
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Divê çek tenê di destê dewletê de bin.”
Nêçîrvan Barzanî bi televîzyona Şerqiyeyê re hevpeyvînek kir û ew hevpeyvîn dê îşev were belavkirin.
Nêçîrvan Barzanî di wê hevpeyvînê ragihand ku berpirsên Îranê di serdana wî ya dawî ya Tehranê de, jê re gotiye ku ew ji bo mijara kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve amade ne ku alîkariya Serokwezîrê Îraqê bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Pêwîst e çek tenê di destê dewletê de û di bin fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de be ku ew jî Serokwezîrê Îraqê ye.”
“Em hemû di yek keştiyê de ne”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser yekîtiyê û got, “Ew pirsgirêkên ku hene, hîngê derdikevin ku em hemû bi hev re ne di yek keştiyê de ne. Lê çi li Bexdayê çi li Besreyê çi li Zaxoyê û çi jî li Dihokê be em hemû bi hev re ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser serdana xwe ya Îranê got, “Li ser daxwaza Birêz Serokwezîr, em li Tehranê li gel berpirsên Îranê li ser wê mijarê peyivîn.
Ez pir bi eşkereyî dibêjim, tiştê ku min ji berpirsên Îranê bihîst, wan got: ‘Vê peyamê bigihînin Birêz Serokwezîr ku em ji bo alîkariya Birêz Serokwezîr a di vê mijarê de amade ne.'”
Peyamek ji bo komên çekdar
Wî eşkere kir ku wî ji berpirsên Îranî pirsî ye “bê ma ev helwesta wan a fermî ye yan na” û wan jî gotiye “erê.”
Nêçîrvan Barzanî got ku berpirsên Îranî yên ku dosyeya Îraqê di destê wan de ye, diyar kiriye “Eger armanc alîkariya welatekî cîran be, em ji bo vê amade ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku aramiya Îraqê di berjewendiya Îranê de ye jî û got:
“Berjewendiya Îranê ya li Îraqê çi ye? Bazirganiyê pê re bike, kareba û gazê bifiroşiyê, salane 15 milyar dolar jê re werin.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de ji bo komên çekdar ên li Îraqê got:
“Divê ew ji xwe bipirsin, wan çi sûd gihandiye Îraqê? Tewr ew dronên ku bi kar anîn, ew armanca mezin çi bû ku gihîştinê?”


