Civak
Civîna konseya leşkerî ya salwext destpêkir
Konseya leşkerî ya bilin civîna xwe ya salwext îro dike. Konsey îro dest civîna xwe dike û biryarên ku bistînê, dê 4-ê Tebaxê bêne eşkere kirin. Îsal civîna konseyê, ji bo biryara girtina 28 general û efserên di çerçova doza Balyozê de, gelekî girînge. Herweha eger di referandumê de paketa guhertinên destûrê bête qebûl kirin, dê rêya îtirazê li biryarên konseya bilind ya leşkerî vebe.
Niha çave raya giştî li vê civînê û di civînê de li helwesta serokwezîrê Tirkiye Tayîb erdogan e.