Polîtîk

Lîsteyên mirinê

 

Lîsteyên mirinê

Ahmet Altan

Caran xwe wekî ku ez di nav fîlmekî de dijîm hîs dikim.

Teqrîben berî mehekê û nîv bû, Elîfê gote min „Huseyîn Baybaşîn li we digere.”

Min navê Baybaşîn bihîstîbû, min dizanîbû ku ew qeçaxçiyekî mezin yê eroînê ye, li Hollandê girtî ye û gava ew hatibû girtin, gotiye, ku „Ez memûrê dewletê me!” Lê bi rastî min baş fêm nekiribû ku ew çima li min digere?

Mi ji Navenda Nûçeyan rica kir ku bila li Baybaşînî bigerin û di dawiy ê de Firat çû Hollandê ku pê re biaxife.

Hema di leza dawiyê de hinekan bûbûn asteng û Firatî nekarîbûya pê re rû bi rû biaxife, wî jî bi wî re bi „nivîskî” axifî.

Baybaşîn tiştên erjeng vegotin.

Wî digot, ku wî „lîsteya mirinê” ku wan deman me hemi hay jê hebû dîtiye, di wê lîsteyê de navê wî jî hebûye û jiber vê jî wî di wan deman de bi wezîrê daxilî yê Tirkiyê Mehmed Agarî re li ser wê yekê axifiye û Agar jî ji wî re gotiye ku „Hûseyîn ev yek fermana Babayî (Demîrel) ye, ez nikarim tiştekî bikim!”

Îdîayên wî ne bi tenê bi Mehmed Agarî ve, bi gelek rayedarên dewletê ve têkeldar bûn.

Me hewil da ku em bi hemî kesên di wê îdîayê de derbas dibin re hevdîtin bikin.

Mûdûrê me yê yê Navenda Nûçeyan Tuncer Koseoglu hewil da ku Agarî bibîne, lê wî jî bi wasîteya hevalek ve xeber şandiye û gotiye, „Evna berî niha jî hatibûn weşandin, bila di rojnameyê de derkeve û paşê em dê binihêrin.”

Baybaşîn mijarên ku ji me re vegotî, wek nameyeke ji deh rûpel ji dozgerî re jî şandiye.

Wî digot, ku ew amade ye bibe „şahid!”

Hûn dê berdewama vegotinên wî îro jî bixwînin.

Tawanbarkirinên wî, îdîayên wî ne wisa tiştên basît in ku mirov ji ser re derbas bibe.

Di nav îdîayên wî de navên serokkomar, wezîrê navxweyî, dadwerekî leşkerî, albayekî û şefên polêsê derbas dibin.

Wî digot, ku ew eroînên ku di keştiyeke derdestkirî de hatibûn bidestxistin, niha di piyasê de dihêtin firotin.

Yekî ku van îş û karan baş dişopîne, ji me re digot, ku di dema derdestkirina wê keşteyê de „di piyasê de mal gelek gumrah bûye.”

Ez wisa difikirim ku daxweza şahidbûna Baybaşînî divê cidî bihête girtin.

Di nav vegotinên wî de gelek têkeliyên girîng Çeteya Sûsûrlûk û Ergenekonê

yên bi cîhana qeçaçîtiya eroînê ve hene.

Ew dibêje, şefekî polês l igel pasaportên sexte erebeyeke mersedesê ji Velî Kûçûk girtiye û ew erebe di galeriya Baybaşînî de derketiye firotinê.

 

Ew dibêje, ku wî sîleh şandine Efqanîstanê û ji wir eroîn înane.

Sîlehên çawa ne ew û qeçaxçiyên eroînê ew sîleh ji kû û çawa bi dest xistin?

Dozgeran, bi lêkolîneke berfireh dikarin fêm bikin ku gelo ev îdîayên Baybaşînî rast in yan na?

Ew dema ku ji aliyê vî qeçaxçiyê mezin dihête vegotin, demeke reş û tarî bû.

Serdemeke wisa ye ku îdîa dihête kirin beşekî ji dewletê ketiye nav karên eroînê, dewlet û mafya ketine nav hev û qeçaxçiyên Kurd bîzat ji aliyê dewletê hatine kuştin…

Dihête îdîakirin, ew qeçaçîtiyan û cînayetan wek „polîtîkayeke dewletî” hatine kirin.

Di skandala Sûsû^rlûkê de hatibû îsbatkirin ku dewletê, şerê xwe yê li hemberî PKKê bi pereyên eroînê ve fînase kiriye û jibo vê jî „hin zilamên xwe” xistiy

 

Ev Demirelî ku navê wî jî ketiye nav van têkeliyan, wî di wê demê de wisa gotibû; „Dewlet carina dikare derkeve derveya rûtînê!”

Dewletê çi wext û çi qasî derketibû derveyî „rûtînê?”

Gava dewletê ji rûtînê derketibû, cînayet jî pêk anîbûn, kar û barên qeçaxçîtiya eroînê jî kiribûn?

Ew malên ku ji keştiya derdestkirî de hatibûn bidestxistin, gelo ji aliyê dewletê hatibûn firotin?

Ew sîlehên ku bo Efqanîstanê hatibûn şandin, yên dewletê bûn?

Dewleta me, ku naxweze meseleya Kurd di nav demokrasiyê de hel bike, gelo di wan deman de bi şideteke „îlega” xwestibû vê meselê hel bike û jibo vê jî, gelo qe nebe beşekî ji dewletê xistibû nav vê tawanbariyê?

Niha jî dixweze ji wê xûyên kirêt sûcdariyê xwe rizgar bike, xwe paxij bike.

Eger bi Baybaşînî re axiftin bihête kirin, ez wisa texmîn dikim ku ev karê „paxijbûnê” wê baştir û hêsantir be.

Me pirsiyar nekir, lê yekî ji Agar pirs bike, ku gelo ew bi Baybaşînî ve nasên hevûdu ne yan na û têkeliyên wan çi qas e?

Wê çaxê gotinên Agar û Baybaşîn dihête qiyas kirin û gelek tiştên ronîkirî dihête derxistin.

Baybaşîn bo demekê ketiye nav van karên tarî û di zîncîra sûcdariyê de kar kiriye, lê niha dixweze ev xelekên sûcdariyê aşkere bike, ew dikare vê yekê jibo heyîfhildanê bike, ji ber kerba xwer dikare bike, jiber ku hatiye bikaranîn û paşê ew terikandine, belkî jiber vê yekê jî dikare bike.

Ew çima van tiştan aşkere dike em nizanin, lê di dawiyê de ew dibêje ku ew amade ye jibo aşkerekirina rastiyan.

Çima rayedarek naçe û wî nabîne, jê pirsiyaran nake?

Wisa diyar e ku Baybaşîn dikare cîhên tarîmayî yên Sûsûrlûk û ergenekonê derxîne meydanê.

Baybaşîn amade ye jibo axiftnê.

Niha pirsiyar ev e.

Gelo dewlet amade ye jibo guhdarkirinê?

Werger: KNN/Zeynel Abidîn han

Chavkanî: Taraf

Back to top button