Destpêkeke girîng
Destpêkeke girîng
Serdana serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo Turkya bi awayekî fermî wekû serokê herêma Kurdistanê, gaveke pir girîng û dîrokî bû ji bo pêşreoja Başûrê Kurdistanê bi taybetî û ji bo parçên din yên Kurdistanê bi giştî.
Bê goman e ko di têkiliyan de, bi giştî û di yên siyasî de bi taybetî, hewildanên aliyan têne kirin ji bo ko berjewendiyên xwe bidne pêş, û mezentirîn qezenc bêne bi dest xistin..Ev normal e di cîhna siyasî de. Loma her alî li ber xwe dide da ko bi kêmtirîn xisar û baştrîn qezenc ji van têkiliyan derkeve. Ev qezenc û xisar girêdayî trazûya hêzan e, û kaxezên di destan de ne.
Ev pirinsîp di serdana serok Barzanî de jî weha bû. Her dû aliyan xwestin ko berjewendiyên xwe biparêzin û dawî li hinek berjewendiyên hevbeş li hev kirin û hinek pirs bo pêşerojê hatine bi paş xistin.
Di piraniya nûçe û nirxandinan de dihate xuyakirin ko pirsa serek e û kula turkan pirsa PKK ye, û giraniya xwe dane wê yekê ko Başûr alîkariya wan bike ji bo tunekirina PKK. Lê xuya bû jî ko pirsa bazirganî, gaz û pêtrola Kurdistanê jî beşekî pir girîng bû di dan û standinên her dû aliyan de.
Eger em li vê xala tunekirina PKK bi alîkariya Başûr binerin em ê bibînin ko serdana Serokê herêmê di demekê de pêk hat ko tu guhertin di helwesta serok Barzanî de nebûbû, û her li ser wê baweriyê xwe mabû ko pirsa kurdî li Turkiya siyasî ye û bi şer çareser nabe, û ew amade ye ko di prosêsa çareserkirina vê pirsê bi diyalog û bi rengekî aşîtiyane, alîkar be. Berî serdana xwe jî serok Barzanî sîgnalek ji kongrê Yekîtî Niştîman, li Suleymaniyê da turkan, ko şerê birakujî êdî ne mumkin e, û xeteke sor e ji kurdan re. Ji aliyê xwe ve KCK jî, di çarçova vê serdanê de, di belavokeke xwe de pesnê siyaseta serok Barzanî dabû û gotibû: ”Em di siyaseta bi balans ya birêz M.Barzanî de dibînin, ko ew di xizmeta xurtkirina helwesta kurdan e de ye. Li vir em dibêjin ko ci hewildanek ji aliyê birêz Barzanî ve, ji bo pêkanîna diyalogekê wê ji aliyê me ve bi erênî û hevkarî bê pêşwazîkirin”. Yanî eniya kurdan hevgirtî xuya dike, bi ser ko dîtinên cuda di pirsa lêvebûna dêmokratîk ya hikûmeta Erdoxan de hebûn.
