Nivîsar

Êdî Berev Pêşve !

Helbijartinên Serok û Parlemanê Herêma Kurdistanê bê ku çi rûdaneka diltezîn biqewime,di atmosfereka aram û demokratîk de bi dumahîk hat.Eve bi serê xwe cihê şanazî û dilxweşîyeka pir mezin bû bo gelê Kurdistanê.Herweha serkeftina Lîsteya PDK Û YNK ya bi navê “Lîsta Kurdistanî” û bi taybetî jî serkeftina Serok Mesûd Barzanî,derbarey paşeroja Kurd û Kurdistanê de dilgermî û piştrastîyeka pir mezin ya netewayetî peyda kir .

Bêguman,digel evê serkeftina girîng û pir hejî de,serkeftineka dî jî heye ku fere mirov îşaretê pê bide.Ew jî ya bi navê berhingarîyê,”Lîsta Goran”e.Lîsta Goran,wekî tê zanîn ew grûba ku berî maweyekî kurt bi rêberîya Noşîrvan Mistefa ji YNK ê cuda bibûn û di encam de dikarîn di evî maweyê pir kurt de bi berhevî û bi bizaveka xurt bikevin nava helbijartinan û bibin yekemîn hêza berhingar. Bivê û nevê ev serkeftina henê jî ji alîyê cepha berhingarîve dibe serkeftineka baş û herweha eve rûdaneka pir ciddî ye!Lewra li hemi deverên cîhanê xurtbûna berhingarîyê(ya muxalefetê),jiber kêm û qusûrîyên desthilatdarîyê(ya hukûmetê) peyda dibin.

Bi taybetî rêjeya belavbûna dengan di navbera lîsta Kurdistanî (%57.34) û ya Goran (%2375 ) û ya xizmetguzaarî û sazkarî (%12.8) de,rêjeyeka pir balkêşe û pêwîste her layek evê rêjeyê rast û durust bixwîne û wekî pêwîst têbighê .Lewra di evê rêjeyê de du name hene:yek rêzgirtine û ya duwem jî hişyarkirine Rêje ya dengên bo Serokê Herêma Kurdistanê (%69.75) dupatkirina hêvî û bawerîya cemawerên Kurdistanêye bi serok Barzanî.

Ez bixwe encama evan helbijartinan wa di bînim ku xelkê Kurdistanê bi şêweyekî giştî biryareka rast û baş daye.Bi hestekî neteweyî biryareka azad û eqlane daye.Lewra ji alîyekîve bi ramaneka ûjdanî û berpirsîyane, careka dî PDK ûYNK bo desthilatdarîyê bi erkdar kirine û ji alîyê dîve jî wekî civateka hevşerx û têhnîyê azadî û demokrasîyê berhingarîyeka bi hêz rêkirîye nava parleman.Zêdebarî ji evan herdu xalan grîngtir,ew bû ku gelê Kurdistanê bi rêjeyeka bilind û hejî bo cara duwem serok Mesûd Barzanî wekî serokê Herêma Kurdistanê helbijartîye.Bi wate,bo dabînkirina paşerojeka geştir bo xelkê Kurdistanê,bo vegerandina Kerkûk û ew hemi deverên dî yên Kurdistanê bo nava tixûbên Herêma Kurdistanê,bo bersînggirtina gef û metirsîyên dijminên Kurdistanê û di paşerojê de bo xurtkirina hêvîyên dabînkirina yekgirtina Neteweya Kurd û Kurdistanê,careka dî serok Barzanî hatî bi erkdarkirin.Bo durustkirin û bi pêşvebirina karûbarên navxweya Kurdistanê,bo danûstandinên digel hukûmeta Iraqê û dewletên dormandor de û herweha bo peywendîyên navdewletî de,gelê Kurdistanê destûdarên serok Barzanî xûrttir kirine.

Bi min waye,êdî  di biwarê rewşa aborî û darayîde , di biwarê jîyan û jîyara civakîde , di biwarê kar û rêvebirina mîrî û avadankirina Kurdistanî de, di biwarê mafperwerî û dadperwerî û hwd.de ,di geşkirin û piştevanîya Bizava Rizgarîxwazî ya serenserî Kurdistanê de,di biwarê sîyaset û peywendî û rûdanên herêmî û navdewletî de,êdî serok Barzanî ji hemîdeman bêtir dikare destê xwe dirêjî kêm û qusûrîyên heyî bike û li gorey berjewendîyên neteweyî kartêkirinên erênî bixe ser ewan babetên grîng û jîyanî.Bi evê îrade û hêza Gelê Kurd dikare gelek tiştên baş bike.

Ji rexê dîve,çawa ku Lîsta Kurdistanî,wekî desthiltdar,ango wekî hukûmet,beramber hemî gelê Kurdistanê berpirsîyare ku jîyaneka aram û xoştir bo dabîn bike,berpirsîyare ku destkeftîyên heyî bi parêze û asoyên geştir bidestve bîne,berpirsîyare ku welat û hemi cemawerên Kurdistanê jî,ji hemi metirsîyên derve û hundurî biparêze.Heman berpirsîyarî bo layê berhingar jî pêwîste.Pêwîste desthilatdar ango hukûmet,hukûmeta gel be,çav û guhên xwe bide  gilî û gazindeyên gel û bi hemi awayî di xizmeta gel da be.Bê guman ev erk û berpirsîyarî yên nûnerên gel û hukûmetê pir giranin.Bi taybetî bo welatekî wekî Herêma Kurdistanê ku hê jî sava ye,ji serbora dewletbûnê bêpare û rewanîyeta dewletbûnê ne wergirtîye.Xelkê wê hêjî derbarey paşeroja xwe de bi gumane û ji ayindê xwe ne piştraste.lewra ev erk û berpirsîyarîya Hukûmeta Herêma Kurdistanê hê jî bêhtir û zahmettir dibe.

Herweha ev erk û berpirsîyarî yên henê dikevin ser stuwên hêz û partîyên berhingar jî.Her wekî hukûmetê ( û belkî ji hukûmetê jî bêtir) ,pêwiste berhingar jî bibin zêrevanên destkeftî û berjewendîyên gel û welat.Divê desthilatdarî bo hukûmetê û bo berhingarîyan jî wekî alavekî xizmetkirina gel û welat bi.Yanî desthilatdar û berhingar herdu jî pêwiste bikevin berîkana xizmetkirina Kurd û Kurdistanê.Berîkana pêgihandina armancên serekî yên neteweyî,bo her Kurdekî bikevin berîkana  dabînkirina jîyaneka aram  û azad û geştir.Bo xizmetkirin û pêgihandina evan armancên pîroz,êdî berev pêşve !

Selîm Giresorî

29 07 2009 

Back to top button