Nivîsar

Hilbijartinên Kurdistanê û Cureyê Rexnekirinê

Hilbijartinên Kurdistanê xilas bûn.Ev hilbijartinên sê yemin bû, ku li Kurdistanê çêdibin.Cara yekêm sala 1992-ê, bi biryara Bereyê Kurdistanî hilbijartin pêkhatin û parlementoya Kurdistanê hate avakirin. Karê herî girîng yê vê parlementoyê ew bû ku,biryara sistema federalîzmê ji bo Kurdistanê da.Bi vî awayî statuya Kurdistanê ji teref parlementoyek hilbijartî ve hate kifşkirin. Ev yek wek destpêka dîrokek siyasî û nûjen bû ji bo Kurdan.

Hilbijartinên duyem sala 2005-ê çêbûn û hemû partî û aliyên siyasî li Kurdistanê yek lîsteyekî ketin hilbijartinan.Piştî vê hilbijartinê, parlementoya Kurdistanê  serokê Herêmê hilbijart û Qanûna Kurdistanê ji bo referandumekî amade kir. Her weha vê parlementoyê û Hukumeta Kurdistanê gelek pirsgirêkên bingehîn çareserkirin û di qada navnetewî de pêwendî li ser astek gelek bilind avakirin.

Hilbijartinê 25-ê temuzê li gora mercên Kurdistanê xwedî taybetmendiyek girîng e. Ev hilbijartin hem ji bo parlemntoyê bûn hem jî ji bo serokatiya herêmê bû. Ji bo serokatiyê 5 berendam hebûn û ev cara yekem bû ku serokê Kurdistanê ji teref xelkê ve tê hilbijartin. Ji bo parlementoyê 24 lîsteyên cuda ketin hilbijartinan.Çavên dinyayê li van hilbijartinan bû. Zêdetirê 2000 çavderên biyanî bi nave hukumet û dezgehên welatên xwe li Kurdistanê bûn û çavderiya hilbijartinan kirin. Herweha zêdetirî 38.000 çavderên navxwe jî hebûn.Her listeyek yan jî partiyek xwedî maf bû ku nûnerên wan destpêka danîna sandokên dengdanê heta girtina wan û dema deng hatîn hijmartin jî li ser sendoqan amadebin.

Ya herî girîng ev hilbijartin di warek aram de çêbûn û herkesekî azadane propaganda xwe kir û bê kû bûyerek xirab rû bide hilbijartinbi şefafî  çêbûn û encama hilbijartinan ji teref Komîteya Bilind ya Hilbijartinan ve hate ilan kirin. Hê jî bi temamî prosesa hilbijartinê encam nedaye. Heta Komisyona Bilind encamên dawî yên fermî ilan bike prosesa hilbijartinê bi temamî dawî tê. Bê goman piştî encamên fermî bête ilan kirin veca  parlemento dicive û prosesa avakirina hukumeta Kurdistanê destpê dike.

Piştî encama hilbijartina ya destpêkê hate ilankirin gelek nirxandin û şiroveyên cuda hatin kirin û tên kirin. Lê rastiyek heye ku şirove û nirxandinên piştî hilbijartinan hate kirin ji berî hilbijartinan bi wê germiyê çûnebû. Ev yek ji bo min gelekî balkêşe.Wek mînak siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistana Bakûr gelek kêm di derbarê hilbijartina de nivîs nivîsandin û helwesta xwe dan kifşkirin.  Dema ji bo hilbijartina propaganda hate serbestkirin, di mejîyê her kesek siyasetmedar yan jî rewşenbîr de helwestek hebû. Lê tenê hinek kesan helwesta xwe eşkere kirin. Piştî encama hilbijartinan hêjmara nirxandin û şiroveyan gelek bûn. Ez bi xwe vê du beşan de dinirxînim. Yekem ew kesen ji berî hilbijartinan dîtinên xwe gotibûn cihê wan cudaye. Dê ew encama hilbijartinan jî hem awayek erênî hem jî rasteqenî şirove bikin û dikin jî. Beşê duyem, ew kesen  ku di prosesa hilbijartinan de bê deng mayîn û piştî encama hilbijartina eşkere bûyî şirove û nirxandina dikin. Ev kesayetên beşê duyem di şirovên xwe de ne gelek objektîfin û gelek ziravî dijminatiya desthilatdariyê dikin. Bawerim eger lista Goran ev nisbetê dengan negirtibûya dê helwesta wan cuda bûya.

Hinek kesayet ji di bin psikolojiya dewletên dagirker de dernakevin. Her tişta dewlet be, desthilat be wek dijminekî tê dîtin.Eger mirov rastî desthilata Kurdistanê wek desthilata xwe yanî ya Kurda bibîne dê cureyên rexnegiriyê jî bête guhertin. Di rastiya xwe de tu muxalefetek ji nav xelkê bi mejiyek nûjen û xwedî bernameyek taybet derneketiye holê.Serokê Lîsta Goran serkirdiyetiya YNK-ê de bû hêjî bi awayek fermî endamê Mekteba siyasî ya YNK-ye.Yanî ew pifdana vale  ji kesayeta hinek nivîskaran tê.Ketina lîsteyên cuda ji bo demokrasiyê gavek baş û berbiçav bû.Lê nayê wê manê heçî dijitiya desthilatê bike, ji desthilatê baştire yan jî rastir e. Meselek Kurdî heye dibeje “Em çar birane û hemî jî hev nasdikin”

Ya girîng ev hilbijartin di warek aram de çûbû,û bi serkeftinekî ku cîhan teqdîra wê dike encam da Hêdî kî çewe hukumeta çêdike ew bazarek dine. Bê goman dê em hemî rênînen xwe li ser pêkanina Hukunmeta nû bêjin. Herkesek dê li gora bîr û baweriya xwe  binivîse û helwesta xwe bi awayekî eşkere bike. Derbasbûna demokrasiyê ne gelek hesaniye. Bê goman dê gelek zehmetiyên wê hebin û hene, lê gerek siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên din bi hevre arikariya vê prosesa derbasbuna demokrasiyek baştir bikin. Em ji bîr nekin Kurdistan di rojhilata navîn de ye. Ji xwe tu cureyê demokrasiyekî li vê herêmê tuneye ku mirov ji xwe re wek model bigire. Tenê Kurd dikarin numeneyên demokrasiyên pêşketî yên modern li cihanê li gora civata xwe biguncînin û hîmen xort ji bo avakirina demokrasiyê deynin. Lê dive em hemi ji bo vê yekê arîkar bin. Em bîr û baweriyên xwe bêjin,rexneyên xwe bi dilfirehî bikin. Bi vijdan bin dema behsa tiştên xirab bikin bila tiştên baş jî ji bîra me neçe. Ne di hinek şirovê yên xwe de tenê xwe tatmîn bikin.

1.08.2009
Dara Bilek 

Back to top button