‘’Tirkiye Rastiya Kurdistan û Serokê Wê Dipejirîne’’
Rûdaw: Serdana vê carê ya Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, garantiyeke herêmî bo dahatûya Herêma Kurdistanê dirust dike?
Mehmûd Mihemed: Ev demeke guhertinên balkêş li Tirkiyê tên dîtin û xwendineke nû bo awayê karkirina ligel pirsgirêkên Tirkiyê yên hundirîn û awayê karkirina ligel cîranên wê dirust bûye. Guhertina siyasetên wê beramber Ermenistan, Yûnanistan û Herêma Kurdistanê, encama xwendineke nû ya AK Partî ye. Heta demên ku Tirkiye negihabû wê baweriyê ku peywendiyên dostaniyê ligel welatên derdorê bi awayekî aştiyane dirust bike, zerereke mezin gihandiye xwe.
Gelek berjewendiyên hevbeş di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdisatanê de hene, bi taybet yên aborî. Herêma Kurdistanê û serokê wê jî rastiyeke destûrî ne. Ev karê niha yê Tirkiyê karekî dirust e û ev guhertin di berjewendiya wê û navçeyê de ne. Her vebûnek ser Kurdistanê û pejirandina rastiya Kurdistanê giring e, loma ev peywendî wê bihêlin rewşa Kurdistanê aram bimîne û bandorê li ser proseya siyasî ya Îraqê jî dike û giraniyeke zêde bide Kurdan li Îraqê. Têkiliya vê yekê bi giraniya serok Barzanî, tevgera rizgarîxwaza Kurd û tesîra wan li ser proseya siyasî ya Îraqê heye. Tirkiye dixwaze bi vî awayî berjewendiyên xwe yên li Îraqê biparêze.
Di dema serdanê de, topbarana Îranê li ser sînor pir tund bû, gelo ev topbarankirina serdanê bi xwe bû?
Em nîgeran in bi vê topbaranê, peywendiyên me ligel Komara Îslamî dirêj û dîrokî ne. Îranê di gelek qonaxên nexweş de hevkariya xelkê Kurdistanê kiriye. Topbaran bandorê li peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Îranê dike, herwiha bandoreke xerab dike ser raya xelkê Kurdistanê derbarê Komara Îslamî. Hêviya me ewe ku Îran topbaranan rawestîne, ger hinek kesên din li sînoran wan aciz dikin, gunehê xelkê me tune ku ew bên koçber kirin. Peywendiya topbaranan bi têkiliyên me yên ligel Tirkiyê tune, ji ber ev têkilî ne tiştekî nû ye wek çawa têkiliyên me ligel Îranê kevin in. Îran berî Tirkiye rastiya Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî pejirandiye.
Pir behsa peymana stratejîk a di navbera YNK û PDK’ê de tê kirin, gelo wê kongreya YNK’ê gerimtir bike ser vê peymanê yan wê dilsar bike?
Me peymana stratejîk vê dawiyê weşand, yek ji bendên vê peymanê ewe ku divê di hundirê kongre û konferansan de ew bê parastin. Mayîn û parastina vê peymanê pêwîstiyeke. Li gor rewşa niha ya Îraqê, hevgirtina PDK û YNK’ê jî pêwîstiyeke. Ev peyman piştî lêkolîneke dûr û dirêj hatiye kirin. Hevgirtina me beşdariyeke berfirehtir dide Kurdan li Bexda.
Di peymanê de hatiye ku divê heta dawiya sala 2007’an wezaretên Darayî, Pêşmerge, Hundir û Asayiş bibin yek, serokatiyên herdu aliyan ev bend cîbicî kirine?
Beşeke van bendan hatine cîbicîkirin û beşek jî mixabin hê nehatine bicîh kirin. Wezaret bûne yek, lê dezgehên ewlekariyê mane. Hemû bendên peymanê wê bên cîbicî kirin.
(Rudaw)