
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş li ser hilbijartinên serokkomariyê û tifaqa bi DEM Partiyê re daxuyaniyên girîng dan.
Erkan Baş di hevpeyvîneke xwe ya bi T24ê re de eşkere kir, dibe ku DEM Partî bixwaze bi namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî Kurdî ye derkeve pêşberî xelkê û got, “Dibe ku em li ser vê yekê li hev nekin.”
Erkan Baş li ser tifaqa bi DEM Partiyê re û hilbijartinên serokkomariyê wiha axivî:
“Bi nêrîna min vê carê em ber bi pêvajoyeke bi gelek namzedan ve diçin.
Divê em li wir nîqaş bikin ka em dikarin li dora kîjan bernameyê namzedên hevpar derxin.
Gelo em dikarin li ser vebijêrkeke li gorî bernameya me li hev bikin?
Li vir tercîha DEM Partiyê dê çi be? Wekî mînak, ez dikarim daxwaza wan a bi vî rengî fêm bikim: Dibe ku bixwazin bi namzedekî ku zimanê wî yê zikmakî Kurdî ye derkevin.
Dibe ku em li ser vê yekê li hev nekin. Ev mijar tên axaftin.”
Erkan Baş her wiha destnîşan kir ku ew wekî TÎP ji bo îhtimala ku bi serê xwe û bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinan bibin amadehiyê dikin.
Baş daxuyaniya xwe sererast kir
Ev gotinên Erkan Baş bûn sedema bertekan û li ser vê yekê daxuyaniyeke nû belav kir û gotinên xwe sererast kirin.
Erkan Baş di daxuyaniya xwe ya sererastkirinê de anî ziman:
“Mebesta min ji îfadeya, ‘namzedê ku zimanê wî yê dayîkê Kurdî ye’ ev bû: Dibe ku dostên me yên DEM Partiyê nêzîkatiyekê nîşan bidin ku tenê Pirsgirêka Kurdan wekî rojeva yekem dibîne.
Ez nabêjim dê wilo be lê ev îhtimalek e û tercîha wan e.
Di rewşeke wiha de, çawa ku tercîha wan rewa ye, tercîha me ya li gorî xeta me jî ew qasî rewa ye.”
“Etnîk ne girîng e”
Serokê TÎPê li pey çû û ragihand ku ji bo wan nijada namzed ne girîng e û wiha got:
“Wekî din, ji bo me û partiya me qet ne girîng e ku namzedekî hevpar ê ku bi awayekî giştî nêzîkî pirsgirêkên Tirkiyeyê dibe, ji kîjan etnîkê be; Kurd, Tirk, Laz, Çerkez an jî Ereb be.
Ti girîngiya vê yekê ji bo me nîne.”
Têkoşîna li dijî desthilatê
Erkan Baş li ser nêzîkatiya xwe ya li hemberî desthilatê jî diyar kir ku ew vê pergalê wekî “dijminê çîna karkeran” dibînin û got:
“Em di vê mijarê de pêdagir in. Ez bawer dikim her kes dizane ku kî bi rejîma Koşkê re li hev nake, kî bi wan re li ser maseyê rûnane û kî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî wan têdikoşe.
Em dê di vê xetê de berdewam bikin. Ji bo me rejîmeke ku em pê re dan û standinan bikin nîne.”

