FlaşPolîtîk

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Kir

Li Pîrmamê, Serok Barzanî pêşwaziyê li rêzdar Stefan Wendt, Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de rêzdar Stefan Wendt kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û erka xwe ya nû li Herêma Kurdistanê derbirî û spasiya xwe ji bo vekirîbûn û mêvanperweriya gelê Kurdistanê hebû. Her wiha wî ragihand ku Yekîtiya Ewropayê bi girîngiyeke mezin li pêgeh û bandora Herêma Kurdistanê dinêre li ser asta Iraq û navçeyê û xwe bi piştevan û hevbeşê Herêmê dizane.

Her di wê hevdîtinê de bal kişandin li ser rewşa siyasî û pêşhat û aloziyên navçeyê û di derbarê astengên li pêşiya çalakkirina Parlementoyê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button