Nivîsar

ADAR

Meha Adarê ji bo Neteweyê Kurd bi hemû awayî meheke gelek giring e. Adar di jiyana siyasî û civakî ya Kurdan de roleke gelek taybet dilîze. Adar ji bo Kurdan meha şîn û şahiyê ye. Adar, carna wekî rengê xwe yê demsalê, berê xwe daye Kurdan jî. Gelek taviya baranê barîne û lehî rabûye malên xelkê xirakirine, ziyanên mezin dane mal û canê xelkê. Carna bûye taveke germ derketiye, wekî rehmekî mirov hemandine. Adar ji bo Kurdan rengek yê jiyanê ye geh kene geh giriye. Geh azadiye geh zilm û zordarî û bindestiye. Bi kurtahî  mirov hinek bûyerên ku di vê mehê de çêbûyî bînê bîra xwe, girîngiya Adarê ji xwe ve derdikeve holê.

Barzaniyê nemir, 1-ê Adarê sala 1979-ê çûye ser heqiya xwe û ev bûye rojek tarî ji bo Neteweyê Kurd. Her weha nemir Barzanî di 14-ê vê mehê de xwedê daye û hatiye dinyayê. Niha li Kurdistan a Azad minasebetên rojbûna Barzaniyê nemir çalakiya herî mezin û bi mane tê kirin. 14-ê Adarê her kesek Barzanî bi bîr bîne ji bo yadkirina wî dara diçîne. Gerek her Kurdek li kûderê be vê rojê ji bo yadkirina vî nemirî darekî biçîne. Bi vê minasebeta pîroz hem emê Barzaniyê nemir yad bikin, hem jî emê Kurdistan a delal bixemilînin.

6-ê Adarê 1921-ê Serhildana Koçgîri  destpêkiriye û ev serhildan di dîroka Kurdistanê de gelekî giringe û bûye destpêka gelek serhildan û dozkirina mafên netewî yên Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.

Serhildana Dersimê di sala 1936-ê meha Adarê de destpêkir.

Di 31-ê meha Adarê de, sala 1947-ê de, Pêşewa Qazî Muhammad, Sardî Qazi û Sayfi Qazi, li meydana Çarçira hatin dardekirin.

11-ê Adara 1970 –ê de, li Başûrê Kurdistanê peymanek di navbera şoreşa serokatiya Barzaniyê nemir û Iraqê de hate îmzekirin û gelek mafên Kurdan hatin pejirandin. Her weha ev bû belgeya yekem ku dewletek kolonyalist bi awayeke fermî li gel tevgera Kurd îmze dike.

12-ê Adara 1971-ê leşkerên Tirk dest danîn li ser hukim û sedan siyasetmedar, rewşenbîr û zanayên Kurd hatin girtin.

6-ê Adarê sala 1975-ê peymana xiyanetê di navbera Iraq û Iranê de piştgiriya Yekitiya Sovyet û Emerîka hate îmze kirin û ji bo şoreşa Îlona pîroz bû karasetek mezin û şoreş têk çû.

Newroz cejna neteweyê Kurd 21-ê Adarê ye.Cejna azadiyê cejna mizgîniya sersalek nû, destpêka baharê, Newroz bûye sembola roja tovê azadiyê, ji bo neteweyekî hatî avêtin wekî ku di vê rojê de jiyan dikeve axê û xweza û sirûşt ji xewa zivistanê hişyar dibe û bi hemî awayî xeml û xweşiya xwe pêşkêşî mirovatiyê dike.

Her weha gelek bûyerên din ku dîroka tevgera Kurdistanê ve girêdayî di vê mehê de peyda bûne. Mirov bikaribe di mehekê de beşek girîng yê tevgera miletekî tevî xweşî û nexweşiyê bibîne gelek balkêşe.

Îsal 29-ê adarê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartinên herêmî hene. Cara yekeme ku, Tirkiye hinek gavên berbiçav di derbarê Kurdan de diavêje û cara yekeme ku Kurd warekî de dikevin hilbijartina ku heyina wan û zimanê wan hatiye naskirin. Hevî ewe ku encam bi hemî awayî bikeve xizmeta berjewendiyên Netewî û tevgera siyasî Kurdistanî de.

09.03.2009

Dara Bilek

Back to top button