Giringiya yek dengiya kurda
Kongreya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), li 13/14 hezîranê li Diyarbekir civiya.Ev kongre ji hemû kongre û civînên din yên DTP-ê cuda bû.Sedemê cudabûnê yê herî berbiçav, gelek kesayet, siyasetmedar û rewşenbîrên ku ne wek DTP-ê difikirin jî, ji bo vê kongreyê hatibûn dawetkirin. Belkî mirov vê yekê bes nebîne, lê ji ber ku DTP-ê cara yekem cesaret dike gavek bi vî awayî bavêje ev gerek erênî bête nirxandin.Herweha sedemê dawetkirina kesayet û rêxistinên cuda belkî ne bi temamî insîyatifa DTP-ê be jî,Ji ber ku Ocalan di hevdêtinek ya parezgerên xwe re kirî, ev yek ji DTP-ê xwestibû.Ocalan gotibû; “Gerek DTP kongreya xwe berfireh bigire. Gerek herkes pêşniyarên xwe bêje.Bila hem aliyên kurdan di vê civînê de amade bibin,hem jî dostên kurdan amade bibin, bila rewşenbîr, akademisyen jî amade bibin û dîtinên xwe bêjin û pêşniyarên xwe yen çareseriyê pêşkêşbikin.”
Gelek eşkereye ku heta wek îro DTP, nekariye bi îrada xwe însiyatîfek bi vî awayî bistîne û civînek ku dengên cuda têde amade bibe pêkbîne.Piştî Ocalan ev gotiye li ser daxwaziya wî ev civîn li Diyarbekir çêbûye û bangî kesên din ji derê DTP-ê kirine. Lê cardin piraniya kesên amade bûyîn derdora PKK/DTP-ê ne. Gelek hindik kesayet ji derê wan di civînêde amade bûne.
Partiyên derê DTP-ê di cîvînê de amade nebûn.Dawetiyê ji KADEP û HAK-PAR-ê re hatibû rêkirin..KADEP bi daxuyaniyekî sedemê ku di civînê de amade nabe da kifşkirin.KADEP cureyê dawetkirinê etik nedît û ev vek projeya Ocalan qebul kir û herweha bawer nakê ku tu encamek jê derkeve.
HAK-PAR-ê jî daxuyaniyek belav kir û sedemê ku di civînê de amade nabin dan diyarkirin. Giranî ji bo sedemên teknîkî û derengiya dawetkirinê nekarine amade bibin. Sedem çi be bila be ne amadebûna du partiyên siyasî girin e.Gerek DTP vê yekê binirxîne. Rastî DTP xwest hema tiştekî ji stûyê xwe derêxe û giringî neda dawetnameyan? Yan jî niyetek din heye ku wê nabêjin? Mirov nizane .Lê eger di vî warî de kêmasî bersiva van herdu partiyan bidin dê ji bo civînên pêşerojê de bêne kirin baş be. Eger DTP cardin wek xwe bike û derdora xwe tenê di bin naven cuda de bîne ba hev û behsa yekitiya Kurdan bike tu jê dernakeve û bi vî awayî jî yek dengiya Kurdan di pirsa çareseriya kurdan de pêknaye.
Di vê konaxê de pirsa Kurd li Tirkiye pêvajoyek gelek zîz re derbas dibe.Cara yekeme hukumet û hinek dezgehên siyasî û civakî li ser pirsa Kurd disekinin û li gora xwe hinek çareseriya tînin holê.Li Himber vê yekê helwesta DTP-ê gelekî giring dibe.DTP- dikare bi dilek fireh nêzikî rexistinên din yên kurdan bibe û guh bide pêşniyarên wan û hewil nedê wan ji prosesa yekitiya kurdan û çareseriya pirsa kurd dûr bixe.Gerek mezin ,kiçik mirov rêz li dîtina hemî dezgeha û rêxistinan bigire û wan tevlî vê prosesa nû bike.Ev hem yek dengiyekî hevbeş di nav kurdan de peyda dike hem jî li himber dewletê destê kurdan hêztir dike.
Pêvajoyê isbatkir ku siyaseta tundî û tujî bi tu awayî ne di berjewendiya tevgera kurd de ye û herweha ne di berjewendiya tu rêxistinandeye jî.
Gerek DTP, cardin rewşa xwe û ya vê civîna li Diyarbekir çêbûyî berçav re derbas bike û nirxandinek berfireh bike.Dê evê bibe sedemêk bingehîn ku kurd gelektir nêzîk hev bibin.Ji xwe tişta îro pêwistiya me hemiyê pê heyî jî ev e.
18.06.2009
Dara Bilek