Nivîsar

Dayika dilovan

DAYIKA DILOVAN

Carna mirov, dixwaze hestên xwe bîne zimên, lê tu peyv nikare bibe berdevkê hestên mirov!

Wek nuha ez dixwazim bi çend peyvan dayika xwe bi bîr bînim, lê nizanim ji kû ve destpê bikim!

Ji ber ku dayîk piralî ne, hest û nêzikatîya dayîkan pirî kûr e mirov tê de winda dibe û nizane kîjan hêlê bîne ziman!

Dayîk av e, dayîk ax e, dayîk xweza ye, dayîk hezkirin e, dayîk fedakarî ye, dayîk melhema ser birîna ye, dayîk êşbir e, dayîk dilovan e, dayîk dermanê hemû derdan e û hwd!

Dema mirov bixwaze dayîkan bîne ziman, ne tîp têr dikin, ne hevok, ne jî bêje têr dikin ku mirov li gora wan, wan bîne ziman! Hemû tip, bêje, hevok bê kêl dimîne!

Belê dayika min a dilovan, tu jî weke hemû dayikan! Ne ku zêde pir bi merhimet û hezkirin bû! Ne ku tenê bo zarokên xwe, tu li ber derdê hemû mirovan diketî! Te derdê herkesî, kulên herkesî weke derd û kulên xwe dihesiband!

Rondikê te, ji bo herkesî diherikîn, ew ji ber dilnizmî û dilovanîya te dihat!

Te pir hezdikir û tu pir dihatî hezkirin!

Ne ku tu mirî yî ez wisa dibêjim, herçî kesên tu bi çavan dîtibe, tev şahidê te ne, bi hezkirina Xwedê!

Tu dayîkek wisa bawermend bûyî, te di heman kêlîyê de çar zarokên xwe, di qeza trafîqê de, wenda kir! Lê qet te xwe şaş nekir! Te ji Rebbê xwe re şikir kir! Tu bi têra xwe digiryayî, te pê ra Eşeda xwe dianî û ji rebbê xwe re şikir dikir!

Te digot: Xwedê, tu min şaş nekî, sebir û aramîyê bide min!

Belê dayikê, tu di wê ezmûnê de, bi helwest û sekna xwe ji mirovan re bûbûyî mînaka sebrê!

Dema gazîyek ji yekî re bêt, wek mînak rave dikin, ji ber ku te qet ji danûstendina Xwedê, xwe tehl nedikir!

Belê daykê! Di nava Kurdan de, ji dayîkên xwe re dibêjin dayê, dadê û yadê.

Lê tu bi navê xwe jî mînak bûyî! Bsaya te, navê hemû dayikên gundê me bibû “Lêlê” û  tu jî lêlêya min bûyî! Tu hevala derdê min bûyî! Û tu dayika min bûyî.

Belê te jî wek hemû dayîkan û bi taybetî jî, wek hemû daykên dilbikul û dilbikeser ên Kurd, ji hemû zarokên xwe hez dikir. Lê ji ber rewşa min a tenduristî, ez li ber dilê te hê bêhtir şîrîn bûm.

Ez deyndarê te me, tu dizanî? Û ez ti carî ji binê wî deynê te dernakevim, tu dayika min û lêlêya min bûyî.

Te du sal berî niha, wek şeva îşev di derengîya şevê de, li nexweşxaneya Mûşê, ji nava me bar kir û çûyî ber rehma Yezdanê dilovan!

Ji Rebbê xwe vê hêvî û daxwazê dikim ku tu çiqas bi merhimet nêzî min dibûyî, Xwedê teala, te qat bi qat bi dilovanîya xwe şa bike û bibexşîne.

Xwedê teala, cihê te bike bihuşt! Te ef û mexfîret bike înşellah.

Wek Seyda Perînçek, divê stranê de tîne ziman, bi saxî ji hev hez bikin! Dema çû, êdî hew tê.

Ji miriyan herkes hez dike! Ya girîng ew e mirov ji saxên xwe hez bike, nirxê bide saxên xwe.

Bi dilek pir û pir xemgîn û bi bêrîkirineke mezin, ez te bi dilovanî bi bîr tînim lêlêya min.

Xwedê, te bi buhişta xwe şa bike. Amîn…

Stembol 24/ 09/ 2013

Mûzeyen Işik

Back to top button