Nivîsar

ÇARESERÎYA PIRSA KURD” Û NAÇARÎYA BIZAVA KURD


 

Bêguman ji sala 1991 ê û virve çendîn serok hukûmet û serokkomar ên Turkîya bi şêweyên corbicor hebûna doza Kurdî anîn ser ziman.Belê mixabin qet yek car jî ew nebûne xwedanê axaftinên xwe û dest navêtine bo çareserîya evê doza ku ewan qebûl kirî.Li evê dumahîkê jî belku ji hemîyan bêhtir,Serokkomar A Gul û serokwezîrê Turkîya Erdoxan serejinûve hebûna doza Kurd qebûl kirin û bo çareserîyê jî pêngaveka praktîk avêtine.Ewjî bi şêweyê bi erkdarkirina wezîrê navxwe bo evê arîşeyê.Eve bo Bizava Azadîxwaza Kurd şansekî girînge ku neşterê li evê birîna henê bidin û evan gengeşeyan geş û germ bikin.

 

Herçende bi şêweyekî fermî navê evê projeyê (ya ku nedîyare çi têda heye) “pêngavên” ango “berfirehkirina demokrasî”yê be jî, belê di çapemenîya Turkîya de her bi nave “vebûna Kurd” ango “çareserîya pirsgirêka Kurd” tête nasîn û bi evê têgehiştinê jî tête gengeşekirin.Ev gengeşeya li dor pirsa Kurdî di cepheya Turkîye de pir û pir berbelave.Derbarey evê qonaxê û destpêşxerên evê qonaxêde nerînên corbicor têne ziman.ji başî û qaremanîyê heta bi parçebûn û xîyanetê îtham û şîrove têne kirin.Di cepheya Turkî de ev qîyamet çêdibin,belê mixabin di cepheya Kurda de bêdengî û temaşevanî zal e !?

 

Li destpêkê di çarçoveyeka berteng da be jî Kurd beşdarî evê pêvajoyê bûn.Di çarçova DTP û çend rewşenbîrên Kurd de bi rêka beşdarîya li ser programên çend kanalên tv û bi çend daxweyanîyan nerînên xwe yên grover anîn ziman,tûrikên xwe vala kirin û vegerîyan di quncuka xwe de rûniştin.Mixabin!Ew hêz û partîyên ku jîyê wan ji 34 ta 44 salîye û di evî jîyê dûvedirêj de xwedêgiravî bo çareserîya doza Kurd,bo bidestxistina mafên rewa yên neteweya Kurd xebat û bizav kirine,evro ji desthilanînde keftine,bêgav mane.Dema hukûmetên Turkîya hebûna Kurdan mandel dikirin,ew wekî Turkên rojhelat û başûrê welat li qelem didan,ewan dijî evê dijminkarîyê serhildan dikirin,Yekîtî û Cephe yên Kurdistanî pêktanîn.Digotin nexêr,em Gelê Kurdin û me mafên neteweya xwe û Kurd û Kurdistan divêt!Evro,bêguman di encama zincîra xebat û qurbanîyên Kurda de û di encama givaştinên Yekîtîya Ewrûpa û Emrîka de,Turkîya bi hukûmet û opozîsyon û rêxistinên sifîl û çapemenîya xwe ve hebûna Kurd û pêwîstîya çareserîya ewê arîşeyê qebûl û gengeşe dikin,belê nav û dengên ewê bizava azadîxwaza Kurdî li ser evê gorepanê nine.Wekî amîrekî rojevê,wekî alîyekî pirsgirêkê di meydanê de nînin.

 

Wa dixweyê ku Bizava Azadîxwaza Kurd qîma xwe bi temaşevanîyê anîye.Tenê dema pirsîyarek derbarey rojevê de ji wan tête kirin,hema yekser dê benîştê xwe bicûn,dê gazinda ji DTP û Hukûmetê bikin.Yan jî dê li ser programên tv yan pirsîyaran ji hevdu bikin.Bi min waye eve rêka herî erzan ya bazdana ji berpirsîyarîyê ye.Bêguman di evî babetî de berpirsîyarîya herî mezin ya DTP ê ye.Lewra evro bi hêztirîn û bi şîyantirîn rêxistina Kurda ewin.Belê divê neyê jibîrkirin heta ku Bizava Azadîxwaza Kurdî bi giştî nebe alîkar û xwe biser wê de zal neke,DTP nikare xwe ji ewê tirsa têda û ji ewan qeydan rizgar bike.

 

Di siyasetê de tenê piştevanîkirin yan dijayetîkirin têrnake ku mirov bigehê bi armancên xwe.Navê evê yekê nabe bizava sîyasî û eve nabe karê rêxistinên sîyasî jî.Pêwiste mirov xwedan biryar û kiryarên berbiçavbin.Ango derbarey evî babetê rojgarî ya çareserîyê de,pêsiwîste Bizava Azadîxwaza Kurd xwedan bîr û ra û nexşeyên sîyasî bin.Pêwîste xwedan yek deng,yek armanc û yek nexşe bin.Înca çi li gel DTP yan bi pêşengîya DTP bin çi jî ji dervayî wê bi pêkanîna komîsyoneka hevpişk bin,eve pir girîng û fer e.Herweha yekîtîyeka bi evî şêweyî pêwîste ku li dervayî welat jî bête pêkanîn û piştevanîyeka navneteweyî bidest bixin.Zêdebarî pêwîste ku hewleka ragihandinê ya xurt bête encamdan û bi rêkên radyo,tv û hemi rêkên çapemenîyê cemawerên Kurd hem derbarey encameka erênîde û hem derbarey encameka nerênî de jî bête amadekirin,daku ji evê pêwajoyê zerermend nebin û bi evî awayî jî givaştinekê dê bixin ser Hukmeta Turkîya da hesabekî ciddî bo Kurda bikin.

 

Wekî dî jî pêwîste pirek bête danîn di navbera Bakur û Başûr de û li dor çawanîya birêvebirina evê pêvajoyê danûstandin û şêwirmendîyeka taybet hebe.

 

Lewra bi min waye di evê qonaxêde û bi taybetî derbarey pêşvebirina evî babetî de berpirsîyarîyeka girîng dikeve ser stûwê Hukmeta Herêma Kurdistanê jî.Lewra wekî take desthilatdarîya fermî ya neteweya Kurd,dikarin giranîya xwe bixin ser evê pêvajoyê û derbarey nexşe sîyasîya Bizava Azadîxwaza Kurd de jî bibin rênîşander.Eve dê bo Kurdên Bakur jî bibe palpiştîyeka pir girîng û dê kartêkirineka erênî jî bixe ser raya giştî ya navneteweyî jî.

 

Ev pêngav neyên avêtin,ne Kurd dibine opozîsyon û ne jî dibin mûhatab.Hingêjî Bizava Azadîxwaza Kurd dê nikaribe ji bin evî barî rabe û bersiva Gel ê Kurd bide !

 

Selîm Giresorî

29 08 2009

Back to top button