Armanca sereke divê destxistina statûyekî be!

Eger Kurd, dam û Dezgehên Kurda, partiyên siyasî yên kurda doza statûya xwe nekin û ji bo destxistina statûyekî, tekoşînê nekin, gelo dê mirov çewe wan wek dezgeh yan jî partiyên kurda bibîne?

Dara Bilek
Dema behsa mafê Kurdan yan jî destxistina mafê kurdan dikin, gerek di daxwazên xwe de gelekî zelalbin. Ji berî her tiştekî kurd jî wekî hemû neteweyên cîhanê mafê wan heye ku çarenûsa xwe bi îradeyek azad bi biryara xwe diyar bikin. Wek her miletekî mafê wan heye ku xwedî dewletbin. Heta kurd bi awayekî li welatê xwe de ne xwedî statûyekî bin, behsa destxistina mafê rewa yê kurdan nayê kirin.
Aliyên siyasî yên Kurd li ser bingehê bibin xwedî statû gerek siyasetê bikin û doza mafên xwe yên rewa bikin. Bê guman her beşek a Kurdistanê de ev yek bi awayek cuda tê gotubêj kirin.Dî roja me de jî mercên her beşekî xwedîyê taybetmendiyên cudane. Rewşa navdewletî jî di vê yekê de xwedî bandorek berbiçav e.
Başûrê Kurdistanê:
Li başûrê Kurdistanê, kurd xwedî statûyekine. Kurdistanek federal heye. Dam û dezgehên Kurda hene. Parlementoya Kurdistanê, serokê Kurdistanê û Hukumeta Herêma Kurdistanê heye. Hilbijartin pêk tên û li gora wê jî erkên rêveberiyê belav dibin. Di destûra Iraqê de mafê Kurda hatiye destnîşankirin û statûya herêma Kurdistanê heye. Sembola Kurdistanê heye. Ala Kurdistanê di hemû warî de û diplomasiya navdewletî de li pişta berpirsên Kurdistanê tê danîn. Artêşa Kurdistanê heye .
Yanî dema mirov berê xwe didiyê li başûrê Kurdistanê kurd xwedî statûne. Ev statûya heyî pêşerojê de dikare Kurdan ber bi konfederasyonekî yan jî dewletek serbixwe ve bibe. Ev yek ji bo başûrê Kurdistanê hêdî ne xewnin. Kurtahî mirov dikare gelek berfireh li ser statûya vî beşê Kurdistanê bisekine. Ya ji hemiyê girîngtir ew xwedî statûne û li welatê xwe li ser axa xwe bi zadî dijîn. Îro xwedî lê derketina vî beşê welatê me bûye pîvana niştimanperweriyê. Herweha destkeftima ya herî mezin û yekane di qonaxa ku em têre derbas dibin başûrê Kurdistanê ye.
Rojavayê Kurdistanê:
Rojavayê Kurdistanê, ( Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê) di sala 2012-2024an de statûyeke xweseriya a de facto hebû. HSDê herêmeke fireh (piranî li Cizîrê, Kobanî, Efrînê û deverên wekî Reqqa, Dêrezor) bi rêveberiya xwe îdare dikira. Lê wan tu cara ne navê Kurdistanê û ne jî sembolên Kurdistanî sereke wek Ala Kurdistanê bi kar neanîne û berevacî li dijê nav Kurdistanê û Ala Kurdistanê bi helwestbûn.Tu cara doza statûyeka Kurdistanî nekirine.
Piştî ketina rejîma Esad di Kanûna 2024an de, rewş bi temamî guherî.
Di rewşa niha de,Statûya wan a xweser nemaye. Di Çileya 2026an de, hikûmeta demkî ya Sûriyê (bi serokatiya Ehmed el-Şeraa) êrîşeke mezin li ser herêmên HSD ê dest pê kir. Hikûmet gelek dever (heta 80% ji erdên wan) kontrol kirin, nemaze Reqqa û Dêrezorê. Piştî agirbest û danûstandinan (bi navbeynkariya DYE), peymaneke berfireh hate îmzekirin:
. Şervanên HSD wekî kesane dikevin nav artêşa Sûriyê (ne wekî yekîneyên serbixwe).
. Yekbûna sivîl: Saziyên sivîl ên HSD ê dikevin bin desthilatdariya navendî ya Şamê. Sînor, neft û gaz, kampên DAIŞê û derbasgehên sînorî niha di bin kontrola hikûmeta navendî de ne.
. Ala Sûriyê ya fermî (an jî ya hikûmeta nû) li gelek deveran hatiye bilindkirin. Sembolên desthilata HSD ê di gelek cihan de hatine rakirin an jî sînordar bûne.
