
Di nakokiyên di nava CHPê de rojane behsa hinek gavên nû tê kirin. Lê rastiyek derketiye holê ku, cardin hatina herdu aliyên ku idia dikin ku ew berpirsên CHPê ne niqaş berdewamin.
Li gorî agahiyan, di navbera fraksiyonên Kemal Kiliçdaroğlu û Özgür Özel ên di nav CHP de, heta radeyekê kanalek diyalogê vebûye. Tê gotin ku Kiliçdaroğlu endamek Komîteya Rêveberiya Navendî û parêzerê xwe ji bo hevdîtinan hilbijartiye, di heman demê de Özgür Özel du kes hilbijartiye. Ev kes dê bicivin da ku li ser pirsgirêk û çareseriyên potansiyel nîqaş bikin.
Tê gotin ku3 parlementer, Engin Altay, Gürsel Erol û Ali Öztunç, ku bi her du aliyan re diyalogê didomînin, Lêbelê, tê îdiakirin ku li her du aliyan jî kesên ku naxwazin lihev bikin hene.
Her çiqas daxuyaniya Özgür Özel ya ku, idida dike û dibêje: “Ew dixwazin me ji partiya me dûr bixin, lê em ê neçin,” metirsiyek hukukî! jî di nava CHPê de heye . Ew jî eve ku, heke kongreya CHP heta 26ê Tîrmehê neyê lidarxistin, dibe ku partî ji beşdarbûna hilbijartinan bê astengkirin.
Lê dixweyê serokatiya CHP ji bo vê îhtîmalê amadekariyan dike, plan dike ku ne yek, lê du partiyên siyasî ava bike û herduyan ji bo hilbijartinek zû amade bike.
Pêşîniyaraya Özgür Özel civandina kongreya CHP ye. Di vê çarçoveyê de, hat ragihandin ku 900 delegeyan daxwaznameyek ji bo civandina kongreyê îmze kirine, ku daxwaznameyên ku banga kongreyê dikin dê radestî Kemal Kılıçdaroğlu bikin û dê ji partiyê were xwestin ku di nav 15 rojan de kongreyê bicivîne. Hat gotin ku heke ev daxwaz neyê bicîhanîn, dê doz li Dadgeha Sivîl were vekirin.
Her çiqas ev pêvajo berdewam bike jî, hate îdîakirin ku ji bo bidestxistina demê bi bêdengî ji bo damezrandina partiyek siyasî ya nû kar tê kirin. Hate tekez kirin ku damezrandina partiyek bi 30 kesan mimkun e ku werin cem hev û daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Karên Hundir bikin, lê pêvajoya rastîn piştî ku daxwazname tê pêşkêş kirin dest pê dike.
Ji bo ku partiyeke nû damezrandî beşdarî hilbijartinan bibe, divê şertên ku ji hêla Qanûna Partiyên Siyasî û Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve hatine destnîşankirin bicîh bîne. Li gorî vê, divê partî rêxistina xwe herî kêm şeş meh berî roja hilbijartinê li herî kêm nîvê parêzgehan, ango 41 parêzgehan, ava kiribe. Ji bo ku li parêzgehekê wekî rêxistinkirî were hesibandin, mecbûrî ye ku rêxistinên navçeyan li herî kêm sêyeka navçeyên wê parêzgehê, tevî navçeya navendî, hebin.
Li parêzgehên ku rêxistin temam bibin, divê kongreya giştî herî kêm şeş meh berî roja hilbijartinê were lidarxistin. Wekî din, divê partî di nav demên ku di destûra xwe de hatine destnîşankirin de ji du caran li pey hev kongreyên navçeyan, parêzgehê û giştî paşguh neke. Hatiye diyarkirin ku Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Bilind dê qeydên endametî û rêxistinî yên heyî binirxîne, û partiyên ku şertên qanûnî bicîh tînin û mafê wan ê beşdarbûna hilbijartinan ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve tê destnîşankirin, dê berî hilbijartinan di Rojnameya Fermî de werin ragihandin. Partiyên ku di vê navnîşê de nînin dê nikaribin beşdarî hilbijartinan bibin.
Her çend hate destnîşankirin ku pêvajoya damezrandina partiyek nû ne hêsan e jî, pêvajoya damezrandina IYI Partiyê wekî mînak hate nîşandan.
Hat gotin ku CHP 15 parlamenter deyn daye Partiya IYI da ku ew bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe, bi vî rengî astengiya avakirina komeke parlementerî derbas kir. Lêbelê, hate gotin ku her çend partiyek nû damezrandî îro di Meclîsa Mezin a Neteweyî de komeke parlementerî hebe jî, ev yek dê di warê beşdarbûna hilbijartinan de neyê hesibandin.
Hat gotin ku partiyek ku dikare di bin serokatiya Özgür Özel de were damezrandin, nikare bi heman awayî wekî pêvajoyên damezrandina Partiya IYI, Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA were nirxandin. Ji ber ku hate îdîakirin ku partiya Özgür Özel dê bi 110 parlamenteran were damezrandin û dê di roja damezrandina xwe de bibe partiya sereke ya muxalefetê. Herwiha, hate îdiakirin ku ji 420 şaredarên CHPê nêzîkî 370 kes li aliyê Özgür Özel in.
Hat ragihandin ku hewldanên ji bo damezrandina partiyeke nû di nav CHPê de ji hêla Ensar Aytekin, Parlamenterê Balıkesirê ve têne birêvebirin, ku di dema serokatiya Özgür Özel de wekî Cîgirê Serokê Berpirsê Rêxistinê kar dikir. Tê gotin ku Aytekin van hewldanan berî biryara “betalkirinê” dest pê kiriye, ji ber ku biryareke wisa dihat hêvîkirin.
Dema ku Özgür Özel van hewldanan dike, ew bi Ekrem Îmamoğlu, namzetê serokatiyê yê CHP û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê re, ku ji 21ê Adara 2025an vir ve di girtîgehê de ye, hevdîtina dike.
Di navendên siyasî de tê nîqaşkirin ku ger partiyek nû were damezrandin, navê wê dê “Partiya Serxwebûnê” be. Tê gotin ku ev nav di nav komeke teng de tê behskirin, û dibe ku di pêvajoyê de pêşniyarên navên cûda derkevin holê. Her wiha tê gotin ku vebijarka guhertina navê partiyek ku hejmareke kêm a dengdêran heye ku mafê beşdarbûna hilbijartinê heye jî tê nirxandin.


