AK-Partî û Pirsa Kurd
Wek tê zanîn cara yekem serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan, sala 2005-ê li Diyarbekir behsa pirsa Kurd kirî bû. Di axaftina xwe ya li Diyarbekir de, Erdogan, cara yekê bû behsa çewtiyên dewletê dikira û bi naveroka axaftina xwe hêviyek xelkê Kurdistanê re çêkir. Lê piştî vê axaftinê Erdogan bê deng ma û vê bêdengiyê dirêj kir. Di vê konaxa bê dengiyê de partiya Erdogan jî konaxek zehmet re derbas bû. Ji sala 2005-ê heta niha gelek guhertin çêbûn. Serokkomar ji Ak-Partiyê hate hilbijartin û ji aliyê leşkerî ve jî hinek guhertinên berbiçav çêbûn. Di vê fetrê de hukumet çû ser dewleta tarî û rêxistina terorist ya Erkenekon derxist holê û gelek kesên girîng girtin û derxistin li himberê dadgehê.
Herweha di vê konaxê de pêwendiyên di navbera Kurdistana Başûr û Tirkiye de baş bûn hukumetê çêtir rastiya Başûr fam kir û ji berê erênîtir nêzikî Kurdistanê bû. Dema mirov van bûyeran hemiyê tîne bav hev, di siyaseta hukumetê de rihetiyek berbiçav dixweye.
Niha vekirina demokratik yan jî vekirina pirsa Kurd di rojeva Hukumetê de ye. Muxalefet gelek tundî dijê hukumetê disekine, lê ji berê ferqtir, helwesta lêşkeran de guhertinek dixweyê. AK-Partî bi sere xwe nedikariya gavên ber bi demokrasiyê ve, yan jî ber bi çareseriya pirsa Kurd ve bavêje. Leşker dijê vê hukumetê bû. Kemalîst bi hemî dam û dezgehên xwe dijitiya hukumeta Erdogan dikiran. Gelek leyiztikên mezin li ser hukumetê dilîztan. Hukumet bi xwe yan jî AK-Partî di nav xwe de jî ne yekserbû. Heta kesek yê herî nêzikî Erdogan zilamê rêxistina Ergenekonê derket. Ergenekon û dewleta tarî destê xwe kirbû di nav vê partiyê de. Piraniya parlementoyê di destê AK-Partiyê de bû, lê Kemalistan nehiştin parlemento serokkomar hilbijêre. Hukumeta Erdogan neçar ma çû hilbijartina. Hilbijartinên 2007- çêbûn Erdogan partiya xwe de jî pakijiyek kir. Di hilbijartinan de dengek mezin standin û cardin bûn partiya herî mezin di parlementoyê de.
Erdogan partiya mezin bû hukumet avakiribû lê cardin nedikariya gavên pêwîst bavêje. Adara 2008-ê mehkemeya bilin derbarê AK-Partiyê de doza girtinê vekir. Partî di bin vê tirsê de çend meh derbas kirin. Lê di encam de partî nehat girtin. Hukumeta Erdogan deravên tenk re derbas bû. Çend xal hene ku AK-Partiyê ji van partiyên heta niha cuda dike.
1- Dijî dewleta Kûr û dezgehên tarî sekinî, û rêxistina terorîst ya Ergenekonê derxist holê, dehan general û sedan serbazên bilind girtin û ji bo tawanên kirîn derxistin himber dadgehê. Heta niha Doza ergenekon berdewame. Zelal bûna vê rêxistinê dê ronahiyekî ji bo Kurdan jî peyda bike. Ji ber ku rayên vê rêxistinê di nav Kurdan de jî gelek kûrahî belav bûne. Ne ev hukumet be zehmete ku Kurd bi xwe bikaribin destên dewletê yên tarî di nav xwe de eşkere bikin. Eger rojek ji rojan Ergenekona Kurda eşkere bibe, dê dîroka siyasî ya Tevgera Kurdên Bakur serubin bibe.
2- Hukumeta Erdogan pêwendiyên xwe li gel Kurdistana Başûr xweş kirin û heta radeyekî desthilata Kurdistanê naskirin. Serokkomarê Tirkiye cara yekem serdana xwe ya Iraqê, behsa Kurdistana Başûr kir. Pêwendiyên Tirkiye û Kurdistana Başûr di berjewendiya Tevgera Kurdên bakur de ye jî.
3- Hukumeta Erdogan berê xwe daye Yekitiya Ewropa hevldidin ku guhertinên hukukî û civakî bikin da ku bikevin Yekitiya Ewropa de. Ev guhertin warê demokrasiyê ve Tirkiye pêşve dibe û dibe destkeftiyek ji bo Kurdan jî.
Kurtahî Hukumeta AK-Partiyê tiştên erênî li Tirkiye dike. AK-Partî, partiyek islamiye lê siyasetek lîberal rêve dibe û Tirkiye berbi demokrasiyê ve dibe. Îro partiya yekeme ji Kurdistanê dengan digre û li hemî devêrê Kurdistanê ev partî bi xortahî heye. Partiyên wek CHP-ê, DP û MHP ji Kurdistanê hatin helandin û tu dengekî nastînin. Îro ev hukumet behsa pirsa demokrasiyê û pirsa Kurd dike. Lê dema behsa vê pirsê hate kirin partiyên muxalefetê qiyamet rakirin heta Erdogan bi xiyanetê itham kirin. Em hemî dizanin AK-Partî pirsa Kurd li gora daxwaziyên Kurda çareser nake. Eger Erdogan, di gotarên xwe de xetayên dewletê siyaseta dewletê ya qirêj di derbarê Kurdan de behs bikira dê çêtir kiryarên xwe de bawerî bida miletê Kurd. Lê di vê konaxê de gavên ber bi demokrasiyê ve bêne avêtin , dê di berjewendiyên tevgera Kurd de be. Gerek Kurd gavên bêne avêtin baş binirxînin û bêxin di bin berjewendiyê xwe de û heta bikaribin feydê ji van gavan bikin.
Rastiya PKK-ê herkesekî fam kiriye. Wan kesayeta Ocalan daye pişîya her tiştekî, berjewendiyên netewî hemî li gora Ocalan tên kifşkirin. Îro dema PKK astengiyan rêya hinek gavên ku hukumet tavê jê de çêdike, Kurd zererê jê dibînin. Kêm, zêde daxwaziyên Ocalan kifşin gelo ew daxwazî çikas pirsa Kurd çareser dikin? yan jî gelek ji daxwaziyên AK-Partiyê pêştirin?
Îro tu armanca şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê tuneye. Ev şer zererê dide tevgera kurd û Kurdistanê. Şer nemine, warek aram peyda bibe, Kurd bi nasnama xwe ji bo mafên xwe yên rewa bi rêya demokarsiyê, aşitiyê û diyalogê xebatê bikin, dê destkeftiyên wan roj bi roj gelektir bibe. Gelek kes ji vê yekê bawer dikin lê nabêjin. Gerek em hîn bibin ku tişta di berjewendiya me tê de bê em pişgiriya wê bikin. Li Bakur eger em hêjî îdeolojîk li pirsan binêrin dê şirove û helwestên me cuda bin. Lê eger em siyasî û li gora berjewendiyên xwe yên neteweyî li meselan binêrin wê şirove û helwestên me cuda bin. Ew siyaseta ku dibêje“Yan hemî yan jî ne tiştek“ siyasetek xelete û ji berjewendiyên Kurdan jî dûre. Di vê konaxê de gerek herkes helwestên xwe de , xwe ji popîlizmê biparêze.
28.08.2009
Dara Bilek