Nivîsar

Ocalan vegera serkaniya xwe, bila kesek xwe nexapîne..!

Rojanê hinek berpirsên PKKê yan jî hinek berpirsên DEMê di derbarê pêvajoya Tirkiyeya bê teror de daxûyaniya didin. Piraniya van daxûyaniyan de dibêjin ku; Ocalan tişta ketî li ser milê xwe kir û vêca divê hukumet hinek gavan bavêje.

Niha ev daxûyanî li ser tu bingehekî nayên dayîn. Abdullah ocalan tişta dewletê jê xwestî kir. Vekirî gotiye ku, Ez. PKKê ji holê rakim û ji dev çekan berdin. Belkî ji holê rakirina PKKê û devjêberdana çekan ji bo Kurda xizmeta herî mezin e. Rastî jî astenga di rêya tevgera azadixwaz a Kurdistanî de PKK bi xwe ye. Ji holê rakirina PKKê, di heman demî de tê wateya ku, rakirina astenga di rêya tevgera azadixwaz a Kurdistanî de. Ev başe. Piraniya Kurdan jî li ser vê disekinin û dibêjin eger PKK ji dev çeka berde û xwe fesih bike, dê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşek aram peyda bibe û hêdî xelk bikaribin nefesekî bistînin. Hêdî tehdît û metirsiya PKKê li ser xelkê radibe.

Lê di başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê dê çibibe heja ne gelekî zelale. Ev bi serê xwe cihê nirxandinek cudaye.

Lê ji aliyek din ve Abdullah Ocalan û hemû aliyên PKKê ku, banga Ocalan pesen kirîn, dibêjin ku, hêdî ji bo wan pirsa Kurd nemaye. Ocalan dibêje: Behsa serxwebûne, federasyonê, xweseriyê , yan jî mafên çandî jî nekin. Tenê siyaseta Cumhuriyeta Demokratik rêve bibin. Ocalan vekirî niyeta xwe didde kifşkirin û bi zelalî armancên xwe dibêje.

Ocalan niha li Îmraliyê di kontrola dezgehê îstixbarata Tirk de, konseyek nû ya xwe(PKKê) ava dike û ji bo nehêle kurd bi tu awayî destkeftiyekî destve bînin dixebite. Selahattin Demirtaş taybetî ji bo hinek kurdên di nava PKKê de wek hêviyekî bû. Demirtaş jî bi hemû awayî xwe spart Ocalan û dîtinên wî û paşnavek jî ji bo Kurda peyda kir. Tirkiye. Hêdî paşnavên kurdên Demirtaş weke îdol dibînin û êi dûv diçin bûye Tirkiye.

Kurd û Tevgera Azadixwaz a Kurd li herêmê de, ji bo bi rêyên rewa mafên netewî destve bînin dixebitin. Kurda ji derveyê PKKê isbat kirine ku, ew li herêmê aştiyê dixwazin û bûne sembola istikrarê di herêmê de. PKK li rojavayê Kurdistanê bi navê PYDê sîxûriye rejima Bijar Esad dikira. PKK li rojhilatê Kurdistanê, bi navê PJAKê sîxûriya rejima Îranê dike, PKK li başûr bi hemû awayî sixûriya rejima Bexdayê dike û di nava Heşda Şebîde wek lejnoner kar dike. Niha jî sixûriya dewleta Tirk bi rêya Ocalan eşker kir û ji raya Giştî re deklere kir.

Ev rastiya PKKê ye. Bi hezaran kurdên niştimanperwer ji bo bîr û baweriyên Kurdistanî ketin di nava PKKê de û heba bûn. Niha gelek kes ji bo berjewendiyên xwe di nava PKKê de ne, ew tu cara ji dev berjewendiyên xwe bernadin . Armanca wan tenê parastina berjewendiyên kesayetîne.

Hinek jî hêja xwe dixapînin û bi şermî dibêjin , Ocalan gava pêwist avêt vêca dora hukumetêye. Hukumetê tu bazar Ocalan re nekiriye. Ocalan xwe radestî serkaniya ku jê herîkî kir û rastiya xwe eşkere kiriye. Tu daxwaziyek nekiriye, tu bazarî nehatine kirin. Wek rayadarên hukumetê dibêjin; Armanc Tirkiyeke bê teror e. Ocalan ji bo vê armancê daxûyani daye.

Veca kerem bikin rewşa heyî şirove bikin..Yanî wek kurd dibêjin ka “Ka werin vî kerî di vî boru re derbas bikin“

26.6.2025

Nêrîn/Nirxandin

Balkêş e ?
Close
Back to top button