
Bi minasebeta salvegera destpêka berxwedana Zîndana Amedê, roja 05.09.2026ê, li ber derîyê hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê çalakîyek hat eli dar xistin.
Sîyasetmedarê kurd Nûrî Sinir ku yek ji kesayetê ku di Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê de rû bi rûyî wê zilm û îşkenceyê bûye, di derbarê muzeya ku nuha tê amade kirin û zilma di hefsê de axaftinek kir.
Paşê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk axaftinek kir.
Mustafa Ozçelîk şehîdên zindana Amedê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî.

Özçelîk got, ‘’Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê, laboratûar û projeyeke stratejik a Dewleta Tirkîyeyê, ya Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Cûntaya Darbeya 12ê Îlona 1980yî bû.Bi vê projeye dixwestin hemû nirx û fikir û nasnemaya neteyweyî ya miletê Kurd bişkîne, bêrûmet bike. Lê çawa ku sîyaseta dewleta tirkîyeyê ya heta sala 1980yî nikaribûye hebûn û têkoşîna azadîya miletê Kurd ji holê rake, darbeya 12yê îlona 1980yî û zilma ku Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê hate meşandin jî nikarîbû hebûn û têkoşîna miletê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirkîyeyê nuha jî dixwaze bi sîyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’, vê carê ne bes li Bakurê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê rê li ber bidestxistina statuyeke sîyasî û mafên neteweyî-demokratîk ên miletê Kurd bigre’’.
Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de bangî Dewleta Tirkîyeyê kir got ‘’Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dev ji vê sîyaseta înkar, asîmîlasyon û tune hesibandina mafên miletê Kurd berdin. Dev ji hevdîtinên li pişt derîya berdin. Werin wek nûnerên miletê Kurd, bi partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurdan re rûnin. Bi rêyên aştîyane û sîyasî em rêya çareserîya rasteqîn vekin’’.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê, rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd beşdarî çalakîya li ber Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê bûn.
05.09.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK


