CivakFlaş

Mustafa Ozçelik sersaxiya Serok Barzanî kir

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kuristanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê  ji hemû malbatê re dixwazin

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyeke fermî mirina wî ragihand û diyar kir ku  “birayê mezin ê malbatê” û neviyê kesayetîya neteweyî û olî ya navdar Şêx Ebdulselam Barzanî xwedê jê razî Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, roja 4ê Îlona 2026an de ji ber nexweşîya xwe  koça dawî kirîye.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, ji Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû malbatê re sersaxîyê dixwazin.

Serê gelê me sax be.

05.09.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kuristanê (PWK)

Back to top button