Qonaxek Zîz û Giringiya Kurdistanê
Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, doh ji bo civînek darayî û herêmî çu Tahranê. Gul li gel Serok Komarê Îran û Rêberê Olî re hevdîtin pêkanîn. Çuyina Gul, piştî ku wezira derwe ya Emerîka Hillary Clinton seredana Tirkiye kir pêkhat, bivê nevê ev yek girîngiyekî dide sefera Serok Komarê Tirkiye. Wekî tê zanîn dê meha Nîsanê Serokê DYE Obama ji bo seredanekî fermî bête Tirkiye. Dema mirov vî çuyin û hatinê dibîne baweriyek çêdibê ku Gul dixwaze rolekî ji bo başkirina pêwendiyên Emerika û Îranê bilîze. Her weha dema Gul çuyî Îranê li ser pirsa rojnemevanekî di derbarê pirsa Kurd de, got “Wê di derbarê pirsa Kurd de di rojên pêş de tiştên baş bibin. Divê em meselê li derveyî sînorên Tirkiyê nebînin “ ev peyamek girîng e û her weha îşarete ke di vê çuyin hatina diplomasiyê de, dixweyê wê pirsa Kurd cihek taybet bigre û di xeta Emerika, Tirkiye ,Îran û Iraqê de bête guftûgokirin. Her weha wê Hewlêr rolek taybet di vê xetê de bilîze.
Hate eşkerekirin ku, di demek nezik de serok komarê Tirkiye Gul, sefera Iraqê bike. Gelek kes ihtimala seredana Hewlêrê jî dibînin. Lê seredana Hewlêr neke jî mimkine hinek hevditin li Baxdayê desthilatdariya Kurdistanê re bêne kirin. Ev yek jî dê, rê li pêşiya hinek pirsgirêkan veke û bibe destpêka cihbicihkirina hinek projeyan.
Hatina Serokê Emerika ya Tirkiye di vê demê de gelekî giring e. Li gora ku dixwûyê û tê şirovekirin, wê Obama li Tirkiye peyama aşitiyê bide rojhilata navîn û cîhan a îslamî. Bûyerên ku li herêmê çedibin û ev çûyin hatina dîplomatik pirsa Kurd cardin têxe di rojeva Rojhilat a Navîn de. Wisa dixwûyê di du xalên giring de pirsa Kurd bête rojevê.
Yekem; pêwendiyên di navbera Tirkiye û Kurdistana Başûr de heyin pêştedir herin û di pêvajoyekî de bigihê asta ku Tirkiye statuya Kurdistana Başûr bi awayek fermî nasbike. Ev yek wê ji bo tevgera Kurd di herêmê de serkeftinek gelek mezin be û her weha ev yek dê bandorek berbiçav dewletên din yên herêmê bike. Her dewletek pirsa Kurd tê de heyî, wekî Tirkiye, Îran û Surî, dema pewendiyên wan Başûrê Kurdistanê re başbin û statuya Kurdistanê nasbikin, ev yek wê bandorek erênî li pirsa Kurd di wan welatan de jî bike. Dema Emerika dixwaze di herêmê de pişta teror a islamî bişkine û aramiyekî di herême de pêkbîne, gerek dewletên herêmê li gel Başûrê Kurdistanê xwedî pêwendiyekê bin û statuya Başûr nasbikin. Bi awayek din desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bûye aktorek ku di herêmê de rolek bingehîn dileyîze. Bê goman ev yek ji bo tevahiya tevgera Kurd dibe hêzek gelek mezin.
Duyem; bi awayekî çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê. Ji bo Tirkiya yan jî ji bo Hukumeta desthilat, gelek giringe ku PKK ji dev silah berde û ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Emerika, Irak Îran û desthilatdariya Kurdistanê jî erênî li ve yekê dinêrin. Her weha Li hember vê dîtina Tirkiye dixwazin Tirkiye pirsa Kurd de hinek gavan bavêje rewşek aramî peyda bibe, hinek guhertinên desturî û civakî bêne kirin daku rê vebe xelkek ji dest silah berde û vegere. Lê asteng a herî mezin di pêşiya vê dîtinê de, li Tirkiye leşker û dewleta kûr e. Nûnêrên îdeolojiya fermî naxwazin ew yêk pêkwere û bi hemî imkanên xwe dijê vê disekinin. Bê goman dema ev yek çêbibe hem wê li Bakur Kurd bibin xwedî hinek maf hem jî ji aliyek din Tevgera Kurd li Bakur bikeve di pêvajoyek din de. Ew jî ewe ku hêdî dê pirsa Kurd bi awayek aşîtiyane û rêya diyalogê bête çareserkirin. Ew gavên heta niha ji bo Kurdan hatîn avêtin wê zehftir bibin û wê mecala ku Kurd bi xwe gelektir doza mafên xwe yên rewa bikin. Ev yek wê ji bo Tirkiye û Tevgera Kurd li Bakur jî bibe detpêka pêvajoyek gelek baş.
Ji xwe hewldana civandina Kongreyekî Kurdistanî di navbera Kurdên herçar parçeyan de li Hewlêr bi xwe jî îşarete ke ji bo hevldana çareserkirina van pirsgirêkane.
Dema mirov ji pencera Kurdan ve li hatina Obama ya Tirkiye dinêre ev herdu xal gerek vekirî têne dîtin. Her weha dema em rewşa tevger a Kurd li Bakur dinêrin gerek rastiyek din jî bibînin. Yanî carna ji bo çareseriyê hinek helwestên Kurdan bi navê Kurdeyatiyê bi xwe jî, dibe astengek di rêya çareseriyê de. Mixabin,Tevgera Kurd li Bakur di bin bandora siyasetek bê istiqrar de ye.Gelek caran kesayetên siyasî û rewşenbîr pişgiriya vê siyaseta bêistiqrar dikin. Ev yek çewtiyek mezine û bivê nevê çareseriya pirsa Kurd zehmetir dike. Eger xûrtbûna siyasetakî mirov bawer bike di ban bandorê cihên tarî de ye, çawa mirov dikarê ji bo gaveke kin bê jî pişgiriya wê bike. Divê konaxa zîz de siyasetmedar, bi hisî nebin xwedî helwest. Helwest divê li gora berjewendiyên neteweyî bin.
11.03.2009
Dara Bilek