CîhanFlaş

Amerîka li Tengava Hurmuzê hewla dorpêçêdike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya barhilgir a bi ala Panamayê M/V Vela Nova hewl da ku ji Kendava Omanê ber bi Îranê ve biçe, û dorpêça Amerîkayê ya li dijî Îranê binpê kir. CENTCOMê diyar kir ku pergala rêvebirina keştiyê ji dewrê derxitine.e.

Daxuyaniya CENTCOMê nîşan da ku ekîba sivîl a keştiyê guh nedaye hişyariyên hêzên Amerîkayê. Piştî vê yekê, helîkopterek MH-60 a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê du mûşekên Hellfire avêtin odeya motorê ya keştiyê

Daxuyaniyê destnîşan kir ku piştî destwerdanê keştiy ber bi Îranê ve neçû, û tekez kir ku dorpêça Amerîkayê hîn jî di meriyetê de ye.

CENTCOMê ragihand ku ji 11ê Tebaxê ve, rêyên 55 keştiyên bazirganî yên ku hewl didan dorpêçê binpê bikin hatine guhertin, du keştî hatine desteserkirin û sê keştî jî têkbirine.

Back to top button