
İro 642 malbat ji koçberên Serê Kaniyê ji kampa Newroz li gundewarê Dêrikê û ya Waşûkanî li gundewarê Hesekê, vedigerin cih û warên xwe.
Hêjmara kesên ku vedigerin bi tevahî 4 084 kesin, ji van penaberan 283 malbat ji kampa Newroz û 359 malbat ji kampa Waşûkanî derdikevin.
Komisyona bilind a netewên yekgirtî bo karûbarên penaberan dê alavên veguhstina wan malbatan bo ware wan peyda bike.
Heta niha 2500 malbat ji koçberkiriyên Serê Kaniyê di 5 karwanan de vegeriyane warê xwe û 100 malbat ji derbiderên Hesekê yên li Serê Kaniyê bo warê wan hatin vegerandin.