. Li Tu deverekî de AL yan jî sembolên HSD ê li gel Ala Surî nayên danîn. Tu hevdîtinekî fermî de semboleka HSD ê tuneye.
- Kurdî wekî zimanê neteweyî hatiye pejirandin û dikare were hîn kirin.
- Newroz wekî cejna fermî hatiye pejirandin.
- Hemwelatiya Sûriyê ji bo gelek kurdên bêstatû (yên ku wek kesên ecnebî) hatiye dayîn.
Ev maf mîna mafên hindikahiyekê ne, ne wekî otonomiya siyasî an federalî ye, yanî ne tu statûyek e.
Kurdên Rojava niha di bin desthilatdariya navendî ya Şamê de ne. Gelek kurd ditirsin ku destkeftiyên wan ên çandî, zayendî û siyasî winda bibin.
Rojhilatê Kurdistanê:
Ti statûya fermî ya otonomî yan federalî tune. Destûra Îranê wekhevîya etnîkî diparêze, lê di pratîkê de Kurd rastî cudakariya sîstematîk tên, zimanê Kurdî di perwerdehiyê de sînordar e, ewlehîkirina herêmê (militarîzekirin) heye, girtin, îdam û zextên siyasî gelek in. Kurd ji sedema çalakiyên siyasî û çandî weke “xetereke ewlehiyê” tên dîtin. Yanî bi kurtasî li rojhilatê Kurdistanê tu statûyeka kurdan tine.
Bakurê Kurdistanê:
Li bakur rewş gelekî zelale, tu statûyeka fermî ya kurdî yan jî kurdan tune ye. Kurd wekî komeke etnîkî ya fermî nayên nasîn, û tenê hindikahiyên ne-musulman (ermenî, yewnanî, cihû) statuya hindikahiyê ya fermî digirin. Kurd wekî hemwelatiyên tirk tên dîtin.
Zimanê Kurdî ne zimanê fermî ye. Di dibistanên dewletê de tenê wekî dersa bijartî heye, lê ne wekî zimanê perwerdeyê. Perwerdeya bi Kurdî di dibistanên giştî de qedexe ye. Di hin zanîngehan de ders hene, lê sînordar e.
Di saziyên fermî (dadgeh, meclis, karûbarên dewletê) de bi awayekî sînordar tê bikaranîn, lê gelek caran tê astengkirin (mînak: di meclisê de axaftina bi Kurdî carinan tê birîn û wekî “zimanê nenas” tê tomar kirin).Hin pêşketinên hindik hene (weşana TV ya dewletê bi Kurdî, hin tabelayên bajarî), lê ev ne statûyeka fermiye û gelek caran tên astengkirin Heta carê nivîsa kurdî kurdî yên bi tîpên Q, W, X hîn jî pirsgirêk çêdikin.
Bi kurtî: Rewş ji dema qedexeya tam (berî 1991-2002) baştir bûye, lê tu statûyeka fermî nîne. Yanî li bakurê Kurdistanê tu statûyeka Kurda tûneye. Îro di roja me de jî statûyeka Kurdan ne di rojeva kesekî de ye û niha hêviyek bi vî awayî jî tineye.
Dema gelemperî rewş ev be, gerek Kurd çi bikin? Ev pirsa serekeye. Eger Kurd dam û Dezgehên Kurda, partiyên siyasî yên kurda doza statûya xwe nekin û ji bo destxistina statûyekî, tekoşînê nekin, gelo dê mirov çewe wan wek dezgeh yan jî partiyên kurda bibîne? Her aliyek her partiyek dema doza mafê rewa yê gelê kurd bike, mecbûre doza destxistina statûyek fermî, bike. Eger vê nekê tu pêwendiya wan ne siyasî û ne jî ehlakî tekoşîna destxistina mafên netewî re tuneye.
Bawerim gerek ev yek bibe nawende gotubêjên siyasetmedarên Kurd. Bê guman gelek alî hene bi navê Kurdeyatiyê di destkeftiyên mafên netewî asteng dikin. Eger ev yek neyê dîtin û neyê teşhîrkitrin gelek zehmeta ku mirov pêşiya xwe bibîne.
Pîvana xeta netewî ji bo Kurda gelek eşkereye.
Yek gerek em wek kurd destkeftiyên heyîn ji dilo can biparêzin û ji bo pêşxistina statûya heyî pişgiriya pêwist bikin.
Duyem, di tekoşîna xwe ya siyasî de gerek em behsa destxistana statûyekî ji bo miletê xwe bikin û bê daxwazê doza mafên netewî yên Kurdistanî bikin.
17.5.2026


