayê dom bike.baş yan xerab,negatif yan pozîtîf her tîştek,her kar û bizavek qabilî guherînêye û dûmahîkek wê heye.Jiber evê yekê eve jî bi her şêweyekîbe dibeku evro nebe sibehî her dê bi dumahîk bê.Bi şêweyê ji çekkirinê nebe jî,di encama Konseptekîde be jî, bi şêweyek ji şêweyên çekberdanêbe jî her dê ev tişt rû bide.Babet ne ewe ka dê kengî û bi çi awayî bibe,ango dibe yan nabe!.Pirsîyar eveye;Aya heger hat û ev tişta henê rûda dê encam çibe?Dê çi guherîn rûbidin?Dê çi guherîn bikevin Doza Rewa ya Kurdî yan Bizava Rizgarîxwaza Kurdistanî (bi taybetî ya Bakura Kurdistanê)dê çi sûdeyî ji evê rewşa nû wergirîn?
Derbarey evê pêvajoyê û bi taybetî derbarey evan xalan de dema mirov berê xwe dide ewan ra û boçûn û şîroveyên ku li evê dumahîke têne kirin,ne têr û dilgeşin.Bi min waye ku ji tigehiştina rûdan û zanistê dûrin.Lewra çi pîlan û projeyên wan nînin.Dil û vîyan çi dixwazin,wê di bêjin.Eve jî têr nake û bi min waye dibe cihê metirsîyê.Lewra her kar û xebat û bizaveka bê pîlan û bê projeyek zanistî be,ji rêxistineka rast û durust bê par be,pir zahmete ku hêvî û serkeftinê bi cih bîne.Berovajî,dibeku derfetê jidest bide û şkestinê bi xwere bîne.
Înca dixwazim vê bêjim;Li Bakura Kurdistanê eve çendîn salin valahîyek siyasî/rêxistinî heye û ev valahî evro mezintir bûye û heger ev eqlîyeta Bizava Siyaseta Bakura Kurdistanê berdewam be dibeku ev valahî bêhtir metirsîdar bibe.Belê aşkeraye ku evro di laşê dewleta Turkîya de jî hin qelîştek vebûne.Eve delîveyeke bo bi çalakkirina kar û ji nûve xweristina Bizava Rizgarîxwaza Kurdistanî.Ango avakirina rêxistineka rast û durust.Zêdebarî,Turkîya û Herêm bi giştî û astê Doza Kurdî bi taybetî jî xerîkê guherandinêne.Lewra ya fer û pêwîst ewe ku Kurd sûde ji evê rewşê wergirin û bi eqlane û zanist pêşewazîya pêvajoyê bikin daku evê derfetê jidest xwe nedin.Heger na,ne ji çekkirina PKKê û ne jî çekberdana PKK ê tiştekî bingehîn naguhere!
Heta niha rojeva Kurdistan û Turkîya,ya kê bû û kê destnîşan dikir,dê dîsan ya wan be û ew dê rojeva xwe destnîşan bikin.
18 02 2009