Nivîsar

Helbijartinên Başûrê Kurdistanê

Bo çi Mesûd Barzanî ?

Derbarey Helbijartinên Kurdistanê yên ku dê  li roja 25.07.2009 ê de bibin,tişta ku li dumahîkê tête gotin,ezê li pêşî bêjim û berdewamîyê bi egerên helwesta xwe yên erênî bidim.Bê guman dê helwesta min jî  bo Destûra Herêma Kurdistanê,dê bo serkeftina Lîsteya Kurdistanî û bi taybetî jî dê bo Serokê Herêmê (Serok Mesûd Barzanî)  her dê belê be.Û pêwîste her Kurdekî wefadar û bi berpirsîyar û bi eqlane reftar bike jî,her divê ra ya wî eve be.

Lewra berî hemi tiştî bi dengdanê pejirandina destûra Kurdistanê,pêngaveka pir girînge berev rewanîyeta birêvebirin û dezgahên navdewletîbûna Kurdistanê ve.Zêdebarî pêngaveka bi rêkxistinkirina sîstemeka hevçerxe di hemi biwarên rêvebirî,sîyasî,aborî,dadwerî û hwd.de.

Li gorey şert û mercên taybet ku em têda derbas dibin,her çiqas kêm û qusûrî jî bêne jimartin,belê bi min waye Lîsteya Kurdistanî ku pêkhatî ji PDK û YNK ê,bi şîyantirîn û bi hêztirîn lîsteye û ew di evê qonaxê de ji hemi lîsteyên dî bêtir dikarin kêmûqusûrî yên heyî (yên welat) bibînin û berteref bikin,dikarin bêhtir xizmeta Gel bikin û welat avadantir bikin,dikarin bêtir balansa sîyaseta dewletên dewrûber rabigrin û zêdebarî li dûv serbora xwe ya 17 salî,di biwarê parastina destkeftî yên heyî û pêşdabirin û misogerkirina wan,di biwarê qezenckirina dostên xwedan şîyan û dîplomasîyê û hwd de dikarin bêtir berhemdar û serkeftî bin.

Bi taybetî jî derbarey pêwîstîya helbijartina Mesûd Barzanî bo postê Serokatîya Kurdistanê,Ji bilî ku ew kurê serokê rûhî yê Neteweya Kurd Mele Mistefa ye,ji bilî ku ew kurê şoreşêye û di nava şoreşa Kurdistanê de xwedê daye û herweha di nava şoreşên Kurdistanê de şer kirî,sîyaset û xizmet kirî,ji bilî esaleta malbatî û evan serborên sîyasî,rêvebirî û serkirdayetî,bi min waye hindek tiştên dî yên girîng û jîyanî jî hene ku pêwiste Serok Mesûd Barzanî dûbare û bi rêjeyeka pir bilind û hejî bibe Serokê Kurdistanê. 

Lewra hêşta li bîra me ye ku ji serhildana pîroz û heta niha ev destkeftî yên pîroz yên Başûra Kurdistanê di çendîn qonaxên metirsîdar de derbas bûne,bo ji binbirina evan destkeftîyan çendîn pîlanên dijminkarî û dagîrkarî yên herêmî hatine encamdan û hêşta jî ev pîlanên qirêj û genî berdewamin.Belê heta niha jî evan bizavên henê sernegirtine û sernagrin jî.Lewra egerên serekî yên sernegirtina evan bizav û pîlanên henê,bêguman sîyaseta eqlane û hekîmane ya Serok Mesûd Barzanî bixwe bûye.

Mesûd Barzanî herdem wekî serkirdeyekî xwedan şexsîyeteka neteweyî bizav kirî ye.Çi di çarçoweya Başûra Kurdistanê de û çi jî di çarçoweya seranserî Kurdistanê de,li jêr hemi kawdanên xerab da jî berevanî ji destkeftî,berjewendî û mafên neteweyî yên Kurda kirî ye.Bi evî awayî jî ew wekî kesayetekî taybet,bûye serkirdeyekî cihê bawerî û piştrastîya Kurdên hemi parçeyên Kurdistanê.Ji alîyê dîve jî,di çarçovê herêmîde jî li gorey şert û mercên rûdan û pêwîstîyan geh bi zimanê dîplomasî û nermayetî û geh jî bi zimanê hêz û şoreşgerîyê danûstandin kirîye û bi evî awayî jî di navbera parastina destkeftî û berjewendî yên Kurdistanî û bizavên dijminkarî yên herêmî de balansek peyda kirîye ku di berjewendî yên Kurda de encam bide.Zêdebarî,digel hemi bê îmkanî yên navxwe û astengî yên dewletên hawîrdor de jî,karîyayî heta niha ewan hemi zîncîr û perde yên dîplomasîya dewletên hawîrdor bi qetîne û di biwarên dîplomasîya navneteweyî de hindek pêngavên girîng û ciddî bavêje û hindek peywendî yên ciddî yên dostanî û hevpeymanî encam bide ku belku ev peywendî yên dîplomasî di paşerojê de bibin bingehê pejirandina rewanîyeta dewletbûna Kurdistanê bixwe jî(!)

Jiber evê çendê jî pêwiste Mesûd Barzanî bi rêjeyeka denga ya pir bilind bibe serokê Kurdistanê,da ku di kar û xizmeta Kurdistanî de jî û di bizavên xwe yên sîyasî û navneteweyî de jî bihêztir bibe.  

Bi rastî wekî her Kurdekî dilsoz,min jî di xortanîya xwe de û li despêka karê xwe yê Kurdewarî de,min divîya ku rojek ji rojan em Kurd jî serfîraz û azad bibin,bibin xwedan dewlet û wekî her civateka azad û xwedan şaristanîyet û bi rêkên helbijartinên demokratî bibin xwedan dezgahên rewa û fermî.Mirov divîya ku rojekê ji rojan di navbera Partîyên Kurdistanî de jî hema bila bibe şer û rikeberîya helbijartin û dengdanê û hema kî dibe muxalefet û kî dibe desthilatdar bila bibe.Di encamp de her layek dê bo xizmetkirina Gel û Welatê xwe bin û em jî dê bi hemîyan serfîraz û serbilind bin.

Bi min waye eve ew roje belê mixabin eve ne ew şert û ne ew mercin.Rewş pir nazike û hindî Kurd nêzîkî armancên xwe yên serekî dibin,rewş jî naziktir dibe.Jiber wê jî pêwiste hemi layek di evê qonaxa helbijartinan de û piştî helbijartinan jî pir hişyar bin û bi berpirsîyarîyeka neteweyî reftar bikin.Wanekin ku dijmin ji reftarên wan sûd bigrin.Berovajî pêwiste wa bikin ku dest û darê desthilatdarî û bi taybetî Serokatîya Kurdistanê,Serok Mesûd Barzanî,beramber dost û dijminên Kurdistanê jî bihêztir bibe.

Hemî Bizav û Helbijartin bo Serfîrazî û Serkeftina Kurd û Kurdistanê!

Selîm Giresorî
02 07 2009

Back to top button