FlaşPolîtîk

Lêpirsîn li dijî Ahmet Davutoğlu dest pê kir

Li dijî Ahmet Davutoğlu, serokê berê yê Partiya Pêşerojê ya hilweşiyayî û Serokwezîrê berê, bi tohmeta heqaretkirina Serokkomar lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya xala 299/1ê ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de der barê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê Ahmet Davutogluyê ku ji ber daxuyaniyên wî yên , bi mebesta heqaret li serokkomar kiriye lêpirsînê destpêkir.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ev tişt hatin gotin:

“Di encama lêpirsînê de der barê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ya hatiye betalkirin Ahmet Davutoglu de di çarçoveya sûcê “Heqaret li Serokomariyê” ya ku di xala 299/1ê ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê da tê tertîpkirin de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn di çarçoveya bendên qanûnî yên têkildar de bi hûrgilî tê kirin.”

Davutoglu 7ê Îlonê roja duşemê saet di 15.00ê de dê wek bersûc li Edliyeya Enqerê îfade bide.

Back to top button