Girîngiya Kongreyek Kurdistanî
Eve demek e pêkanîna Kongreyek Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê bi germî ketiye rojeva Tevgera Kurd û Tirkiyê. Bi taybetî piştî seredana Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ya Stenbolê, ev yek gelek bû pirsek rojane. Talabanî çend hevpeyvîn bi rojnameyên Tirkî re çêkirin, gelek li ser vê kongreyê rawestiya û heta behsa naverok û bi awayekî armanca Kongreya Kurdistanî kir. Pîştî vê Öcalan û hinek berdevkên PKK-ê di derbarê Kongreyek Netewî de dîtinên xwe gotin. Lê di gotarên wan de, bi awayekî bersiva Talabanî dihate dayîn. Heta Leyla Zana di axaftina xwe ya Newrozê de rexne li Talabanî girtin. Berî her tiştekî kongreyek hê bi awayek fermî ji bo raya giştî nehatiye ragihandin û naveroka wê baş nehatiye zelalkirin, gerek ji bo serkeftina vê kongreyê her kesek bi berpirsiyarî tevbigere û evqas giftûgo ji niha ve li ser encam û naveroka kongreyê neyê kirin.
Wek tê zanîn ev kongre, di meha 12-ê de dema şandeke bilind a DTP-ê seredana Başûrê Kurdistanê kir û hevdîtin li gel Serokê Iraqê Talabanî, Serokê Kurdistanê Barzanî û Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çêkirin, hat rojevê. Dema behsa kongre belav bû, di cih de pirsa ku PKK dev ji çek berde û Tirkiye di derbarê pirsa Kurd de hinek gavan bavêje ket rojeva siyasetê. Mimkine gelek kes ji dûr nêzik armanca kongreyek bi vî awayî minaqeşe bike. Lê di rastiya xwe de heta armanc û bernameya vê kongreyê newê diyarkirin, kesên ku hatine yan jî bêne dawetkirin bi temamî eşkere nebe, mirov nikare gelek nirxandinên rasteqînî li ser bike.
Berî civandina kongreyê ji niha ve hinek tişt derketine pêş. Gelo wê PKK têkilî kongreyê bibe yan nabe? Li ser vê yekê hinek kesan ji serkirdeyatiya PKK-ê daxuyanî dan û gotin „Ew kongreya ku em amadekirina wê de û di kongreyê bi xwe de beşdar nebin, encamên wê me girê nade“. Birastî ev beyan ne di cihê xwe de bûn. Piştî beyana wan, berpirsiyarê Ragihandina Navendî ya PDK Sero Qadir eşkere kir ku, PKK wê di kongreyê de amade bibe. Vêca birastî mirov nizane ev daxuyanî çawa û ji bo çi têne belavkirin. Her wiha ji niha ve bingeha kongreyekê dibe bingeha propagandeyek bê wate. Ji aliyek din medya Tirkî bi piralî vê yekê giftûgo dike û gelek seneryoyan li ser kongreyek Kurdistanî çêdike û serkirdeyatiya PKK-ê jî li gora senaryoyên medya Tirkiyê daxuyaniyan belav dikin.
Daxwaziya kongreyek Kurdistanî ji kê û sedem çi hatibe rojevê tiştek baş e. Her wiha pêkanîna kongreyekê di bin çavdêriya Serokê Kurdistanê de gaveke gelek erênî ye û ev yek tê wê wateyê ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê wek navendek tevgera netewî – Kurdistanî dixwaze rolekê di herême de bilîze û pirsa Kurd bi awayekî bikeve pevajoyek siyasî û nûjen. Bê guman ew rêxistin û aliyên Kurdî naxwazin xwe di vê pavajoya nûjen de bibînin, ew jî mafê wa ye. Lê di rastiya xwe de gelek spekulasyon li ser vê kongreyê têne kirin û ev yek ji bo selameta kongreyê ne tiştek baş e. Dema armanca kongrê bête eşkerekirin û kesên dawetkirî bêne eşkere kirin, hêdî giftûgoya li ser bê kirin wê baş be û bi ihtimalek mezin wê ew giftûgo bibe sedemek pêşketina kongreyê bi xwe jî.
Gelek eşkere ye, wê rewşa PKK-ê û mayîna wan a li başûr rojeva taybet ya Kongreyê be û her wiha daxwazên ji Tirkiyê û belkî ji hinek welatên din yên cîran bêne kirin, cardin wê di rojeva kongreyê de cihek taybet bigire. Lê tê zanîn hewldanek mezin heye da ku gelek tişt berî kongrê bêne çareserkirin û ji bo serkeftinên armanca kongrê zemînek baş bête amadekirin. Ji xwe serokkomarê Iraqê Talabanî gelek detayên kongreyê eşkere kirin.. Di vî warî de Ocalan jî dîtinên xwe eşkere kirin. Dîtinên Ocalan yên ji berî daxûyaniyên Talabanî û yên piştî daxûyaniyên Talabanî hene. Ev jî dide eşkerekirin ku Ocalan û derdora PKK-ê ji daxuyaniyên Talabanî aciz in.
Li gora rayedarên Tirkiyê didin eşkerekirin, ew ne li dijî çêkirina kongreyek Kurdistanî ne û heta niha vê yekê erênî dinirxînin. Mimkine hewldanên berî kongreyê têne kirin bi awayek baş derbas dibin. Mirov di hinek bûyeran de vê yekê dibîne.
Hêvî ewe ku di demek nîzik de di derbarê vê kongreyê de hinek tişt ji aliyê berpirsiyarên kongrê ve bêne zelalkirin da ku giftûgo li ser bingehek erênî bênêkirin û bibin sedemek ji bo pêşketina kongreyê. Tevgera Kurd pêwistî bi pêvajoyek nûjen heye. Ev pêvajo jî gelek vekirî gerek hêdî çek neteqin û Kurd ji bo mafên xwe yên rewa bi rêya demokratîk, aştî û diyalogê kar û xebatê bikin. Ji ber ku di rastiya xwe de di vê pêvajoya ku cihan têre derbas dibe, hilgirtina çek ne di xizmeta berjewendiyên netewî yên Kurdistanê de ye. Ev yek gelek vekirî dixuye. Ji xwe hêdî mirov tu armanca şerekî çekdarî nabîne û nizanê ji bo çiye jî.
Hêvî ewe ku ev kongre pêk bê û ji bo tu sedeman neyê şûndedayîn yan jî betalkirin. Birasti çênebûna kongreyek netewî, wê ji bo tevgera siyasiya Kurdistanî wendabûnek be.
23.03.2009
Dara Bilek