Ya girîng ew e ko Ji aliyê turkan ve, ew siyaseta tund û şerxwaz li himber Başûr hate guhertin û di şûna wê de, destê (dostaniyê!) dirêj dike, yan jî siyaseta ”hêza nerim” dixwaze bi kar bîne. Sedemê vê guhertinê di serî aborî ne, û bi pirsa enerjiya Kurdistanê ve girêdayî ye, bi taybetî gaza Kurdistanê ye, ko nêzîkî 70 milyar m3, û Ewrûpa dixwaze ko bi xeta (Nabuko) ve bê girêdan da ko ji bandor û sergiraniyên Rûsya rizgar bibe. Ev gaz û xet di Turkiya ve derbas dibe. Ji alîkî dî ve Turkiya bi xwe pir mehtêcê vê gazê ye..Rola Kurdistanê jî di peymanên navnetewî de pir girîng e û her çiqasî ev enerjî bi navê Iraqê ye jî lê dîsa jî hîna pêşeroj ne zelal e, û gilîza dewlet û hêzên navnetewî ji bo gaz û petrolê diherike û dikare deriyê serxwebûna Kurdistanê jî veke. Ya dî jî hikûmeta Erdoxan siyaseta ko konflîktan bi cîran û dewletên hawîrdor re bêne asta herî nizim û heta bîne sifrê jî, ji xwe re bijartiye û bi rê ve dibe (Li vir hêjayî gotinê ye ko kirîza dawî bi Israyîl re, û nêzîkbûna vê hikûmetê ji Hemas û Îranê re, dikare vê siyasetê têxe aloziyê de). Kurdistan jî yek ji van cîrana ye! Herweha serokê Tukiya Ebdula Gul berî çend rojan ji serdana serok Barzanî gotibû ko pirsa Kurdî pirsa herî girîng ya Tukiya ye û heta hinek di artêşê de jî hene ko êdî naxwazin oprasionan bikin (yanî naxwzin şer bikin), û bi wateya ko ev pirs divê bi mêtodên siyasî bê çareser kirin..Faktorekî din yê guhertina siyaseta hikûmeta Turkî jî ew e ko leskerê Emrîkî ji herêmê vedikişe û ev yek dikare tevlîheviyan li pey xwe bihêle. Eger mirov liv ê tabloyê binere wê bibîne ko ji kurdan bêtir turkan helwesta xwe guhertiye, û ji xwe medya turkî jî da xuyakirin ko serok Barzanî ne PKK weke terorîst dît, ne jî tu soz dane turkan ji bo hevkariyekê li himber PKK. Dêmek berî hatina serok Barzanî Turkiya destê xwe ji vê pirsê şiştibû û xuya bû ko armanaca vê serdanê bêtir hevkariya aborî bû, yan jî mumkin e (û ev bêtir nêzîkî rastiyê ye) ko di pêşerojê de rola serok Barzanî di navcîtiyeke navbera kurdên Bakur û dewleta Turkiya de berztir bibe! Yanî bi gotineke din û eger gotina serok komarê Turkiya rast be, wêTurkiya êdî vê havînê şerê dawî li himber kurdan bike û paşê prosêseke din bi mêtodên din, û bi alîkariya Başûr, dest pê bike..Bê goman grûpa şerxwaz hîna xurtir e di nav artêşa tirkî de û di nav siyasetê de jî, lê dengên ne razî ji vî şerî êdî pir bilind dibin.
Ji bo Başûr Turkiya dergehê Ewrûpa û cîhanê ye, û têkiliyên bi dewleteke di giraniya Turkiya, di herêmê de, li ser bingeha rêzgirtina mafan, bê goman girîng û bi sûd e. Herweha ew helwesta dijminane ko Turkiya bi salan li himber desthilatdariya kurdî li Başûr bi rê ve bir, êdî giha dawiya xwe, û ev yek dikare deriyên girîng ji kurdan re veke.
Eniya kurdan di vê qonaxê de pir girîng e û rêzgirtina taybetiyên hevûdû jî pir girîng e, yan na ev enî dikare hilwese û encamên xerab jê derkevin.
Pêwîst e ko neyê jibîrkirin ko Başûr qezenceke pir mezin û dîrokî ye ji kurdan re û parastina vê ezmûnê ji erkên sereke yê her hêzekî kurdistanî ye.
Divê ko Kurd bi berpirsiyerî û siyaseteke bilind melavaniyê di vê Rojhilata Navîna tevlîhev de bikin..Xeletiyeke piçûk dikare pêşeroja kurdan hemiyan têxe metirsiyeke mezin de.
Dijminê dîrokî hêdî hêdî helwesta xwe ya klasîkî neçar diguherin..Kurdistan û Kurd faktorên girîng yên pêşeroja herêmê ne. Loma pêwîst e Kurd jî li vê gorê tevbigerin.
Kamîran Haco
9/6/2010