Ji Bo Çi Mesud Barzanî
Mesud Barzanî namzete ku ji bo cardin wek serokê herêma Kurdistanê bête hilbijartin. Ji bilî Barzanî 4 namzetên din ji bo postê serokatiya herêma Kurdistanê hene.Bêgoman mafê her kesek hemwelatiyê Kurdistanê ye ku ji bo postê serokatiyê bibe berendam. Lê herweha gerek bi hemi awayî mirov rêz li dengên gelên Kurdistanê jî bigre. Dema encam ne bi keyfa mirov be, mirov li sedemên ne di rêde negerê. Ji bo tu gotin newin ser hilbijartina serokê Kurdistanê lê gel dezgehên berpirsiyar, ji neha ve tedbîrên pêwist distine. Lê çi bibe bila bibe gerek herkesek hewil bide ku ev hilbijartin di bin demanê de û serkeftî derbas bibin. Cureyê propakande kirinê, di hilbijartinan de gelekî girîng e,ew yek giranî û paya hilbijartinan dide kifşkirin.
Wek têzanîn 4 berendam hene, lê ji bo çi Mesud Barzanî? Ji berî her tiştekî konaxa ku welatek, tevgerek û miletek têre derbas dibe gelek girîng e. Vê konaxa ku Kurdistan dixwaze bibe xwedî statuyek fermî di qada navneteweyî de ji bo pêşeroja Kurdistanê pirsa heyîn û tunehînêye. Herweha ji bilî vê jî pirsgirêkên li gel hukumeta nawendî, pirsên li gel welatên din yên cîran gelek girîngin. Ji bo çareseriya van pirsan û dehan pirsgirêkên din kesayet û taybetmendiyên serokê herêma Kurdistanê gelekî girîng e û heta radeyekî di vê konaxê de hinek taybetmendî dibin pêwistiyek.
Wek din naskirina kesê ku bibe serokê herêmê gelek girîng e. Gelo eger mirov di nav Kurdan de lêpirsînekî bike ev berandamin din, di raya giştî ya Kurdî de çikas tên naskirin? Bawerim piraniya wan me navên wan bi mebesta ku bûyîn berendamê postê serokatiyê seh kiriye. Vêca ev yek tiştek bingehîn e. Li hember vê dema navê berandemekî wek Barzanî bi awayekî bi navê Kurdistanê re hatibê naskirin û girêdan, tişta ku mirov zêde bêje namîne.
Herweha serokê herêma Kurdistanê ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê Giring e. Ji bo beşên din yên Kurdistanê jî rolek berbiçav dilîze. Doza Kurd li Başûrê welat hedî hedî formê xwe yê siyasî û civakî digire. Ev prosesa siyasî rojane bandore xwe li tevgera Kurdistanî bi giştî dike. Eger di rastiya xwe de û di vê pêvajoya sîyasî de ne kesek wek Mesud Barzanî ji kûrahiya xebata siyasî ji bo Kurd û Kurdistanê hatibe, wê çewe bandora xwe li beşên din yên Kurdistanê û kurdên cîhanê bike?
Mesud Barzanî ji şoreşa Îlonê, heta ku Kurdistan azad bûyî her tim bi çelakî ji bo destkeftinên mafên gelê xwe kar kiriye û piştî azadbûna Kurdistanê jî her tim di rêza yekem de ji bo avakirina civatek sivîl,demokrat û hemdem kar kiriye û bi kesayeta xwe ehtubarek navdewletî ji bo Kurd û Kurdistanê peyda kiriye.
Barzanî bi xebata xwe ya siyasî, duristî û bi kesayeta xwe bilind jî, ji bo hemû kurdan bûye wek sembolekî. Dema mirov berjewendiyên netewî bide pêşiya her tiştekî û li gora wê deng bide ji Barzanî pêve tu alternativ tuneye.Tu cara mirov naxwaze Barzanî li gel berendamên din mukayese bike. Lê hilbijartinan de dengdan gora baweriyê û mejiyêyek azad tê kirin. Mimkine gora her kesekî pîvanek cuda hebê ku, ew pîvan bibe sedema rengê dengê wan. Vêca dema berjewendiyên netewî wek pîvan bête qeûlkirin, ji Mesud Barzanî zêdetir destî mirov naçe mirov dengê xwe bide kesek dîtir.
Ne hewceye ku mirov behsa xebat û dîroka Mesud Barzanî bike, her kurdek siyaset kirî, ji bo kurdistanê xebitî heta xwe wek kurd qebûl kirî nave Barzanî, kar û xebata wî dizane.
Gerek mirov, ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo pêşeroja welat û miletê xwe, ji bo stebandina kesayeta kurdan ya netewî deng bide Mesud Barzanî.
Mesûd Barzanî weke pêşmerge,weke siyasetmedar, wekê kesayet, weke duristî, weke xwedî dîrokek serbilind û herweha weke gelek tiştên din dilsoztirîn kese ji bo Serokatiya Kurdistanê.
9.07.2009
Dara Bilek