
Amerîkayê çar dronên Îranî yên ku ber bi Tengava Hurmuzê ve hatibûn avêtin êxistin. Li hember vê yekê, Amerîkayê ji bo parastina xwe li tesîsên radarên çavdêriyê li peravê yên Îranê yên li giravên Goruk û Qeşm xist. Îranê jî bi êrîşkirina baregehên Amerîkî li Kuweyt û Behrêynê bersiv da.
Piştî ku Amerîkayê çar dronên Îranî yên ku ber bi Tengava Hurmuzê ve hatibûn avêtin da ku rê li ber derbasbûna tankeran bigirin, alozî gihat asteka herî bilind.
Pasdarên Şoreşa Îranê demjimêr 1:30 sibehê de hewlda 4 tankerên petrolê yên beku destûra Îranê derbas bibin bike armanc. Amerikayê ev êrîşa wan têkbir û 4 dron êxistin .
Di demek kurt de piştî xistina droneyan (dora saet 2:00ê sibehê bi dema herêmî), Amerîkayê tesîsên radara çavdêriya yên peravê Îranê û bircên ragihandinê yên li giravên Goruk (Sirik) û Qeşm hedef girtin da ku li dijî êrîşên nû yên gengaz tedbîran bigire. CENTCOMê wêneyên êrîşên li ser van tesîsên radarê di heman rojê de weşand.
Piştî êrîşên li ser tesîsên peravê, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê bi mûşekên Hêza Hewayî êrîşeke tolhildanê da destpêkirin. Êrîş rasterast hebûna Amerîkayê li herêmê hedef girt û li Baregeha Hewayî ya Elî El-Salem li Kuweytê û Baregeha Flota Pêncemîn li Behreynê xist.
Daxuyaniyek ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşê ve hat weşandin, li dijî artêşa Amerîkayê zimanekî tund bi kar anî û tekez kir ku mûşek bersiveke rasterast a êrîşên li ser Giravên Sirik û Qeşm bûn.
Wezareta Karên Hundir a Behreynê ragihand ku welat rastî êrîşên nû hatiye. Wan tekez kir ku divê raya giştî netirse, û ji her kesî xwest ku li herêma ewle ya herî nêzîk stargehê bigerin.
Artêşa Kuweytê daxuyaniyek weşand û piştrast kir ku êrîşên nû yên mûşek û dronan li dijî welêt hatine destpêkirin û pergalên parastina hewayî li dijî hêmanên dijmin hatine aktîfkirin. Daxuyaniyê ji raya giştî xwest ku netirsin û got, “Dengên teqînan ji ber operasyonên ji bo desteserkirina hêmanên dijmin tên. Em ji her kesî dixwazin ku li gorî rênimayên ewlehiyê yên rayedarên peywendîdar tevbigerin.”
Piştî zêdebûna aloziyan, artêşa Amerîkayê derbarê êrîşên dawî yên li ser Kuweyt û Behrêynê de daxuyaniyek ragihand.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku êrîş ji aliyê Îranê ve wekî tolhildan hatine kirin û got, “Îranê heft mûşekên balîstîk ber bi Kuweyt û Behrêynê ve avêtin çend demjimêran piştî ku CENTCOMê çar dronên êrîşê yên yekalî yên çêkirî yên Îranê yên ku ber bi Tengava Hurmuzê ve hatibûn avêtin xistin.” Li gorî nirxandinên destpêkê, êrîşên Îranê ti zirar nedane û hat gotin ku “Nirxandinên destpêkê nîşan didin ku 6 ji mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin hatine têkbirin û mûşeka 7emîn negihîştiye armanca xwe. Niha, ti agahî tune ku nîşan bide ku zirar gihîştiye personelên Amerîkayê û îdiayên ku Îranê zirar daye baregeha Flota 5emîn a Amerîkayê li Behrêynê ne rast in.” Daxuyaniyê tekez kir ku CENTCOM di hişyariyê de ye û got, “Hêzên me amade ne ku ji bo parastina xwe bersiva êrîşa bêsedem a Îranê bidin.”


