Polîtîk

Hebûna Kurdan di serxebûna Kurdistanê de ye

Dema Îsmail Beşikçî serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê kirî, ji bo navê Kurdistanê û israr kirina Ciwanan di navê Kurdistanê de pişgiriyek bi naverok da da ciwanan.

Di derbara karanîna navê Kurdistanê de û herweha di derbarê xwedî derketina nirxên netewî de axavtinek kir.

Beşikçî di beşek axavtina xwe de siyaseta beşek aliyên Kurd rexne kir û got:

“ Siyaseta BDP,PKK,KCK ê û hinek aliyên din yên siyasî yên ku îdia dikin ku bi navên Kurdan siyasetê dikin, di van demê dawî de dibêjin ku em dixwazin wek hevbin û Tirkan re wekheviyek me hebê.

Di van demên dawîyê de tiştek din tezek nû anîne holê û dibêjin: “ Çiyê Tirkan hebê em jî wê dixawazin, ne kêm ne jî zêde“
Ê başe dewleta Tirkan heye çîyê te heye?  Tu jib o çi naxwazî? Tu dibêjî ez dijê ragihandina dewletekî Kurdî me.

Tu îdia dikî ku hêjmara te 50 milyone, lê tu tuneyî tu li kûyî?“

Back to top button