Di Sîyasetê de Text û Ez Ezî !
Bê guman wekî di hemi biwarande,herweha di sîyasetê da jî dîyardeya temahî û ez ezîyê heye û hebûna wê wekî tiştekî suruştî ye û divêt bi şêweyekî suruştî jî bête pejirandin.Lewra me bivê û nevê di ruhê her mirovekî de digel em emîyê de ez ezî jî heye.Herwekî hebûna şev û rojê û mejbûrîyeta pêkvejîyana hemi tiştên negatîf ligel yên pozîtîf.Wekî sar û germ,av û agir,hestîyarî û aqil.Jîyana sîyasî bi evî awayî herwekî di nava hemi civakande heyî,dê di nava civaka Kurd de jî hebe û heye jî.Eve rastîyeka Bizava Rizgarxwazîya Kurdistanî ye.
Ji binbirina evê dîyardeyê ji nava Bizava Rizgarîxwazîya Kurdistanî tişteka ne asan û ne mumkune.Belê ya fer û girîng ewe ku mirov nehêle hestîyarî kontrola aqil bike.Biryar û ferman bi aqil û zanistê bêne dan neku aqil bibe dîl di destên hestîyarîde.Ez ezî her dê hebe,belê ya fer û girîng ewe ku em emî neyêt ji bîrkirin û neyêt paşguhxistin.Ya fer û girîng ewe ku ez ezî di mirovî de nebe karakter û kesayet û berjewendî yên kesayetî nekevin cih û pêşîya berjewendî yên giştî.Bi zimanekî kurt û zelal,ya girîng ewe ku berjewendî yên giştî(yên neteweyî)nekevin di metirsîyê de û berjewendî yên kesayetî nebin gef û metirsîdar li ser berjewendî yên giştî.
Eve,ji navxweya xêzanî destpêdike û heta bi çarçova seranserîya civakê jî werdigre.Eve,rastîyeka girîng û herweha birîneka me ya dijware jî. Dema mirov hizrekê di dîroka xweya kevnar de dike,dema mirov li sedemên jinavçûna dewletên Kurdî digere,dema mirov dûvçûneka durust derbarey sernegirtina serhildan û şoreşên Kurdî yên rabirdû de dike û dema mirov kosp û astengên evro yên di rêka serkeftinên Kurda de di bîne,dixweyê ku yek ji xalên serekî û herî girîng yên evan astengan hestîyarî û ez ezîya Kurda bixwe ye.Ev dîyardeya ez ezîyê kengî ji sînorên xwe yên suruştî derbas bûye û bûye biryardar û fermandar,hingê zerer û zîyan daye berjewendîyên xwe yên kesayetî û yên giştî jî.Yanî text jî ji dest çûye û bext jî nemaye.
Ma gelo egerên serekî yên di nava hêz û partîyên seranserîya Kurdistanê yên evro bixwe jî,ma ne ew şerrên text û ez ezî bixwe ye.Ma ne ev dîyardeya henê bixwe ye ku li Bakura Kurdistanê bûye egera ji navçûna çendîn girûp û partîyên sîyasî? Û hêjî di navbera ewan çend neferên ku ji ber tofanê filitîbin jî,li ser ewî textê rût û rizî û bo ez ezîyê ev şerr,herwekî şerrê donkîşotî berdewame.
Bi min waye sê xalen girîng hene ku dibin egerên bilindbûn û berbelavbûna evê dîyardeya ez ezîyê.Ew jî evene;ji bilî nebûna hestê neteweyî,hejarî(birçîbûn),derbederî û bêhêzî.Bi taybetî hebûna evan her sê xalan pêkve,kesayeta (şexsîyeta) mirovan lawaz dike û asta ez ezîyê jî bilind dike.Ev her sê xal jî,jiber nebûna dewleteka Kurdî û bi taybetî jî jiber sîyasetên dagîrkarî yên dewletên dijmin,di nava Kurda de pir bi dijwarî hatîye jîyandin.Zêdebarî,ji bilî îdeolojîya bertenga partîyatî,ev endam û kadirên sîyasî bi raman û kultureka Kurdewarî ne hatine perwerdekirin û xam mane.Bi sedehan sal Kurd jiber jîyana hejarî keftine kul û derdê jîyara xwe û zarokên xwe û karektereka xweperesyê wergirtine;Mirovê hejar û birçî û xweperest nikare hizrê di têrkirina civakêda bike û bibee neteweperest.Kurd di walatê xwe de û li ser axa xwe derbeder bûne û di rewşeka koçberî (gerokî) de jîyane.Derbederî hizra mirovî tarûmar dike,bê istiqrar dike,mirov paldide nava hizrên katî û rojane da..Di biwarê jîyarê de mirov dike wekî gerok(parsek)an. Kurd,bi sedan sal bê hêz (bê leşker) mane;Mirovê bê hêz herdem stuxware,çavşikestîye.Mirovên bê hêz dibin xwedan kesayeteka lawaz.
Jiber evê çendê jî di cewherê mirov û civatên weha de êdî hestê em emîyê lawaz dibe û hestê ez ezîyê pêş dikeve.Belê bi min waye êdî evro kêm zêde rewş hatî guhertin û herçende heta niha bi durustî nehatibe kirin jî,belê ji niha û pêde fer û pir pêwiste bête kirin.Lewra evro bi şêweyekî fermî û serbixwe nebe jî,belê wekî de facto,dewleteka Kurda heye;Ji kêmanîve beşekî Kurda êdî dikarin xwe derbeder nebînin.Ev dewlet dikare bibe dewleteka têr û hemi Kurdên li bin sîbera xwe jî têr bike û çavbirçî nemînin.Êdî leşkerekî evê dewletê jî heye û ev hêz dikare bawerîyê bide Kurda ku şexsîyet û cesareta Kurda jî bi hêztir bikeve. Ancex bi evî şêweyî di nava Kurda de dê ez ezî kêm bibe û em emî û hestê neteweyî geş û berbelav bibe.
Hingê bê guman dê serkeftin û text û dewlet jî misoger bibe.
Selîm Giresorî
20 06 2009