Di Çareserîya Doza Kurd de Dirijdîya Sîyaseta Înkarê û Netewayetî!
Li evê dumahîkê bi hindek daxweyanî yên serok komarê Tirkîyê (A GUL) yên li ser pîyan û paş roportaja rojnamevanê navdarê Tirk (Hasan Cemal) ya digel serokê KCK (M Karayilan) de careka dî doza Kurdî rojeva Tirkîyê germ kir û rewşenbîr,sîyasetvan entelektuel û demokratên Kurd û Tirk her roj di kenalên corecorên televîzyonan de gengeşê li ser evî babetê sedsalane dikin.
Herçende bi curet û bi zelalî neyê gotin jî,belê gengeşedarên evî babetî bi şêweyekî giştî îşaretê bi derfetekê dikin û hez dikin ku ev derfeta henê ji dest neçe.Bi rastî ew derfeta ku tînin ziman çîye mirov baş tê nagehê.lewra nayê zelalkirin. ji wê çendê jî tenê mirov dikare bo têgehiştina evê yekê pêvajoya sedsalî û astê qonaxa evro ya ku dozaa Kurd gehiştîyê şîrove bike,belkî hingê ev gotina henê bibe watedar.
Belê bi min waye ya herî girîng û watedar, ji ser zarzimanê A. Gul dubarekirina gotina “çareserîya doza Kurd”e. Tenê ev gotin bi sere xwe jî, têkdana çand û eqlîyeta dewleta Tirkîye ye, ewa ku hebûna Kurdan red dikirin.Ango têkdana xeta sor ya Tirkan e. Nexşe li têkdana xetên wan yên sor yên dîtir be.Belê naveroka evê “doza Kurd” ya ku hukûmeta Tirkîyê û serokkomar A Gul dibêjin çîye? Eve ne dîyare. Wekî ew çînên ku me li jorê nave wan anî ziman,yanî wekî rewşenbîr, sîyasetvan,entellektuel û demokratên Kurd û Turk tînin ziman, naverok, bê naverok û bê wateye.Çi çerçove û proje bo wê nine.
Belê, raste bi şêweyekî ron û aşkera êdî tê gotin ku “çareserîya doza Kurd” pêwîste. Belê înca jî pirsgirêkek dî peyda bûye.Kîjan Kurd,ango Kurd kîne û çine? Pirgirêka Kurd wekî nefer(şexs), yan eşîr û malbat,yan girûb û navçe yan jî Gel û Netewe!Ya ne zelal û şolî eve ye. Eve zelal nebe pirsgirêk jî çareser nabe. Mixabin heta niha jî çi destpêşxerî û hewildanên zelalkirina evê çendê jî xweya nabe. Zêdebarî,di bin nave “hest û ramanên hevpişk” û goya bi merema pêşve birina hewlên “xêrê”, rastîya hebûna netewe ya Kurd û çareserîya rasteqîn careka dî tête bincilkirin. Li gorey evê rewşê çawa ku piştî sed salan nûka Turka hebûna Kurda qebûl kirin, înca dive Kurd heta sed salên dîtir sebir bikin ku Turk netewebûna wan qebûl bikin!
Lewra,çawa ku paş damezrandina sîstema sosyalîstî ku bi nave “enternasyonalîzm”ê, bi qedexekirina bizav û şoreşa netewayetî ya Kurd,hebûna doza Kurd û neteweya Kurd hate heramkirin û qedexekirin,evro jî bi nave entelektuelî,bi nave eqlîyeta hevçerxî,bi nave sîstema cîhana nû,ango bi her eqlîyeteka dî, careka dî Gel ê Kurd, neteweya Kurd red dikin û divên ku li ser evê zemîna redkirinê” çareserîya doza Kurd”peyda bikin.?
Cihê daxêye ku di evan gengeşeyên bi nave çareserî yê de,ji bilî yek du rêzdarên wekî Haşim Haşimî û bi taybetî Şerefettîn Elçî ku bi hest û berpirsîyarî hebûna welat û neteweya Kurd di parêze,ewên dî hemi jî wekî ewan çîn û nasnavên ku li jor me bahskirî di ramînin.Heger tenê rewşenbîr, sîyasetvan, entellektuel û demokratên Turkîya vê bêjin,mirov dikare bêje emenna.Lewra di encamde ew jî Turkin û mafê wan e ku berjewendî yên neteweya xwe bi parêzin.Belê dema yên Kurd nikaribin navekî li civaka xwe bikin, ji rastîya hebûna welat û hebûna neteweya xwe bazdin û zêdebarî ji hevrêkên xwe bêtir dijayetîya nasyonalîzma (ango neteweya) Kurd, dijayetîya etnîsîteya Kurd û Kurdistanê dikin, dijayetîya bi navkirina Gelê Kurd dikin. Ya herî daxbar eveye.Û zêdebarî gelek malperên Kurd jî evan gotinan wekî têbinîyên pozitîf dikin manşêt!
Demokrat û pêşverû yên Turk (herweha yên ereb û faris jî) bi çi eqlî,bi çi dad û mafperwerîyê evî tiştî di parêzin mirov tênagehê.Hingî ewin, netewe û neteweperstî û dewleta neteweyî bo wan rast û durust û rewaye,belê bo Kurda heram û qedexeye!Piştî Yekemîn Cenga Cîhanî, ew hemi bûne netewe û dewletên xwe yên neteweyî damezrandin.Ewe bo wan hemîyan rast û rewa bû.Belê evro tenê bi navkirina neteweya Kurd,yan daxwaza mafê neteweyî bi tenê jî nayê hezimkirin û nayê pejirandin. Mixabin Kurd jî, jiber lawazî û kêm şexsîyetîya xwe li têla wan dixin.
Lewra herdem di bêjim û her dê bêjim;Kurd muhtacî hestekî neteweyîne,muhtacî kesayetek (şexsîyetek)a neteweyîne,muhtacî bîr û ra yên neteweyîne,muhtacî rêbaz û bizaveka neteweyîne.Tenha ev hest û ramanên neteweyî dikare Kurda ji hemi hest û ramanên xerab yên sîyasî û gendelî û hwd.biparêze.Tenha bi rapêçana hest û ramanên netewayetî Kurd dikarin bibin xwedan kesayet û bizaveka bi hêz û biserkevin.
Selîm Giresorî
23 05 2009