Eyad Elawî şansê serokwezîrtiya Îraqê nema
Eyad Elawî şansê serokwezîrtiya Îraqê nema
Îro her du îtîlafên şîyî; Îtîlafa Dewlwta Qanûnê ya bi serokatyiya Nurî malkî û Îtîlafa Niştimaniya Îraqê ya bi serokatiya Emar Hekîm yekgirtin û hevpeymanyeke nû bi navê Hevpeymaniya Niştimanî pêkanî. Bi vê yekê re hevpeymaniya nû, Hevpeymaniya Niştimanî dibe mezintirîn kutlya parlamentoyê di nav parlamentoya Îraql de p debe xwediyê 159 kursiyan ji koma 325 kursiyên parlamentoya Îraqê. Ê Lîsteya Îraqiye ya bi serokatiya Eyad Elawî 91 kursiyên parlemantoyê hene.
Di hilbihartinên parlamentoya Îraqê de lîsteya Elawî 91 kursî, lîsteya Malkî 89 kursî û lîsteya Hakî 70 kursî bidest xistibûn. Li gor destûra Îraqê lîsteya piraniya dengan bigire dikare serokwezîr destnîşan bike û hikûmetê avake. Ango li gor destûrê mafê lîsteya Îraqîye bi serokatiya Eyad Elawî bû hikûmetê abavike. Lê aliyên şîyî li Îraqê, ji bo ku Eyad Elawî û lîsteya wî nikare hikûmeta nû ya Îraqê pêkbîne, her du îtîlafên şîyî yekgirtin û hevpeymaniyeke nû bi navê Hevpaymaniya Niştimanî pêkanî. Bi vî awayê Hevpeymaniya Niştimanî dibe mezintrîn kutle û mafê destnîşankirina serokwezîr û pêkanîna hikûmetê heye.
Roja bûşemiya bê parlamentoya Îraqê yekemîn civîna xwe saz dike û parlamenterê ji hemûyan bi tementir dê civînê birêve bibe. Li gor destûra Îraqê di civîna yekem ya parlamentoyê de serokê parlamentoyê û her du cîgirên wî tên hilbijartin. Piştî yekemîn civîna parlamentoyê, divê parlamento di nava 30 rojan de serokomar hilbijêre. Û serokomar jî di nava 14 rojan de serokwezîr ji kutleya mezina nav parlamentoyê teklîf bike ku hikûmetê pêkbîne. Ew serokwezîr jî divê di nava 30 rojan de kabêneya hikûmetê amade bike û pêşkeşî parlamentoyê bike.