Polîtîk

Herêma Kurdistana Îraqê û pêngavên stratejîk

Amberîn Zaman

Serokê herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî piştî neh salan bi rengekî fermî ji aliyê hikûmeta Turkiya ve hate vexwendin û seredana Turkiya kir. Hatina berêz Barzanî ji bo Turkiya nîşana pêşveçûna peywendiyên siyasî, aburî û êmnahiya di navbera her du aliyan de ye.

Li gor ku zaniyariyên gehiştine min, hevdîtina di navbera Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Îraqê û Receb Teyib Erdogan serok wezîrên Turkiya di hewakî germ û dostane de derbaz bûye û rêzigirtineka pir mezin di navbera wan da hebûye û hevdîtina wan nêzî 40 deqîqeyan berdewam kiriye. Hevdîtina bi Ehmed Dawidoglu re jî nêzîkî demjmêrekê berdewam kiriye û seqayekê rijid û biratî di hevdîtinê de pir diyar bû.

Dîsa şanda wezîrên hikûmeta Kurdistana Îraqê û wezîrên hikûmeta Turkiya jî di çarçûveya pêşxistina karên havbeş de bi rengekî serkeftî pîlan û projeyên ji bo karên hevbeş dariştine.
Her çend Turkiya di dema seredana Barzanî de bi îsiraylê re di nav aloziyeka mezin de bû, lê hevdîtina di navbera serokê kurdên Îraqê û rayedarên Turkiya de aloziya îsiraylê hatiye derbaz kirin û hikûmetê bi girîngî ve dema xwe ji bo şanda kurdî veqetandî ye, ev yeke jî nîşana girîngîdana hikûmeta Turkiyaye bi peywendiyên herêma Kurdistanê re.
di seredana vê carê ya Barzanî de tiştekî dî yê serinicirakêş jî ew bû, ku rayedarên Turkiya bi rehetî peyva Kurdistanê bi kar dihînan û Turkiya jî hizir bi wê yekê kir, ku peywendiya her du aliyan ne di çarçûveya partiya karkerên Kurdistanê û parastina sînor de ye, û ji wê yekê derbaz kiriye û hatiye astê stiratîjî. Anku her du aliyan jî xwe gehandine hevkariyên stiratîjî yên herêmî.

Hindek alî jî bê guman hene ku naxwazin peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Turkiya de pêşve biçin û her du alî pênigavên stiratîjî ji bo peywendiyên paşerojê bihavêjin. Li gor ku jêderên siyasî ji bo me ragehandine, bi taybetî Îran û hindek hêzên herêmî beriya ku seredana serokê herêma Kurdistanê dest pê bike pir kar û xebat kirine da ku ew seredan pêk nehê. Lê çi belge jî, li ber dest nîne ku em kesekî di vê mijarê de tawanbar bikin.

Ev seredana serokê herêma Kurdistana Îraqê ji bo Turkiya dê di peywendiyên du alî da bo paşerojê jî bibe destpêka nû û Turkiya bi pêşxistina peywendiyan di her warî da bi taybetî di warên aborî, siyasî û keliturî de dê rê ya çareserkirina pirsan asantir lê bike.

Werger: Edîba sidqî

Rojevakurd/Evro

Back to top button