Xeyalên me û rastiya te
Min ev nav çi wextî, çawa û ji kê bihîstibû nayê bîra min.
Ji çi demê ve ye wî dinasim û jê xeberdarim, nizanim.
Difikirim ku bînime heşê xwe bê muhebbeta wî çawa niqutî û hate di dilê min de bi cih bû!
Min bi çi awayî ji vî kesayetê mezin û canfîdayî hez kir? Min ji ber çi sedemî û egerê li cem xwe cihekî taybet didayê û di qelbê min de cihekî wî yê gelekî cuda çêbûbû?
Dema ku navê wî bilêv dibû, dîmenê wî dikete ber çavê min û hizrê min diçû serê, halekî ecêb li min peyda dibû. Di hizirkirina navê vî kesayetî de bedena min dilerizî û perçên canê min diheliyan. Hestên min li ser canê min giraniyeke welê çêdikirin ku bê hemdê xwe kelogirî dibûm.
Lê fêhm dikim ku lehzek an jî demeke welê kifş û diyarde tuneye.
Zemanê ku min navê wî bihîst, min di derheqê wî de bi tiştekî nizanibû. Min ne zanibû ku şêxekî li kurdistanê bi nav û deng bûye û ne jî haya min ji raperîn û bizava wî ya pîroz hebû. Haya min jê nebû ku ji malbateke qedîm û bi rûmet dihat. Ne zanîna min di derheqê Şêx Haşimê Bapîr de hebû, ne jî li ser mindalê piştî şehadeta wî êtîm mabû û ji naçarî digel dayika xwe koçî bajarekî tixûbê rojava kiribûn hebû. Agahdariya min di barê Mewlana Xalidê gewre û peywendiya wî ya digel Eliyê Septî de tunebû. Tenê min navê wî bihîstibû û wekî mu’cîzeyeke îlahî di nava min de germahiyek li hemberê wî peyda bibû.
Beriya ku ez çavkaniyên li ser serhildan û têkoşîna wî bixwînim, min bersiva pirsên wekî çawa biryar dabû? Çawa destpêkiribû? Çawa meşandibû? Çawa pêşdebiribû? Çawa xitimîbû? Çawa têkçûbû? Çawa derdest bûbû? Çawa hatibû darizandin? Di darizandinê de çi gotibû? Çi bersiv dabû pirsan? Dadvan! çawa biryar dabû û qelema xwe bi çi terhî şikandibû? Sêdar çawa hatibûn damezrandin? Ew çawa biribûn wir? Li wir çi gotibû? Çi qewêtî kiribû li neviyên xwe? Wan deman ez xerîbê van mijaran bûm.
Bes, rind dizanim ku min ew nav bihîstibû û hezkirina wî di wan zemanan de niqutîbû nav dilê min. Hezkirineke qelbî û nepenî, bêyî naskirin û agahdarbûnekê. Mînanî di çavpêketinekê de evîndarbûna dilberekê. Wekî şeydayekî bi hizrê sermestbûyî û bi bêhnê jixweve çûyî. Wekî morfînkêşekî bengî ku carekê morfîn xwariye û bûyê mubtelayê wê. Bengîbûneke bi daxwaz û viyan.
Berî ku ez wî nasbikim, ev hal li min peyda dibûn.
Piştî nasîn û serwextbûna kesayetî, bawerî, têkoşîn, serborî û serencama wî girêdana min ya pê re qewîtir û zeximtir bû.
Heya wê demê hest û ruh ez pêve girêdabûm, ji wê kêliyê û şûn de; eqil, mêjî, hizr û fikrên min hemî bûne yek. Ez hem bi hizrên xwe pê ve hatime girêdan, hem jî bi hestên xwe.
Tarîxa malbata ku jê dihat ne nêz bû. Ew ji binemaleke ku dîroka têkoşîna wan digihîşte sedsala 17an dihat. Kevneşopiya serhildan û qebûlnekirina zilmê mîrata Şêx Haşimê bapîr bû. Dema ku meriv dîroka vê malbatê dîxwîne meriv pêrgî rastiyeke gelekî manîdar tê. Lewra bi şiklekî vekirî tê dîtin ku: Sertewandina zilmê jî û qebûlnekirin û lihemberderketina wê jî çandek e!
Zarûyan ji bavan çawa hînbûbûn wer jiyabûn û li hemberî bûyeran wisa helwest girtibûn.
Kalikê wî Eliyê Septî xwedî cihekî pir giran û têra xwe muteber bû. Mewlana Xalidê Şarezorî xusûsen ji bo dîtina wî hatibû.
Dilsozî, sedaqet, fedakarî, wefakarî û gorîbûna di rêya heqiyê de qerekterê wan bû. Wan ji bo berhevkirina mal û saman û kolekirina evdan dîn wekî amûr bikar neanîbû.
