Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzani bi serdaneke fermî gihîşte Romayê

Serok Nêçîrvan Barzani ji bo serdaneke fermî ya du rojî ber bi Romayê, Îtalyayê ve çû.
Di çarçoveya serdana xwe de, Serok Nêçîrvan Barzani dê bi Papayê Pîroz, Serokkomarê Îtalyayê û hejmarek berpirsên payebilind ên hikûmeta Îtalyayê û dewleta Vatîkanê re bicive.
Di civînan de dê têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îtalya û Vatîkanê re, rewşa siyasî û ewlehiyê ya li Iraq û herêmê, û her weha çend mijarên girîng ên hevpar werin nîqaşkirin.


