Başbûx,Hêvîyên Hestîyaran Têkda !
Gelek diserve ne buhurî.Kêm zêde heyvek berê Serokkomarê Turkîya,liser pîyan gotibû ku “derfet hatîye ku doza Kurdî bête çareserkirin”.Paşê Serokwezîr Erdoxan jî bi şêweyê xwe herwekî piştgîrîya Serokkomar kir…û bi evî awayî ev heyv bo Kurdên hestîyar bû heyva hingivîn.Turk dibêjin Balayi.
Belê mixabin ev heyva hingivîn li dumahîkê derket xewn, ne ku rastî!Lewra Serokerkanê Turkîya di seredana xwe ya bo Emrîka de got ku “em tawîzdana ji yek dewlet û yek netewebûnê qebûl nakin û erkêkê mine ku ez li terorîstan bigerim,bibînim û wan ji bin bibim”.Paş evê daxwuyanîyê hema yekser serokwezîrê Turkîya Recep Tayip Erdoxan jî di gotara xwe de piştevanîya Î.Başbuxê xwe kir û got ku ew jî “bi terorîstanre danûstadinê nakin û digel DTP û serokê wê A.Turk de jî çi civînan nakin”.
Bi evî awayî heyva hingivîna hestîyarên Kurda têk çû.Rojev hate guhertin.Rojev bû rojeva gengeşeya navê partîya Erdoxan;Nav AKP ye yan AK Partî ye?Rojev bû rojeva xîtabkirina ji kesayetîya Erdoxan re.Gelo dema xelk xîtabî wî bikin,dê bêjin”tu” yan dê bêjin”hûn”(sen û sîz).Rojev bû rojeva ewan mayinên ku dewletê bixwe li pêş 60 70 salî li nav axa Kurdistanê (liser tixûbên Sûrîya) çandibûn.Niha jî mejbûr mane ku rakin.Belê dê çawan rakin û heta çerxekî dî wanekin ku xelkên deverê yên Kurd nebin xedîyê ewê axa xwe yên bav û kalên xwe !
Heger derbarey çareserîya Doza Kurdîde durustbûna,li şûna gengeşeyên derbarey navê partîya AKP û çawanîya xîtabkirina ji serokwezîr re,pêwist bû di evê qonaxêde ewan li ser kanalên Tv yan û di mitîngên xwe de behsa evê çareserîya doza Kurd kiribûna daku zemîn bo durust kiribana,neku bi rêkên gengeşeyên sunnî rojevê biguherînin.
Ya girîng û aşkera ewe ku dewlet bi hemi organ û dezgahên xweve ne berheve û nevêt ku doza Kurd çareser bike yan berev çareserîyê pêngavên ciddî û dostane bavêjin.Ne hukûmet,ne dewlet û ne jî milletê Turkîya bo pejirandina neteweya Kurd,bo pejirandina Gelê Kurd û bo pejirandina Doza Kurd ne berheve.Berovajî,dibeku nûke ji her demê bêtir ew berhev dibin daku êrîşeka leşkerî bikin ser deverên sînor û gundên Başûra Kurdistanê.Lewra nûke ji demên buhurî bêtir belafirên leşkerî û topxaneyên wan gund û çîyayên Başûra Kurdistanê rojane bombaran dikin.Heger hat û delîveyekê box we bibînin jî qet guman têda nîne ku ew operasyoneka berfireh jî encam bidin.Bi taybetî jî di evê qonaxa helbijartinên Herêma Kurdistanê de û jiber pêşdaçûnên derbarey pirsgirêka Kerkûde jî ew pir hez dikin ku givaştinekê bixin ser Hukûmeta Herêma Kurdistanê.
Jiber evê çendê bi min waye di evan qonaxên nazik û taybet de pêwiste Kurd ji ya heyî bêtir hişyar û agah li xwe bin.Pêwiste Kurd êdî ji pîlan û mizdanên dijmin têr bûbin û zû bi zû neyên xapandin û ne fûrin.Eve bi sedehan salin ku Kurd û Turk di nava hevdude dijîn û her ku Kurd gehiştine qonaxeka baş ya bi hêz û nêzîkî serkeftinê bûne ewan,yanî dewleta Turkîya pişta Kurda miz dane,bi fen û fûtan (bi fêlbazî) rewşa wan têk dane û serkeftina wan paşve xistine.Divê êdî ji evê qederêre em bêjin bese.
Raste,her pêngaveka ku wekî dewlet,Turkîya beramber Kurdade bi şêweyekî pozîtîv bavêje dive Kurd pêşewazîya wê jî bi şêweyekî pozîtîf bikin û jê sûde bigrin ,belê pêwiste pişta xwe jî ewqasî pêve girê nedin,heger ew pêngav ne fermîbe(wekî TRT 6).Ya ji hemi jî girîngtir,heta ku Turkîya hebûna Kurda digel axa wan de wekî millet,wekî netewe qebûl neke û evê rastîyê di destûrê de bicih nekin,pêwiste Kurd jî ji hemi axaftinên wan bawer nekin û ji samîmîyet û cîddîyeta wan piştrast nebin.
Kurd milletekî hestîyarin û milletên hestîyar jî pir zû têne xapandin!
Selîm Giresorî
10 06 2009