Polîtîk

Prosesa vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê destpêkir

Serokê komîteya asayişê yê li meclîsa parêzgeha Besra ragihand, ku prosesa vekişîna leşkerê Amerîka ya li parêzgeha Besra dest pê bûye û hêzên çekdarên Amerîka hêzên xwe yên li parêzgeha Besra ber bi paş ve vedikşîne.

 
Di vê derbarê de serokê komîteya asayişê yê li meclîsa parêzgeha Besra Elî Xanim Elmalikî ragihjand, ku beşek ji hêzên çekdarên Amerîka li balefirgeha Besra bi cih bûbûn û ji duhî ve prosesa vekişîna wan dest pê bûye.
 
Elî Xanim Elmalikî weha jî got, ku supayê Amerîka her ji destpêka rojê û serê sibehî pê ve tiştên xwe bar kir û dest bi prosesa vekişîna ji bingehên xwe kir û zû bi zû hêzên Iraqî cihê wan jî girtin, da ku ji alîyê asayişê ve ti valahî çênebe.

Back to top button