Nivîsar

Projeya Hukumetê û Nijadperestiya Kemalîsta.


Piştî hukumeta Tirkiye, di derbarê pirsa Kurd de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê projeya xwe eşkere kirî, gelek şirove û nirxandin li ser vê projeyê têne kirin. Taybetî nirxandinên di nav rojnemevan, siyasetmedar û rewşenbîrên Tirkan de gelekî balkêş e. Di rastiya xwe de dema mirov li rewşa Tirkiye dinêre gelek tişt hatine guhertin û gelek rewşenbîr û siyasetmedar di demek kurt de dîtinên xwe guhertine,  hinek çep bûne rast hinek rast bûne çep. Rewşa wan serûbin bûye. Li Tirkiye tişta herî balkêş ewe ku, tu caran mirov nikare bihayekî bide dîtinên piraniya rewşenbîr û siyasetmedarên wan. Ji ber ku heta pirsa Kurd nekeve holê tu caran mirov rastiya wan nikare bibîne. Gelek normalê ku kesayetek di hemi warê jiyana xwe de, rabûn û runiştina xwe ya rojane de insanek demokrat û hemdem bite xuyakirin. Heta di gotar û nivîsên xwe de kesek pêşketî tê xuyakirin. Lê dema pirsa Kurd tê hole mirov rûyê wan yê rastî dibîne. Dema pirs dibe Kurd û Kurdistan  reş û spî ji hev cuda dibe. Di bin wê demokratbûna wan de nijatperestiyek bi kîn û nefret weşartiye. Pirsa Kurd ji bo rewşenbiriya Tirkiye bûye pîvanek. Heta mirov dîtina wan di derbarê vê pirsê de nizanibe zehmete ku mirov bizanibe rengê wan çiye.

Pirsa Kurd tu caran wek vê konaxê di rojeva siyaseta Tirkiye de cih negirtiye û li ser nehatiyê sekinandin. Hukumet di vê derbarê de projeyek amade kiriye û Piraniya niqaşên siyasî di derdora vê projeyê de tê kirin. Hinek rewşenbira bi daxuyaniyekî pişgiriya vê gava hukumetê kir. Ev gavek gelek girîng e. Helwesta CHP-ê û MHP-ê gelek xirabe û heta tê mile wan hewil didin vê prosesê xira dikin û astengan di rêya çareseriyê de dertêxin. Helwesta CHP-ê, helwesta  ideolojiya fermiye.Helwesta ku hîmen cumhuriyetê li ser hatî avakirine, yanî helwesta înkar û îmhayê ye. MHP ne hewceyê nirxandinêye. Partiyek faşîst û nijadpereste. Dema mirov derbarê kesayeta van kesên nijatperestiyê dikin dinêre, piraniya wan ne Tirkin û tu cara nikarin heta çar babên xwe bêjin. Oktay Vural parlementerê MHP û serokê Gruba MHP-ê di parlementoyê de ye. Ji eslê xwe Tillohiye (Qeza Sêrtê) û Yan Ereb e yan Kurd e. Lê Tirkitiya ew dike û dijitiya ku ew ji bo çareseriya pirsa Kurd dike kesek din nake. Dixweyê li gora zanistiyê jî ew kesê  xwe nasneke û inkara heyina xwe bike lazime nasnameyekî ji bo xwe pêyda bike. Ew dibe kuleyê nasname ku ji xwe re peyda kirî. Ji bo kuletiya xwe isbat bike her tiştek ji bo wî/wê mubah e.

Di baweriya min de dema ku Kurd bêjin, “ îro dema diyalogê ye û dive pirsa Kurd bi rêya aşitî bête çareserkirin “, gerek bi hemi awayî pişgiriya projeya hukumetê bikin. Rast e hej naveroka vê projeyê berfireh nehatiye vekirin. Lê destpêk tiştek başe û dikare bibe zemînek ji bo pirsa Kurd ku bi akilane bête guftogukirin. Hevdîtina serokwezîrê tirkiye li gel DTP-ê gavek girîng bû. Lê dema mirov helwesta hinek kesan yên wek Emine Ayna dinêre helwesta DTP-ê de zelaliyek û istiqrarek diyar nake. Gelek caran gotinên serokê DTP-ê Ehmed Turk di hevade dimînin. Her gotara Emîne Ayna wek bersiva Ehmed Turk tê xuyakirin. Dixweyê di nav DTP-ê de ditina komiserên partiyê ji ya herkesekî giringtire.

Li Tirkiye gelek kes , rêxistinên wek ergenekonê, kemalîst, çepên netewî hemi ji bo vê pêvajoya ku hukumetê destpêkirî dixwazin sabote bikin.Hewildidin bomba biteqînin, dixwazin PKK-ê provaka bikin da ku ev prosesa erênî destpê kirî bête sekinandin. Di nav Tirkan de ev hewldan gelekin û hukumet li himber vê yekê berxwe dide. Lê gelo çima hinek Kurd jî bixwazin vê prosesê sabote bikin? Gerek ew kesên pişgiriya vê prosesê dikin çewe yên wek Ergenekonê teşhîr dikin van Kurdên ku dixwazin kiryar û gotinên xwe vê prosesê sabote bikin jî teşhîr bikin.

Dema mirov li rewşa herêmê dinere gelek sedem hene ku Tirkiye bixwaze pirsa Kurd bi awayekî çareser bike. Istiqrar û statûya Kurdistana Başûr bandorek mezin li rewşa Kurdên Bakur dike. Pêwiste ku li Bakur Kurd firsendên çedibin baş binirxînin û li gora wê ji bo çareseriyê bibin arikar. Eger hinek teref, yan jî rêxistin ji bo ku tenê xwe tatmîn bikin di rêya çareseriyê de bibin asteng wê winda bikin û ji teref dîrokê ve jî bêne mehkumkirin.

Gerek partiyên siyasî vekirî pişgiriya vê prosesa siyasî bi aktîv bikin. Bê goman dema naveroka projeya hukumetê bête vekirin, hingê Kurd li gora berjewendiyên xwe vê yekê dinirxînin û gengeşê dikin. Her gava ber bi demokrasiyê ve bête avêtin di berjewendiya tevgera Kurd de ye. Hewldanên rê ji bo diyalogê veke ji bo tevgera Kurd zemîn xweştir dike. Ji bo Kurd rêya xwe baştir bibînin, warek aram pêwiste.

12.08.2009
Dara Bilek

Back to top button