Tundî ji bo kurdan zerere..
Eve demek dirêje rojeva Tirkiye bi gengeşekirina vekirina demokratik berdewam dike.Gelek tişt piralî li ser vekirina demokratîk yan jî guhertinên ku hukumet dixwaze bike hatin gotin. Rexne li hukumetê hatin girtin. Girtina DTP-ê hate nirxandin. Gelek asteng bi zanebûn rêya vekirina demokratîk de hatin çêkirin. Eve demek bû kêm zêde hêviyek xelkêre peydabibû. Lê cardin hewldanên gelek mezin hatin kirin ku, av şilo bibe û rewşa heyî berdewam bibe û tu guhertin çênebin.
Gelek vekirî di serî de heta niha partiyên muxalefetê CHP û MHP dijê vekirina demokratîk sekinîn û gava ku hukumet dixwaze bavêje wek parçebûna Tirkiye nirxandin û gelek vekirî hukumet bi xiyanetê itham kirin. Leşker, dezgehên kemalîst, çepên netewî û gelek aliyên tarî dijê helwesta hukumetê sekinîn û ji bo hukumet ji dev vê projeyê berdê gelek leyiztikên qirêj kirin.
PKK/DTP di vê dema dawî de, siyaseta xwe li himber projeya hukumetê guhert û hinek bûyer kirin hêcet û xwestin di rêya projeya hukumetê de astengan peyda bikin. Rewşa Ocalan ya Îmralî kirin sedem û dest xwepêşandanên tund kirin.Herî dawî jî PKK-ê bi çelakiyek leşkerî 7 leşker kuştin. Kesekî xirxwazê demokrasiyê li Tirkiye û Kurdistanê naxwesta ku PKK-ê ev buyer kiri be.Lê ew lê xwedî derketin. Dadgeha Qanûnî DTP girt, biryara girtina DTP-ê gelek bi tundî li kolana hate protesto kirin û ji bo vê biryarê hukumet û AK-Partî wek tawabar hate destnîşankirin. Herkes dizanê ku rewşa Dadgeha Qanûnî çiye. Ew dadgeh bi xwe hewlda kû AK-Partiyê jî bigre. Piştî biryara girtina DTP-ê, parlementerên DTP-ê biryar dan ku xwe ji parlementoyê vekişînin û îstifa xwe ji parlementeriyê bidin. Lê li ser fermana Ocalan ev biryara xwe şunde girtin û cardin bi awayek din vegeriyan kar û barên xwe li parlementoyê. Bê goman ev biryara vegerandina parlementoyê biryarek erênî bû.
Dema mirov bi awayek rasteqênî li vê pêvêajoyê dinêre piştî demekî PKK/DTP ji bo astenga di rêya vekirina demokratîk yan jî projeya hukumetêre çêbike li gel muxelefeta hukumetê helwest standiye. Helwesta PKK/DTP-ê destê hukumetê aloz kiriye û destê muxalefetê xort kiriye.Li himber vê helwesta PKK/DTP-ê, ji aliyê piraniya partiyên siyasi yên Kurdan ve helwesta pêwist nehatiye nîşandan. Dezgehên sivîl li Kurdistanê bûne xwedî helwestek vekirî û bala DTP-ê kişandine û daxwaza berdewambûna prosesa vekirina demokratîk kirine.Ev helwesta dezgehên sivîl li bacarên Kurdistanê bûye cihê teqdîrê.
Li himber van bûyeran hêviyek hebû ku hukumet ji dev projeya xwe berde. Lê hukumetê biryara berdewambûna prosesa vekirina demokratîk da û vê helwesta xwe hukumetê ev leyiztikên hatîn kirin piraniya wan vale derxistin.Serdana parlementerê AK-Partiyê Mîr Dengîr ya Kurdistana Başûr û ji teref serokê Kurdistanê ve pêşevazîkirina wî gavek gelek girîn bû. Ev bûyerên bi vî awayî dikare cardin projeya vekirina demokratîk bêxe ser xetek rast û bi awayek erênî ev proses berdewam be.
Piraniya Kurdan hukumetê û AK-Partiyê di gavên dixwazin bavêjin de dirust nabînin û baweriyê li samimîyeta wan nayne. Ji bo kurdan ne hesaniye ku, baweriyê li hukumetek ya Tirkiye bînin. Ji ber vê yekê dive hukumet û Ak- Partî bi kiryar û helwesta xwe vê baweriyê kurdan re peyda bike. Kurd dixwazin li herêma Kurdistanê aramî çebibe û aşitiyek peyda bibe û xebata xwe ya siyasi bi rêya diyalogê û bi metodên demokratîk bikin.
Vêca wê parlementerên DTP-ê yên Kevin tevlî partiya Aşitî û Demokrasiyê bibin û xebata xwe ya siyasî li parlementoyê berdewam bikin. Hêvî ewe ku ev parlementer qonaxa derbasbûyî bi awayek objektîf bikaribin binirxînin û siyasetek ji bo berjewendiyên miletê Kurd bikin. Rêya vê jî avakirina platformek mişterek û berfireh di nav kurdan de derbas dibe.
21.12.2009
Dara Bilek