Cûreyê xebatê û siyasetek durûtî


Cûreyê siyasî, di tekoşîna destkeftiyên mafên gelên Kurdistanê de gelekî giring e. Pirsgirêkên siyasî gelek caran kesan ji cûreyê siyaseta ku dixwazin bikin dûr dixe û wan mahkûmê siyaseta rêxistinî ya ku ne li gora bîr û baweriyên wan e dike. Dema kesek bi serê xwe dîtinên xwe yên kesayetî di civatekî de behs dike, wek kesayet dîtinek li gora civatê erênî dide xuyakirin.Lê dema mirov di nava rêxistinê de li wan dinêre û xebata dikin dibîne, li gotinên wan guhdar dike,tu pêwendî bi dîtinên wan yên kesayetî re tuneye. Ji dîtinên wan yên kesayetî eser tuneye.Ew wek kesayet tiştek in lê dema dibe pirsa rêxistinî dibin tiştek din. Yanî bi awayek din, ew li dijî bîr û baweriya xwe ne. Ji bo hinek sifatên rêxistinî bi gelek hêsanî dev ji baweriyên xwe yên bingehîn berdidin.Ev yek dibe sedemek bingehîn ku mirov siyasetê li gora berjewendiyên xwe yên kesayetî dike û herweha li gora wê jî li bûyeran dinere û hemû rexne, nirxandin û şiroveyên xwe li gora wê çêdike. Dixuye ev yek pirsgirêkek herî mezin ya piraniyê kesayetên ku di nav tevgera Kurdistanê de cih digirin û serkêşiya rêxistinan dikin e.

Îro di gotaran de dixuye ku piraniya Kurdên Bakur li dijî siyasetek tund û tûj in.Ew siyasetek bi rêya demokrasiyê û diyalogê dixwazin. Herweha siyasetek aştiyane diparêzin.Lê dema mirov li encama kiryarên wan dinere, ew eksê daxwaziyên xwe siyasetê dikin. Eger îro li Tirkiyê û Kurdistana Bakur warek aram peyda bibe, sileh neteqin û bi awayek aştiyane kar bête kirin, gelek tişt têne guhertin.Yek ji wan ewe ku wê ava şêlo zelal bibe û rûyê herkesekî yê rast derkeve hole.Wê reş û sipî ji hev cuda bibe.Ev yek wê bihêle leptek siyasî, li ser zemînên pakij û saxlem di nav Kurdan de dest pê bike.

Di qonaxek weha de wê kesek nikaribe dengê kesên din bibire û herkes, li gora taqeta xwe dengê xwe derêxe û xebata xwe bike.Wê Kurdeyatî ne di bin bandora tu terafan de be. Bi kurtahî, wê tevgera Kurd bikaribe pêşiya xwe bibîne û ji bo pirs û pirsgirêkan çareseriyan biafirîne. Çewtî ewe ku ji aliyekî mirov li dijî siyasetek tund be û ji aliyek din ve jî tundiyê geş bike.Ev siyasetek xizmeta wan kesandeye ku yên dixwazin avê şilo bikin û nehêlin Kurd pêşiya xwe bibînin. Gelek vekirî berjewendiyên wan yên rojane û kesayetî di berdewamkirina vê siyasetê de heye.

Di roja me de gelek vekirî hinek terefên tarî dixwazin her tim nexweşî di Kurdistanê de hebe. Jiyana van terefan bi vê yekê ve girêdayî ye. Di gelek bûyerên çêdibin de tiliya wan heye. Rêxistina Ergenekon serkêşiya van bûyerên tarî dike, ev yek bi hnek minasebetan hatiye eşkerekirin. Dema Kurd bi xwe jî vê siyaseta tund û tûj bikarbînin û di rêza van terefên tarî de siyasetê bikin, hingê kifş dibe ku siyaset di xizmeta kê de ye û hefsar di destê kê de ye. Heta li Bakurê Kurdistanê tevgera Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Kurd vê yekê nebînin, wê tu caran nikaribin pêşiya xwe bibînin û wê nikaribin tu projeyan bêxin jiyanê.

Gerek herkes piştgiriya guhertinên ku berjewendiyên Kurdan tê de hebe bike.Kê ji bo çi kiriye ne gelekî giring e. Eger îro hinek bixwazin rewşek aram peyda bibe, gerek Kurd ji herkesekî behtir di vî warî de piştgiriya wan bikin, ji ber ku berjewendiyên tevgera Kurd di vê de heye.Wekî din wê gelek zehmet be ku kesayetên azad difikirin bikaribin zanîn û ramanên xwe bêxin bin xizmeta Tevgera Kurd.

Di minasebetekê de parlementerek DTP-ê di gotarek xwe de got: “Di van hilbijartinan de tixûbên Kurdistanê hatin kifşkirin.” Kesek gelek li ser vê nesekinî.Gotinek Kurdan heye dibejin:”Dê were vî kerî,di vî borî re derbas bike.” Eger tixubên Kurdistanê ew bajarên ku DTP di hilbijartinên herêmî de serketibin, ji xwe siyaseta ku dewlet di derbarê Kurdistanê û Kurdan de bi kar tîne serketî ye.

Birastî mirov gelek caran dimîne ecebmayî gelo ev gotin bi navê kê têne kirin? Ji vê jî ecebtir, piraniya Kurdan ji vê gotinê re li çepikan dixin. Dema av şilo be siyaset jî bi vî awayî tê kirin. Ji bo vê yekê, gerek ji bo rewşek aram û warek demokratîk kar bête kirin û piştgiriya xabatê ji bo vê bête kirin.

4.Gulan.2009

Dara Bilek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: