FlaşPolîtîk

Feti Yildiz:Demirtaş di çerçoveya Qanûnê de ye..

Di bernameya kanala televîzyona Haberturk de rojnamevan Alişer Delek got ku “Birayê elehattin Demirtaş Nurettin Demirtaş dê ji Qendilê vegere, lê rewşa Selahattin Demirtaş ne diyar e”, Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız peyamek ji weşanê re şand û di peyama xwe de got:

“Rewşa qanûnî ya ku ji bo bersûc, li gorî rewşa sevkandina îdianameyê, rewşa biryara dadgeha herêmî û rewşa sevkandina biryara îtîrazê, guncawtir e, dê were sepandin. Di vê rewşê de, Demirtaş di çarçoveya qanûnê de ye.”

Wekî din… Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku girtina Selahattin Demirtaş binpêkirina mafan e. Piştî ku îtîraza Tirkiyeyê ji hêla Panela DMME ve hate redkirin, biryar dawî bû.”

Tê zanin ku di serê de jî serokê MHPÊ Devlet Bahçelî dabû xûyakirin ku, divê Demirtaş bê azad kirin. Herweha MHPê li ser daxwaziya Bahçelî çerçoveya Qanûna ku hatî pejirandin ji bo Demirtaş feydê jê bibîne hinek pişniyar kirin û guhertin pêkanin.

Back to top button