Doza Ergenekonê û rastîya pêşverûtîyê
Di doza Ergenekonê de pêlek herî mezin destpêkiriye û vê carê gelek kesayet û bi taybetî kesayetên akademisyen û rektorên hinek zankoyan hatin binçavkirin. Li mal û cihên karên wan lêgerin hatin kirin. Di encamê de Hinek kes hatin binçavkirin û hinek jî li hêviya encama belgeyên ku ji malên wan birine û bên kontrolkirin mane.Eger tawanek hate dîtin dê ew jî ihtimalek mezin bêne girtin.
Li Tirkiyê, piraniya kesên ku xwe wek demokrat û pêşverû, heta şoreşger didin naskirin van girtinan tawanbar dikin û wek pirsgirêkek di nav hikûmetê û muxalefetê de dibînin.Heta hinek kes vê yekê şerek di navbera tevgera Islamî û leşkeran de dinirxînin.Bê goman ev kesên têne girtin û derbarê wan de hinek tawan tên rojevê, ew in yên ku xwe bi awayekî ji avakirina cumhuriyeta Tirkiyê û xwediyê dewletê dibinin.Ew xwe wek parêzgerê cumhuriyetê dihesibînin. Ew, wek kesên ku li ser rêça Ataturk dimeşin tên naskirin. Li Tirkiye demekê bi piranî ev kesayet bûn ku pêşverû,şoreşger û hemdem dihatin dîtin.Heta demekê îşareta şoreşgerî û pêşverutiya wan rismên Ataturk bû ku bi singa xwe ve bikin.Ewan kesayetan hertim di bin navê şoreşgerî û demokratbûnê de ji bilî xwe herkes xirab, paşveru û ne hevdem ditîdin.Van hertim di asta herî bilind de dijminatiya tevgera Kurd û heyîna miletê Kurd dikirin û hê jî dikin.
Lê ew di rastiya xwe de, ew kes in yên ku dijminên demokrasiyê ne.Her demê bûne piştbalek mezin ji bo darbeyên leşkerî.Ewan tu caran nexwestiye hukmek ne di bin xizmet û berjewendiyên wan de be bibe xwedî desthilat.Hertim leyiztikên qirêj bikaranîne da ku hikûmetên ne di xizmeta wan de ne,daxin. Qet baweriya wan bi demokrasiyê nehatiye.Gelek kes bawer dikin ku ew sifatên li ber navên wan dibe sedemê pêşverûtiya wan.Lê mixabin ew sifatên akademîk rastiya wan car caran vedişêre.Bi taybetî dema pirsa Kurd tê rojevê rastiya kesayeta wan ji ber xwe ve derdikeve holê .Mirov dema guh dide dîtinên wan ew rihê wan yê nijadperestî gelek zelal eşkere dibe.
Lê mixabin piraniya caran li himber wan tevgera Îslamî tê rojevê, ew wek bedila bi tenê tê nîşandan û di vê çarçovê de îdeolojik li meselê tê nerîn. Ev yek hinek tiştan li ber çavên mirov winda dike û nahêle şiroveyên rasteqênî derkevin hole.Lê di rastiya xwe de li Tirkiyê ev grûba ku xwe wek xwedî û parêzerên cuhmuriyêtê dibînin, dijminên demokrasiyê û pişgirên inqilabên leşkerî ne. Beşek ji wan bi nav pêşverû ne,lê di hindurê xwe de faşîst in.
Di 27-ê Nîsana 2007an de, leşkeran inzarek di malpera serekerkaniya Tirkiyê de belav kirin. Ev yek li Tirkiye wek E-muxtira hate navkirin.Leşkeran cardin dixwestin midaxeleyî hikûmetê bikin û demokrasiya bi qismî heyî tevahî ji holê rakin. Wek caran xwestin bidin nîşandan ku li Tirkiyê hertişt di bin weseyeta leşkerî de ye, bi awayek din midaxeleyek leşkerî bû. Dema ev yek hate kirin, hikûmetê gelek zelal bersiva vê inzarê da û bi navê demokrasiyê li Tirkiyê helwestek girt.Ev cara yekem bû ku hikûmetek li himber hewldanek leşkerî dibû xwedî helwest. Ev kesayet û akademisyenên xwe şoreşger û hevdem nişan didin, yek ji wan li ba demokrasiyê helwest negirt. Bi navê parastina statukoyê,parastina cumhuriyetê piştgiriya teşebusa darbeyek leşkerî kirin.Îro ewin yên ku bi tawanbariya teşebusa darbeyek leşkerî û kar û barên tarî di nav dewletê de têne binçavkirin û dadkirin.
Ji aliyek din, doza Ergenekon çiqas ji bo Tirkiyê giring be, ji bo Kurdan û tevgera Kurd jî ewkas giring e. Rastiyek mezin ya dîroka siyasî ya Tevgera Kurd di pirsa doza Ergenekonê de veşartiye. Dema pirsa Kurd bê rojevê, mirov nikare bêje ka çiqas ev yek tê eşkerekirin.Ji ber ku dema pirsa Kurd tê rojevê, li Tirkiye rast û çep hemi dibin yek.
Li Tirkiyê di çarçova doza Erkenekonê de girtina hinek kesan, ne bûyerek hesanî ye. Gavek dîrokî ye û hêviyek heye qonaxek taybet bi vê dozê ve girêdayî bête zelalkirin.
14.04.2009
Dara Bilek