Nivîsar

Helwesta Erdogan Konsepte yan Teslîmiyete?

Bêguman li gor helwestên vê dumahîkê yên Serokwezîrê Turkiye, yên derbarê doza Kurdî de, bi şêweyekî balkêş dide xwûyakirin ku nêrînên Erdogan bi şeweyeki balkeş hatîne gûhertin û eve jî, ji aliyê raya giştî ve bi hûrbînîve tête şopandin û zêdebarî di nava gel ê Kurd de qelq û metirsiyek jî peyda kiriye. Her weha di nava birek rewşenbîr, rojnamevan, nivîser û siyasetvanên Kurd û Tirk de jî dengvedaneka şok bûye û eve tête gengeşekirin.

Metirsî peyda kiriye, lewra ew Erdoganê ku heta duhî dijayetiya desthilatdariya leşkeran dikir, evro pir bi zelalî bi zimanê leşkeran di axife û gefê li Kurdan dike. Kartêkirineka şok afirandiye, lewra ew Erdoxanê ku heta duhî dûrişmên demokrasî û azadî û wekhevî yê bo xwe kiribû wekî benîşt, evro em di bînin ku ji nişkêve lê vedibe û pir bi sanahî dibêje; yek al, yek dewlet, yek welat û yek milet; yê ku evana nevêt bila biçe ewî cihê ku wan divêt ! Bi wateya “yan hûnê ji me hez bikin yan jî welatê me terk bikin”.

Bo ku mirov xwe ji evê şokê rizgar bike û bizanibe eve çiye û çi dibe, pêwîste mirov piçekî li pişt xwe bizivire û awirekî bide destpêka evê qonaxa ku Partiya Erdogan (AKP) di helbijartinan de çawa û bo çî serkeftin bi dest xist û bû desthilatdar û pêdaçûna pêvajoya heta niha bike, gelo çi gûherîn çêbûne! Sedema gûherîna helwesta Erdogan çiye? Aya eve ra û helwesta Erdogane, yan ev helwest biser Erdogan de hatî sepandin?

Li bîra me ye ku di salanên 1999 an û heta bi 2002 wa jî Turkiya keftibû nava qeyraneka aborî û siyasî ya ciddî û di encam de wa lêhati bû ku êdî yek partî û du partiyan jî nekarîbûn hikûmetê damezrînin û bi rêve bibin. Hemî partiyên Turkiya (ANAP, DYP, RP, CHP û hwd) ji baweriya cemawerên li Turkiya bi dûr keftibûn. Kurd û Tirk û hemî pêkhatên cemawerên li Turkiya keftibûn bin gef û metirsiyeka leşkerî û guman dikirin ku careka dî kodeta ya leşkerî encam bide û leşker bibe desthilatdar. Di qonaxeka weha metirsîdar û bê hêvî de, ev grûba henê ji partiya “RP”a Erbakan ya oldar cuda bûn û bi navê “Partiya Dad û Geşepêdanê” (AKP), partiyeka nû avakirin û di demeka pir kurt de bi dûrişmên wekî dadî û demokrasî û azadî û wekhevî yê, bûne cihê hêviya cemawer û di helbijartinan de bi serkeftin û karîn bi tenê hikûmetê jî dabimezrînin. Her wekî li sala 1983 ê de çawa ku xelkê, dijî desthilatdariya leşkeran, piştevaniya T. Ozal kirin û ray dane ANAP ê, dîsan jî dijî metirsîdariya leşkeran û dijî nîjadperestên Kemalîst piştevaniya partiya Erdogan (ya AKP) kirin.

Partiya Erdogan (ango AKP), li despêkê, di çarçowa rêvebirina karên civakî, siyasî û aborî de, mirov dikare bêje hindek pêngavên pozîtîf jî avêtin û evê Hikûmetê ta radeyekê karîn istiqrareka îdarî, aborî û civakî peyda bikin. Bi taybetî jî dema ku karîn rexne li kiryar û helwest û destdirêjiya leşkeran ya di nava siyasetê de bikin û zêdebarî li sala 2005 ê dema ku Erdogan li Amedê got ”Pirsgirêka Kurd heye û eve pirsgirêka mine” jî, di gelek biwaran de hikûmeta Erdogan û AKP bû cihê hêviyên gelek kes û layenan. Ev helwest û siyaseta Erdogan û AKP ê heta ku gihişt operasyonên rêxistina terorê ya “ERGENEKON”ê jî rast û wêrekane birêve diçûn. Ji ber ewê yekê jî ewan karîn di 2008 ê de jî di helbijartinan de bi serkevin û piştevaniya gelek ji cemawerên Kurd jî bi dest xwe ve bînin.

Ji destpêkê û heta bi operasyona “Ergenekon”ê û helbijartinên duwem jî, ne bawerî belê ta radeyekê hêviyek min bixwe jî hebû ku ev hikûmeta Erdogan (ya AKP) ji kêmanîve, ne ji ber Kurda, belê wekî partiyeka oldar, ji ber bîr û bawerî yên xwe yên oldarî, dê bivên û bikaribin destên leşkeran yên ku eve sed salin di nava siyaseta Turkiya de heyî, bibirin û la bidin! Hingê dê Kurd jî bikarîbûna nefeseka rehet wergirtibana û xebat û siyaseteka aram kiribana. Temaya min jî eve bû. Belê paş ku nûnerê sererkanê Turkiya çû û di zîndanê de ew “terorîstên ERGENEKON”ê ziyaret kir û bi dûvde jî serokerkan Başbûg hevdîtineka taybet bi Erdogan re kir, hema rewş hate guhertin û digel rewşêde jî ra û rêbaza Erdogan û AKP jî hate gûhertin!

Înca eve çi konsepteka (pêkhatineka) Leşker û Erdogan (AKP) be, çi jî teslîmiyeta Erdoxan bo leşkeran be, herdu jî yek wateyê didin û di encamde dibe ku gef û tehdîdeka ciddî li ser Erdogan hatî kirin, lewma zimanê wî ewqasî berev dijwariyê hatî guherîn. Ji ber evê yekê, mixabin gotin û daxûyanî yên Erdogan yên evê dumahîkê, ew hemî hêvî û bawerî yên hemî layenên xêrxwaz û aştîxwaz têkdan û metirsiyeka mezin peyda kir. Bi taybetî jî, dema di bin sîbera parleman de ku Erdogan li nav çavên 60-70 parlemanterên bi esil Kurd nerî û ew gotina xwe ya li Diyarbekir dubare kir û got; em di bêjin yek al, yek dewlet, yek welat û yek milet (wate; Kurd nînin welatê wan jî nîne û mafê wan yê neteweyî jî nîne); yê ku nevê bila biçe wî cihê ku wî divê! Eve yekcar tiştekî kirêt û têkdana kerameta ewan parlemanter û gel ê Kurd bû!

Ji ber vê yekê, bi min waye pêwîste Kurd ji evê serborê sûdeka mezin û pir ciddî werbigrin û siyaset û rêxistinî ya xwe ya hestiyarî û îdeolojîkî ya berteng di ber çaverê derbas bikin!

Selîm Giresorî

Back to top button