PIRSA KURD Û PÊVAJOYEK NÛ
Ev demek e pirsa Kurd û çareseriya vê pirsê di rojeva siyaseta Tirkiye de ye. Piştî Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, di derbarê pirsa Kurd de dîtinên xwe gotin, carekî rojeva siyasetê li Tirkiye hate guhertin û herkesekî berê xwe da pirsa Kurd û cureyên çareseriya vê pirsê guftugo kirin û dikin. Bêgoman Gul bi gotara xwe pevajoyek nû destpêkir û gelek pispor vê pevajoyê wek bi awayekî pêvajoya çareseriya pirsa Kurd dibînin. Gotarên serokkomar wek prosesek ya li hevhatinê di navbera hukumet û leşker û hinek dezgehên din yên dewletê de jî tê nirxandin. Partiyên din jî mecbur man di derbarê vê pirsê de dîtinên xwe eşkere bikin. Heta Deniz Baykal jî li gora xwe hinek pêşniyar ji raya giştîre gotin. Lê rastî wek gelek tiştan di pirsa Kurd de jî, çi tê gotin û kî dibêje gelek girîng e. Dixweyê dema tiştek tê gotin kesayeta kesên dibêjin gelek cara derdikeve pêş. Dema Baykal derbarê pirsa Kurd de tiştekî dibêje, Kurd gelek ser nasekinin û vê yekê girîng nabînin. Lê cardin her gotarek erênî derbarê pirsa Kurd de bête gotin li gora xwe xwedî nirxekiye.
Gelek vekirî li Tirkiye ew partî, rêxistin, dezgeh û kesayetên îdeolojiya fermî ya dewletê diparêzin dijê çareseriya pirsa Kurdin. Ew her tim hîmen ku cumhuriyet li ser hatî avakirin diparêzin û her awayî pal didin van hîman ku hilneweşin. Ev cumhuriyet li ser inkar û qirkirina miletê Kurd hatiye avakirin. Destkeftina mafên rewa yê miletê Kurd hilweşandina van hîmen nijatperest ve girêdaye. Gerek Kurd vê yekê baş bibînin û di vî warî de xwe zelal bikin. Heta niha jî beşek Kurdan hewldidin ku xwe bi xwediyê îdeolojiya fermî şirîn bikin, hêdî xetek gelek stûr di nav kurdan û kemalîstan de heye û ew kurdên ji vê xetê derbas bibin dikevin di xizmeta parastina îdeolojiya fermî û hîmen ku cumhuriyeta Tirkî li ser hatine avakirin xort dikin.
Hinek teref, li gora Kurdan ew terefên tarî tên zanîn, piştî gotara Gul, gelek hewldidin ku rojêvê biguherin û hinek pirsên din peyda bikin ku, pirsa Kurd ji rojevê derkeve. Hetta li ser kesayeta Gul dest hinek minaqeşeyan kirine. Rastî dema pirsa Kurd li Tirkiye sere rojeva siyasî de be ev jo bo Kurdan gelekî girîng e. Gelo dema serokkomar, hukumet û partiyên siyasî li Tirkiye van gavan tavêjin, Kurd , tevgera Kurd li himber vê yekê çi dike? PKK û derdora xwe wek piraniya caran ne zelalin. Berpirsiyarên PKK-ê, her care gotinên cuda û yên hevnagirin dibêjin. Ji xwe rewşa DTP-ê di vî warî de kifşe û ne hewceyî şirovêye. Gotin heya ku, di nav hinek dezgehên Hukumeta Tirk û PKK-ê de hevdîtinên nehînî çêdibin. Mirov vê yekê bi temamî nizane, lê dema helwest û guhertinên dîtinên PKK-ê de baş bêne nirxandin, ev dîtin xort dibe. Dibê ku, hinek temas di navbera PKK-ê û dezgehên hukumetê de hebe.
Ji derê PKK-ê tevgera Kurd jî di vî warî de ne xwedî helwestek berbiçave. Wek mînak eger mirov van gavên ku, hukumet dixwaze bavêje baş bibîne, gerek bi hinek çelakiyan pişgiriyê bike.Girînge ku bi awayekî hukumet bizanibe Kurd bi çi cureyî pêşwaziya gavên ku dixwazin bavêjin dikin. Mimkine ev yek bandorek erênî li helwestên hukumete bike.
Eger Kurd bi temamî rolên xwe yê pêwist nelîze ihtimala ku hukumeta Tirkiye vê pirsê bê ku kesekî muhatab bigire çareser bike.Yanî jo bo daxwaziyên, kurdan bê ku kesekî re rune û guftogoyekî bike, li gora metodên xwe çareseriyekî peyda bike. Dema ev yek bibe gelo wê tevahî tevgera Kurd li Bakur bikeve çi rewşê?
Pirsek gelek zelal derketiye hole.Herkes di xalekî de gelekî vekirî dibêje ji berî her tiştî gerek taqandina silahan bisekine. Rastî ev tesbîtek baş e û di cihê xwe de ye. Di vî warî de bar û berpirsiyariya mezin dikeve li ser mile PKK-ê. Hem ew silaha neteqine û hem jî rê nede provakasyonên li ser nave wan bine kirin. Dema silah neteqin hem milet nefesekî rihet distîne hem jî ew kes yan jî dezgehên naxwazin bi tu awayî pirsa Kurd bête çareserkirin têk diçin. Lîztikên qirêj yên rêxistinên tarî eşkere dibe. Rolê dewleta kûr li kurdistanê gelek kêm dibe.
Kêm yan jî zêde gerek dengê Kurdan derkeve û vê pêvajoya ku Hukumet bi metodên xwe çareseriyekî ji bo pirsa Kurd digere, ji herkesekî zêdetir helwesta Kurdan girîng e. Ji xwe tişta ku îro hukumeta Tirkiye dixwaze di derbarê pirsa Kurd de bike, pirsa kurd tu cara temamî çareser nake. Lê wê gavek gelek mezin bê avêtin ku, Kurd heyîna xwe ya civakî xort bikin û jiyana wan ji rewşek awarte derkeve. Kurtahî gavên hukumet tavêje û yên bavêje dibe zemînek gelek baş ji bo destxistana mafên gelên Kurdistanê yên rewa.
22.5.2009
Dara Bilek