Civak
Pêşmergeyên Zêrevanî Kurdistanê paqij dikin
Li Kurdistanê hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî hevkariya paqijkirina poster û logoyên kampanya Hilbijartinên Parlemena Kurdistanê dikin.
Bi mebesta paqij ragirtina rû û sîmayê bajarên Kurdistanê li helmetekî jîngehparêziyê de hêzên Zêrevanî û Pêşmerge ku bi dehan Pêşmerge û Efseran têda beşdarî kirin, helmetekî jêkirin û paqijkirina poster û propagandayên aliyê beşdarvanê hilbijartina Parlemena Kurdistanê li bajarê Hewlêrê destpêkir.
Helmeta paqijkirinê li bajarê Hewlêrê ji kolana sed metrî destpêkir û heta rêya Koyê berdewam bû.