Şahjina Kurdistanê Rewşen Bedirxan
Mîrên Botan her dem di jiyana me ya civatî û malbatî de xwediyê cihekî taybet bûn. Mirov dikare bibêje ku em bi awayekî çîrok û serpêhatiyên Mîrên Botan mezin dibûn. Di piraniya minasebetan de mînakek ji kiryarên Mîr dihatin axaftin. Dema bûyerek çêdibûya an jî tiştek biqewimiya, her tim li beranber bûyereke kevinê di dema mîr de dihate şîrovekirin. Kurtahî wek hemî deverên Botan cihê me de jî Mîrên Botan, bi awayekî jiyana civakî de xwedî bandoreke berbiçav hebûn.
Piraniya stranên Botan li ser Mîran hatine gotin. Miranî, merdî, evîndarî, nêçîrvanî rabûn û runiştina Mîrên Botan, stranan de cihê xwe girtine. Piraniya serêle û payîzok li ser Mîr hatine gotin. Dema berê piraniya şêvbiherkên şevên zivistanan dirêj, li ser gotinên serpêhatiyên Mîrên Botan tije dibûn. Di jiyana her kesek di herêma Botan de bi awayekî bandoreka dîrokiya Mîrên Botan heye.
Sala 1929-ê binemala me piştî serhildanekî neçar bûn berê xwe dane binxetê û li wê derê man û wê hingê ji nêzîkve Mîrên Botan naskirin bi taybetî jî Mîr Celadet Bedirxan û Kamîran Bedirxan naskirin. Minasebetên wan gelek nêzîk çêbûn. Dema mezinên me behsa Celadet û Kamîran Bedirxan dikiran ji mere wek xeyalan dihat. Gotin û sohbetên li ser wan gelek dihatin kirin. Di van gotinan de cara yekem min navê Rewşen Bedirxan seh kir, her wiha cara yekem navê Cemşît û Sînemxan, me ji mezinên xwe sehkirin. Hinek zarokên xwe bi wan nav kiribûn. Ji bo me Mîrên Botan wek efsaneyekî bûn.
Cara yekê sala 1982-ê min yekem kes ji Mîrên Botan Rewşen Bedirxan dît. Hinek hevalên me xwestin seredana Rewşen xanim bikin. Ji pirbûna kar min nekarî ez li gel wan biçim. Lê min soz da ku ez karê xwe biqedînim û herim bigihim wan. Rojek havînê ez li gel hevalek xwe ji Şamê çûme Banyas da ku seredana Rewşen Bedirxan bikim. Birastî ez gelekî bi qelk bûm. Cara yekem ezê yek ji Mîrên Botan bibînim gelo ka çawane? gelo ew tiştên ku me ji pêşiyên xwe seh kirin raste yan hema çirok bûn ji mere dihatin gotin. Dema em ketin mal de Rewşen Xanim hate pêşiya me, birastî min nezanî ez çawa bikim. Min li hemberî xwe mirovekî, rehet û gelek mitevazî dît, te digot qey ev deh salin ez Rewşen Xanimê nas dikim. Helwestên wê hişt ku ez xwe bi mala xwe bihesibînim, piştî fetreyeki kurt ez rihet bûm. Berî ku ez herim dizaniya ez kîme hevalên min derheqe min de zanyarî dabûn Rewşen xanim. Gelek germî û ji dilek fireh pêşwaziya min kir. Ez du rojan bûm mêhvanê Rewşen Xanim. Piştre min gelek caran seredana Rewşen Bedirxan kir. Gelek sohbet li gel kir, ji nêzik ve ew qasî min karî ez wê nas bikim.
Dema cara yekem min Sinemxan dît, Rewşen Xanim hate berçavê min, gelek taybetiyên Rewşen xanim gihane Sînemxan.
Gelek zehmete mirov bikaribê behsa Rewşen xanim bike. Bi hemû awayî insanek têgihiştî, sohbet xweş û gelek rê dida ku mirov qiset bike. Lê min di hemî sohbetên xwe de dixwest ez bêhtir wê xanima nirxbilind nas bikim. Min gelek pirs jê dikiran, bêyî ku aciz bibe gelek vekirî bersiva pirsan dida û hinek bûyerên ku min dixwest ez baş têbigihim gelek zelalî ji min re digot. Ez dikarim bibêjim naskirina Rewşen Bedirxan ji bo min bû weke zangoyekî. Her cara min xatir jê dixwest, ez pê dihesiyam ku gelek tiştên nû hînbûme. Mirov dikariya bi hemî awayî li gel wê xanima hêja bide û bistîne.
Rewşen Bedirxan dîroka siyasî û civakî wekî mirovek Rewşenbîr, wek mirovek zana û wek jinekî Kurd bûye sembolek. Lê mixabin hêjî bi awayek pêwist Rewşen xanim kiryarên wê, di nav gelê me de di nav dam û dezgehên me de û taybetî di nav jinên Kurd de baş yan jî awayê pêwîst naye naskirin. Kar û xebata Rewşen Bedirxan dikarê bibe ronahiya xebata jinên Kurd di civata me de. Tenê pêwistî heye ku ew Rewşen Xanim baştir nas bikin, gelek kar û xebatên taybet pêkanina gelek pirtûk û nivîsên hêja yên Rewşen xanim hene ku divê bikevin nav civata Kurd. Hinek karên Rewşen Xanim nediyarin, wenda bûne. Eger ew bêne dîtin dê destkeftekî gelek mezin be.
Minasebeta sed saliya ji dayik bûna Rewşen xanim, ez wê bi hurmet yad dikim.Wê xetîra(meşale) rewşenbirî û zanîna Rewşen xanim rêya me ronî bike. Di rastiya xwe de Rewşen xanim di nav Kurdan de sembola zanebûn û azadiya jina Kurd e.
Rewşen Bedirxan, jinek Kurd, zane, rewşenbîr, xanimek azad kesayetiyek serbilind û hêja û Rewşen Bedirxan Şahjineka Kurd bû. Ew wê her tim di dilê me de Şahjinek me be.
Di sedsaliya vê xanima qedirbilind de em wekî Kurd gelo çiqas me karî em bi erkên xwe rabin? Gelo di minasebeta sedsaliya yada Rewşen Bedirxan de divê em hemî rêxneyekî li xwe negirin?
Bila hezar rehmet li ser giyanê te be û hunê her tim di dilê mede bijîn û hun xetîra rêya ronîkirina rewşenbirî û welatparêziya Kurdistanê ne.
01.06.2009
Dara Bîlek