Nivîsar

WATEYA ALA YA TURKÎYA Û YA KURDISTANÊ


Hingî Tirk dirijdin liser hebûn û parastina ala ya xwe û di hemi munasebet û bê munasebetan de ku bi hetsekî metirsîdar tînin ziman, bivê û nevê bala mirov dikşîne nav hindek gumanan û mirov paldide ku ji bilî hizra pêdivîya parastina hebûna alayekê, belkî pêdivîye mirov hizreka dî têda bike. 

Şeva dî jî di kanaleka televîzyonî de li ser doza Kurdî û çareserîya wê de gengeşeyek hebû. Dema di ewê programêde “demokratên” Turkî careka dî bi şêweyekî bê wate û bê munasebet bi dirijdî liser parastina yek ala (ala ya Turkî) rawestîyan,hema ji nişkêve hate bîra min ku, li Turkîya hêşta di qonaxa xwendina seretayî de wekî çîrok bo şagirtan

(xwendevanan) dihate gotin ku, di şerên rizgarîya Turkîya de dema ku Kemal Ataturk di şeveka heyveroj de li gorepana şerrî de di bîne ku wêneyê heyvê daye ser goleka xwînê ya”şehîda” û stêrkek jî li ber heyvêye,hema ji nişkêve di bêje “temam ev dê bo me bibe wêneyê ala” û bi evî şêweyî ala ya Turkîya hatîye duruskirin. 

Di heman demê de ala ya Kurdistanê û wateya reng û sîmayên wê hate bîra min. Min ev herdu ala yên Turkîya û Kurdistanê danîn ber çav û pîvanek di navbera reng û sîma û wateya wan de kir. Pîvaneka ne ku bi şêweyekî lêkolînerî yan kûr û dûr, pîvaneka hema berbiçav û sererû. 

Bêguman her welatek, ango her gel û neteweyek dema biryara alayekê bo xwe dide, reng û sîmayên wê ala yê bi wateyên cûrbicûr bardike. 

Alaya Kurdistanê ji sê rengên kesk, sor û sipî û di nîva wê de jî hetaveka 21 tîrêjî pêk hatîye. Her rengek ji vana wateyeka xwe ya giştî û xwezayî heye. Kesk, wateya suruştê (tebîetê) sor wateya şoreşê ango rizgarîyê û sipî jî wateya aşîtîyê dide. Hetav bi xwe jî wateya azadîyê dide.jiber ku hetav roje, roj ronahîye û ronahî bi serê xwe jî azadîye. 

Belê ala ya Turkîya bi tenê ji rengê sor pêkhatîye û sîmayên heyf û stêrkê di navdeye. Ew rengê sor jî ne bi wateya giştî ya şoreşê hatîye barkirin. Berovajî,bi şêweyekî taybetî û bi wateya rengê xwînê hatîye barkirin. Heyv û stêr di nav de jî tenê wateya şevê dide. Bi evî awayî tê şîrovekirin. Xwîn tolvedanê û şev jî tarîtîyê (ango gunehkarîyê) watedar dike. Li gorey mîtolojî yên civatan û li gorey felsefe yên serdemên berî yek xwedayî bûnê jî, şev ango xwedanê şefê jî nûnerîya dozexê (cehenemê) dikir . 

Înca dema Turka, ango Kemal Ataturk biryara evê alayê dane, ta çi redeyê bi mejîyekî saxlem reftar kirine, (eve dibe cihê gumanê) mirov nizane, belê dibe ku egerên wê yên saykolojîk yan psîkolojîk jî hebin. Çêdibe ku eve pêwîstî bi dûvçûn û lêkolîneka taybet jî hebe. Lewra dîroka Turka ya şîdetkarî yê, wergirtina xaka anatolîya, xaka erebistanê ya balkana û hwd. Ya bi hêza şûr û şîdetê û paşê jî digel şikestina Împeretorîya Osmanî de jidestdana ewê xakê hemi, di biwarê derûnî de bi sere xwe alozîyeka mezin bo ewê civatê peyda dike. Eve jî babetekî bi serê xw ye. 

Belê ya di sere min de dibe pirsîyar û ez nikarim bersiveka erênî bo peyda bikim eve ye: Gelo ev Kurdên evîndarên rengê kesk û parêzvanên suruştê û ew Turkên ku her roj keskatî û suruşta Kurdistanê di şewitînin, ew Kurdên şoreşvan û rizgarîxwaz û ew Turkên qatlîamkar û Kurdînkar, ew Kurdên xwedanên rengê sipî û aştîxwaz û ew Turkên şoven û tolvedankar, ew Kurdên azadîxwaz û xwedanên rojê û ew Turkên dagîrkar û xwedanên şevê, dê çawa pêkve bijîn. 

Gelo dibe ku roj û şev bibe yek. Wekî hindek alîyên Kurd dilê xwe xweş dikin,gelo mumkune ku rojek ji rojan Kurdên ronahîparêz û Turkên tarîparêz bibin dost û bira û pêkve bijîn? Gelo bo evê yekê dê Kurd ji hetava xwe fedakarî bikin yan Turk ji heyva xwe? 

Selîm Giresorî

29 04 2009 

Back to top button