Hêdî zarok nayên zindan kirin
Enqere – Wezîrê Dad yê Tirkiye Sadulah Ergin û serokê gruba Ak-Partiyê di parlementoyê de Bekir Bozdag, ji bo zarokên ku xwepêşandanan de kevira tavêjin polisan, hêdî nayên zindan kirin.Ji bo vê yekê destûra heyî tê guhertin û ev guhertin îro pêşkêşî serokwezîr Tayib Erdogan kirin. Piştî erêkirina Erdogan, îro wê ev guhertina destûrî di derbarê rewşa zarokan de ji bo bibeqanûn wê bidin serokê parlementoyê.
Hêdî zarokên ku di xwepêşandanan de kevira tavêjin polis yên temenên wan di bin 18 salî be, wê dadgehên zarokan de bêne dadgehkirin. Cardin zarokên ku kevira tavêjin û zererê didin male dewletê wê di dadgehên zarokan de bêne dadgehkirin û cezayên wan kêm be. Lê zarokên ku çek rakirn ve cezayên wan kêm nebe. Herweha li gora vê kanûna nû zarokê ku cara yekem tiştekî bike wî bi tu awayî naxin zindanê. Dema cara duyem zarok tiştekî bike wê ceza bidinê.
Wek tê zanîn zêdeyî hezar zarokên kurd yên ku temenên wan kiçikin di zindana de ne û cezayê gelek giran girtine. Ji bo vê hukumet gelek bi tundî tê rexne kirin. Tişta ku îro li himber zarokên kurda tê kirin dijê mafö zarokane û dijê mafê mirovatiyê ye.