Şêxê Şêxan ji bo debara malbatê, xwedîkirina feqiyan, birêvebirina tekiyê û medresan, xelkên xizan nedişêlandin û belengazî li ser belengaziya wan zêde nedikir.
Bi saya qezenca bazirganiyê têra xwe dewlemend bû. Dewlemendiyeke ku di mercên wê demê de baş li ber çavan diket.
Hem xwedîbûna saman û hem jî xwedîbûna îtîbar û şohretê nedibû nesîbê herkesî. Xweda şohreteke baş dabû wî û digel vê jî deriyê xezineya xwe ya bênîhayet vekiribû û ew ji xezîneya xwe riziqdar dikir.
Li hemberî vê lutf û înayeta Xwedayê teala nedibû ku nankorî bê kirin. Dema wezîfe hate xwestin ne layiq bû ku jê bi paşde gav bê avêtin û ew wezîfe nehata bicihanîn.
Xweda me hemiyan bi awayekî îmtîhan dike. Îmtîhana wî jî ew bû ku bi layiqî şukrê Rebbê xwe bike û dema dor hat peywirê, xwe jê nede alî!
Di rêwîtiya bajarokê wersiran da ev tişt dihatine bîra min û hizrê min diçû ser zemanê ku şêxê Şêxan li heyatê bû û li wan çiyayên bê serûber û asê mucadela rûmetê dikir. Ez ketibûm nav xewn û xeyalan. Gah li tekiye û medresan û gah jî li qada cengê bûm. Sêhr û efsûniyek welê bedena min girtibû ku min xwe di alemeke din de hîs dikir. Ezê piştî qasekî din bigihîştama menzilê û min dê şûnwarên ku şêxê şêxan jiyana xwe li wan rizandibû bidîtana. Wê dîtina cihên ku min di rûpelê dîrokê de bi caran xwendibû û min xwe her dem li wir, di nava wê atmosferê de hîs kiribû biba nesîb. Dema ku min serê xwe radikir û min li derdora xwe dinêrî, li hêlekê çiyayên asê û li hêla din jî kendalên bilind diketin pêş çavê min. Heşê min diçû ser demên şer û pevçûnên di navbera hêzên şêx û hêzên serdestan. Wekî ku ez di nava cengê de bûm û ezê qasekî din rastî bûyerên sosret bihatama. Wan çiyayên asê û kendalên kûr ji xeynî şer û cengê tiştekî din nedianîn bîra min. Di wê şeva dereng, wê hewa şilî û di nava wan çiyayên xofdar de dîmenê şêx dihate pêş çavê min. Ez îdî bi temamî jixweveçûbûm û teslîmî xeyalên xwe bûbûm. Wê piştî kêliyeke din rêwîtî bi dawî hatiba, ezê li menzila xwe daketama û minê şêxê xwe bidîta. Ezê çûbama destê wî û minê soz dabayê ku ezê her daîm di rêya wî de bimeşim. Ezê li ber bigeriyama ku min jî wekî neviyê xwe qebûl bike û ji wê rûmetê behremend bike. Ez ewlebûm ku dê daxwaza min bi paşde venegeranda û dê min wekî neviyê xwe qebûl bikira, lewra ew pir dilbirehm bû, malbata xwe ji milletê xwe cuda nedigirt. Hemî milletê wî wekî malbata wî bûn û her ferdê malbata wî jî mînanî ferdê ji wî milletî bûn.
Xewn û xeyal xweş in, çêja hizr û pejnan bê dawî ye… sojîna dil û mêlakê di nav hişmendiyeke pîrozwer de xweşbextiya mezintirîn e…
Pêdiviya min bi ateşgedeyên ku ji min re bibine penageh heye… ez di kêliyên tengezar û tengijînê de muhtacî tenûra me ku bifûrim…
Şayesandina dîmenên mehşerê aramî û sukûnetê bexşî hinavê min dike… derb û dirûvê min li ademiyan naçe… benderûhekî ji rêzê der im… çolî û terkîdiyar im…
Divêm tim xeyalên min hebin… xeyalên ku giyanê min bînine coşê û baweriya min ya li ser heqiyê zexim bikin… ez navêm ku mînanî peyrewekî li pey jiyanê bim… naxwazim jiyanê bikime amanc û di her lehzê de bimirim… ez li pey rêçikeke wisa me ku di mirina xwe de jiyanê bitamijînim…
aha rastiya te ev bû xîrêtkêşê min!
tiştên ku ez disêwirînim heqîqetên serboriya te ne…
tu çûyî gihîştî ku! em li ku man şêxê min!
Mihemed Jiyan
(Rewş û Rewşen)