Civak

Bestamî Kiliç: Zilamê JITEM e

Bûyera li Dortyolê û planên dezgehên tarî roj bi roj zelaltir dibe.Xwediyê Otomobila ku gule jê berdayîn polisan û di encam de 4 polis hatin kuştin, zilamê Jitemê yê fermî derket. Bestamî Kiliç, endamê meclisa bajarvaniya Payas yê MHP-ê ye û herweha cîgirê serokê şeredariya Payasê ye. Bestamî endamek yê MHP-ê naskiriye. Niha jî eşkere bû ku ew bi fermî di istaxbarata cendirma de kar dike.

Fermandariya cendirma ya Antakya raporek li ser van bûyeran amade kir û ji fermandarên xwe re rêkirine. Ev rapor eşkere bû. Li gora di vê raporê de hatiye nivîsandin, bûyera Dortyolê bi vî awayî çêbûye:

“ Roja bûyerê, demjimêr 14.00, 3 efser û 3 leşkerên endamên istixbarata cendirma(JITEM) bi otomobilek ISUZU hatin cihe ocaxa madenê ya Bestamî Kiliç. Endamên istixbarata cendirman nêzikî nîv katjimêrî li gel Bestamî kiset kirin û ji wê derê çûn. Piştî çûyina wan demjimêr, 14.30-ê Bestamî bi otomobila xwe ya Wolkswagen a reqem 06 AY 5785 ji cihê karê xwe çû. Piştî çuyina wî demek kin ji aliyê 5 kesan ve hate sekinandin. Ev kes sê cilûbergên sivîl li wan bûn û du kes jî cilûbergên çekdarên PKK-ê li ber wan bûn. Van kesan telefon û otomobila Bestamî jê standin. Demjimêr 18.30-î de sê kesên cilê sivîl li wan ji vê otomobilê êrîşê polisan kirin 4 polis kuştin.Piştî vê bûyerê demek kin polis xwest otomobilek ku reqamê wê 63 ZN 134 bisekinînin, lê otomobil nesekinî û rewiya. Polisan otomobil dan ber gulan û sekinadin.Sê sivîl di vê otomobilê de bûn.Yek ji wan bi navê Mehmet Bozkurt hatibû bîrîndarkirin. Ew hersê şexs hatin girtin û birin qerekola polisan. Di nava seetekî de 5 hezar kes li ber derê qerekola polisan kom bûn û gotin teroristan teslimê me bikin.“

Ev rapor gelek pirsgirêkan di serê mirov de peyda dike. Rastî jî di vê pêvajoyê de armanca dezgehên tarî kifşin. Cardin rêxistinên wek Jitemê dest leyiztikên qirêj kirin û nexweşiyê di nav civatê de peyda dikin. Lê dixweyê hêdî planên wan zû eşkere dibin.
Dixweyê di destê hukumetê de gelek agahdariyên girîng hene lê çima van eşkere nakin li gora wê gavên pêwîst navêjin, ew jî cihê pirsê ye?

Back to top button